BI DÎMEN

Êrîşên li dijî HDP'ê li Elmanyayê bi girseyî hatin protestokirin

Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Koln, Freîbûrg, Dresden, Hîldesheîm, Essen, Bonn û Kasselê, bi hezaran Kurdistanî, Tirkiyeyî û Elman xwedî li berxwedana Cizîra Botan derketin.

Li gelek bajarên Elmanyayê polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin û berxwedana Cizîrê hat silavkirin.

Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Koln, Freîbûrg, Dresden, Hîldesheîm, Essen, Bonn û Kasselê, bi hezaran Kurdistanî, Tirkiyeyî û Elman xwedî li berxwedana Cizîra Botan derketin.

Di çalakiyan de tevî saziyên Kurdan, saziyên çep ên Tirkiye û Elmanya û saziyên Elewiyan jî amade bûn.

LI FRANKFÛRTÊ MEŞ Û MÎTÎNG

Li bajarê Frankfûrtê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk saet di 17:00 de li ber Gara Trenê ya Navendî meşek organîze kirin. Di meşê de bi qasî 750 kes amade bûn.

Girseya gel li ber pankartên bi nivîsa "Ya jiyaneke bi rûmet ya jî têkoşîneke bi rûmet", "40 mîlyon Kurd bêstatu dijîn" meşiyan û belavokên ji aliyê Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê ve hat amadekirin, hatin belavkirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê nûnera Meclîsa Amara Rûken Karakoç axivî û destnîşan kir ku ew ê rûyê qirêj ê AKP'ê li her qadê aşkera bikin. 

Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê (AABF) Bulent Alkan jî da xuyakirin ku bûyerên îro li Kurdistanê diqewimin ji ber ku Erdogan nebû serok rû dan. Alkan got, "Em dixwazin careke din dubare bikin; 'Em ê te nekin serok, tu yê nikaribî 400 parlamenteran bi dest bixe'. Em ê bi beşdariyeke xurt a li hilbijartinên 1'ê Mijdarê re bersivê bidin wan."

Di mîtîngê de her wiha li ser navê ATÎF, DÎDÎF, ADHK û TJK-E axaftin hatin kirin û êrîşên li Cizîrê û li hemberî HDP'ê hatin şermezarkirin.

KURDISTANÎ LI KOLNÊ JI BO CIZÎR Û HDP'Ê DAKET KOLANAN

Li hemberî qedexeya derketina derve ya li Cizîrê û êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê yên li gelek deverên Tirkiyeyê, Kuerdistanî û dostên wan li Kolnê daketin kolanan. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi qasî 500 kes li ber Dêra Domê ya dîrokî civiyan.

Komeleya Çandê ya Koçgirî ya Bergîsch-Gladbach, Navenda Çanda Elewiyan a Porz, TJK-E, Cîhaneke lê were jiyîn, Partîzan, MLKP û dostên Kurd ên Elman di mîtîngê de cih girtin. Di çalakiyê de şerê AKP û Qesrê yê li dijî gelê Kurd hat şermezarkirin. Ciwanan di çalakiyê de belavok belav kirin û ji Elmanan û tûrîstan xwestin neçin Tirkiyeyê û vê hovîtiyê şemrezar bikin.

LI FREÎBÛRGÊ BI PÊŞENGIYA KOMUNA JINÊ YA NÛDA ÇALAKÎ HAT LIDARXISTIN

Êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê û gelê Kurd, li bajarê Elmanya Freîbûrgê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Nûda hatin şermezarkirin. 

Bi qasî 500 kesên li meydana Kartoffelplatz a li navenda bajêr civiyan, dest bi meşê kirin. Li dû meşê, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn û hat ragihandin ku êrîşên faşîst ên tên kirin ji aliyê AKP'ê ve hatine organîzekirin. Hat destnîşankirin, ku êrîş wê ti carî nikaribin serî li wan bitewînin.

Piştî daxuyaniyê girseya gel ji bo mirovên di dema dawî de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girt û dûre belav bû.

