HPG: Li Geliyê Doskî 2 hevrêyên me şehîd ketin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Geliyê Doskî jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 5’ê Îlonê li qada Geliyê Doskî yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê piştî pevçûna di navbera artêşa Turk û hêzên gerîlayan di encama bomberdûmana zêde de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “Hevrêyên me Şahîn û Mîlîtan ên bi hestên welatparêziyê mezin bûn, bi vê zanebûnê bilez xwe rêxistin kirin û tevlî nav refên gerîlayan bûn, piştî perwerdeya wergirtin, bi lêhûrbûneke xurt li qada şer bilez pêş ketin. Hevrê Şahîn û Mîlîtan ên bi fedakariyeke mezin bi wezîfeya xwe ve hatin girêdan, bi biryar tevlî her cure xebatan dibûn, li hember hêzên dijmin ên li hember Rêber Apo, gelê me, hevrêyên me yên di zîndanan de û gerîlayan şerekî topyekûn dan destpêkirin bûne sembola berxwedana topyekûn.”

NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE

Nasnameya her du gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Nasnav: Şahîn Goyî

Nav-Paşnav: Abûzer Paksoy

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayik-bav: Besîme - Kamîl

Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Îlona 2015 / Colemêrg

***

Nasnav: Mîlîtan Kobanî

Nav-Paşnav: Yaser Muslum Delîl

Cihê jidayikbûnê: Kobanî

Navê dayik-bav: Naîme - Muslum

Dîrok û cihê şehadetê: 5’ê Îlona 2015 / Colemêrg

...