Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya sabotajê ya ji aliyê tîmên Şehîd Ozer û Şehîd Mûnzûr ve hat lidarxistin 3 jê serkomîser 45 polîsên tîmen taybet hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemiyê ya HPG’ê der barê çalakiya Îdirê de daxuyanî da û got: “8’ê Îlonê li Îdirê li hember tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên komkujiyê yên li ser gelê me tîmên Şehîd Ozer û Şehîd Mûnzûr çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama teqandina teqemeniya li hember konvoyek polîsan a ji 2 wesayîtên zirxî yên tîpa Akrep, mînîbusek û otobusekê pêk hat û di encam de her çar wesayît jî hatin îmhakirin.
Tiştê ku bi çav hat dîtin 3 jê serkomîser 45 polîsên tevgera taybet hatin kuştin. Her çiqasî çapemeniya Tirk windahî bi temamî nedane û hejmara kuştiyan 13 dabin jî, di vê çalakiyê de hejmara kuştiyan em wiha radigihînin.
Piştî çalakiyê 30 deqeyan bi 20 wesayîtên zirxî mudaxeleyî cihê bûyerê kirin. Helîkopterên Skorsky, wesayîtên sivîl û bi dehan ambûlans ji bo mirî û birîndaran rakin hatin. Cihê bûyerê dorpêç kirin, ketin û derketin asteng kirin. Helîkopterên Kobra erazî rasterast gulebaran kirin, pêgerên hewayî yên keşfê jî li ser qadê keşfek zêde kirin.”
HPG BÎM diyar kir ku heman rojê artêşa Tirk li herêma Kîrekor a girêdayî Îdirê leşker danîn û operasyon destpê kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiya çarçoveya Pêngava Şehîd Şervan Varto got: “8’ê Îlonê saet 19.30’an li hember avahiya Emniyetê ya li navçeya Avkevir a Agiriyê gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Avahî bi çekên ferdî û roketavêjan ve hat hedefgirtin û roketek lê ket. Piştî polîsên xwe di Qeymeqemtiyê, lojman û înşaetekê de bi cih kiribûn bersiv dan, hêzên me xwe paşve kişandin. Di encama ku polîsan rasterast derdora xwe gulebaran dikirin mirî û birîndarên polîsan nehatin zelalkirin.
8’ê Îlonê saet ji 12.00'an heta 16.00'an artêşa TC ji Alaya Golanê daristana Şehîd Sîdar û Şenkaya ya girêdayî Erdexanê bi obus û tankan bomberdûman kir.
8’ê Îlonê saet 17.30-19.30’an li ser Gilîdax a Agirî pêgera hewayî ya keşfê geriya.
7’ê Îlonê dijmin xwest li herêma Kirekorê ya girêdayî Îdirê leşkeran daxe, saet 12.30’an hêzên gerîlayên me helîkoptera Kobra ya ewlehiya helîkoptera Skorsky bû, kirin kemînê û bi çekên giran bi bandor lê dan. Helîkoptera ku li qadê derbe xwar ji qadê dûr ket. Îxtimala ketina wê pir mezin e. Li vê qadê operasyona artêşa TC hê jî didome.
7’ê Îlonê saet 16.00-17.00’an herêma Kirekor a girêdayî Îdirê, balafirên şer lê dan.”