KURDÊN LI EYALETA SACHSENÊ LI BAJARÊ DRESDENÊ DAKETIN KOLANAN

Kurdistaniyên li eyaleta Sachsen a Elmanyayê dijîn jî, li bajarê Dresdenê bi heman armancê mîtîngek lidar xistin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kurdistanî û dostên wan ên Elman li ber Parlamenta Eyaletê civiyan û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin, ku li hemberî komkujiyên li Kurdistanê diqewimin, hişyar û baldar be. Di dema çalakiyê de heyetekê, dosyaya ji aliyê NAV-DEM'ê ve li ser mijarê hatibû amadekirin, radestî rayedarên Parlamentê kirin. Mîtîng li dû axaftinên bi Kurdî û Elmanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

DEWLETA TIRK LI HÎLDESHEÎMÊ HAT PROTESTOKIRIN

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hîldesheîmê û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, ji bo balê bikişînin ser êrîş û komkujiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê meşek protestoyî lidar xistin. Meşê bi beşdariya hezar kesî, li ber otogara Hîldesheîmê destpê kir. Girseya gel a bi wêneyên Ocalan û alên YPG, YPJ, PYD û HDP'ê saet di 18:15'an de destpê bi meşê kir, belavokên bi zimanê Elmanî belav kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" qîriya. Çalakî bi dayîna daxuyaniyekê bi dawî bû.

LI KASSELÊ MÎTÎNG HAT LIDARXISTIN

Kurdistaniyên li bajarê Kassel û derdora wê dijîn, li dijî êrîş û komkujiyan mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de bi qîrîna dirûşmeyan destek ji berxwedana Cizîrê û HDP'ê re hat dayîn. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Omer Ozdemîr li vir peyivî û berxwedana gel silav kir. Di axaftinên li çalakiyê de banga baldarî û hişyariyê li Kurdan û derdorên demokratîk hat kirin û hat gotin, "Em bibin dengê Cizîrê. Cizîr ne bi tenê ye."

LI ESSENÊ KURD Û HÊZÊN ÇEP DAKETIN KOLANAN

Li dijî êrîş û komkujiyên AKP li Cizîrê û tevahiya Kurdistanê dike, Kurdên li Essenê û hêzên çep daketin kolanan. Bi qasî 700 kes bi vê armancê li meydna Stasyonê ya Essenê kom bûn û zextên Erdogan protesto kirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku Erdogan ji bo hesap nede gel zext û zilmê dike û hat gotin, "Êdî roja hesabdayînê hatiye". 

LI BONNÊ BERXWEDANA CIZÎRÊ HAT SILAVKIRIN

Kurdistaniyên li Bonn û derdora wê dijîn, şîdet û komkujiyên ji aliyê AKP û rêveberiya Erdogan ve li hemberî Kurdan tê kirin, şermezar kirin. Çalakiya hevpar a Mala Çand û Dostaniya Kurd-Elman û Meclîsa Jinê ya Sara, saet di 18:00 de li Frîedenplatzê destpê kir. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

LI HANNOVERÊ MÎTÎNG

Li meydana Kropcke ya Hannoverê mîtîngek hat lidarxistin. Tevî bi sedan kesan, pêkhateyên HDP'ê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û partiyên siyasî yên Elman jî beşdarî mîtîngê bûn. Nûnerên NAV-DEM, ATÎF, DÎDÎF, ABF, MLPD, Die Linke, YXK û FKÊ di axaftinên xwe yên li vir de destnîşan kirin ku HDP bêxwedî nîne.

MUNCHEN

Li Munchenê jî Meclîsa Gel û Komuna Jinê ya Sara mîtîngek hevpar organîze kirin. Di çalakiya ku Elman jî lê amade bûn de, polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniya ji aliyê NAV-DEM'ê ve hat amadekirin de hat ragihandin ku li dijî konsepta şer a Erdogan, gelê Kurd ê li ber xwe dide, garantiya demokrasiya Tirkiyeyê ye. Endamê Meclîsa Şaredariya Munchenê Çetîn Oraner jî di axaftina xwe ya li vir de bang li Elmanyayê kir ku dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bîne.

STÛTTGART

Di mîtînga li Stûttgartê de jî bi qasî 2 hezar kes amade bûn. Di mîtîngê de berxwedana li Cizîrê hat silavkirin û êrîşên li dijî HDP û DBP'ê hatin şermezarkirin. Mîtînga li Schlossplatzê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk hat organîzekirin.

WÛPPERTAL

Li Wûppertalê jî polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin û berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Di çalakiya ku ji aliYê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin de, pêkahteyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destek dan. Girseya gel bi vê armancê li ber City Arkadenê civiya û di kolanên herî qelebalix ên bajêr de meşiya.

...