"Ocalan garantiya aştiyê ye, nebin hevparê dîlgirtina aştiyê"

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Ocalan li ber PE hat destpêkirin dewam dike. Di hevdîtinên bi heyetên PE û CPT re hat gotin, "Ocalan garantiya aştiyê ye, nebin hevparê dîlgirtina aştiyê û destekê nedin şer."

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Ocalan li ber PE hat destpêkirin dewam dike. Di hevdîtinên bi heyetên PE û CPT re hat gotin, "Ocalan garantiya aştiyê ye, nebin hevparê dîlgirtina aştiyê û destekê nedin şer."

Çalakiya rûniştinê ya bi pêşengiya Însiyatîfa ji Ocalan re azadî li ber Parlamenta Ewropayê (PE) hat destpêkirin, di roja duyemîn de bi qîrîna dirûşmeyên ji bo azadiyê dewam dike. Di dema lidarketina çalakiyê de komekê bi heyetên Parlamenta Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) re hevdîtin kir. 

Di çalakiya ku bi qasî 150 çalakger ji duh ve didomînin de Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Hevserokê PJAK'ê Hecî Ehmedî û parlamenterê berê yê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer destekê didin.

OCALAN PÊŞEROJA ROJHILATA NAVÎN E

Kurdistaniyên ku ji duh danê sibehê ve li ber Parlamenta Ewropayê di kon de çalakiya xwe didomînin, pêşiya Navenda Parlamenta Ewropayê bi posterên Ocalan xemilandine. Çalakger bi qîrîna dirûşmeyan daxwaza xwe ya ji bo azadiya Ocalan bilêv dikin û bi belavkirina telavokan re balê dikişînin ser wateya tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan ji bo Rojhilata Navîn a nava kaosê de ye.

KARTAL: DIVÊ EM BIBIN HEVPARÊ BERXWEDANÊ

Di çalakiyê de ji bo nirxandin rewşa dawî ya li Kurdistanê û herêmê civînek hat lidarxistin. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li civînê peyivî, bal kişand ser polîtîkaya şer a AKP'ê û girîngiya xwerêveberiyan destnîşan kir.

Kartal da zanîn ku gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî nêzî serketinê de ye û divê her kes destekê bide berxwedana li Kurdistanê mezin dibe.

Kartal tecrîda li ser Ocalan bibîr xist û bang li PE û CPT kir ku bi berpirsyarî rabin.

GIRÎNG E PARLAMENTA EWROPA HIŞYARIYÊ BIDE TIRKIYEYÊ

Li aliyê din heyetek li ser navê Însiyatîfa ji Ocalan re azadî danê sibehê bi rayedarên PE Û CPT re hevdîtin kir û der barê rewşa Ocalan de dosyayek pêşkêş kir.

Ewilî bi desteya serokatiyê ya PE re hevdîtinek hat kirin. Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Ocalan, asta şerê ku AKP û Erdogan li dijî gelê Kurd daye destpêkirin û hat bibîrxistin ku erkê Parlamenta Ewropayê heye yekser dest li Tirkiyeyê werde. Her wiha hat destnîşankirin ku şerê Erdogan li Kurdistan û Tirkiyeyê dimeşîne wê bandorê li Ewropayê jî bike. Heyetê xwest PE hişyariyê bide Tirkiyeyê û ji rayedarên PE re ragihandin ku Ocalan garantiya aştî û azadiyê ye.

CPT: EM JI NÊZ VE OCALAN DIŞOPÎNIN

Heyet piştî rayedarên PE bi rayedarên CPT re jî hevdîtin kir û bibîr xist ku ev 6 meh in hevdîtina bi Ocalan re hatiye astengkirin. Heyetê da zanîn ku gelê Kurd ji ber vê rewşê di nava tirs û fikaran de ye. Di hevdîtinê de rayedarên CPT jî dan zanîn ku ew polîtîkayên li hemberî Ocalan dişopînin û di vî warî de ya pêwîst ew ê bikin.

Di nava rojê de wê hevdîtinên bi rayedarên PE û CPT re dewam bikin.

...