Çalakiyên bi bandor ên gerîlayan didomin

HPG’ê diyar kir ku li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê çalakiyên gerîlayan didomin. Di çalakiya gerîlayên HPG’ê de li gor ên hatine tespîtkirin 6 leşker hatine kuştin, leşkerek birîndar bûye. Her wiha 4 polîsên tîmên taybet hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê çalakiyên gerîlayan didomin. Di çalakiya gerîlayên HPG’ê de li gor ên hatine tespîtkirin 6 leşker hatine kuştin, leşkerek birîndar bûye. Her wiha 4 polîsên tîmên taybet hatine kuştin. Gerîlayan gelek kelûpelên leşkerî desteser kirine û li gelek navendan çalakiyên sabotajê pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku 7’ê Îlonê saet di navbera 12.30-16:30 de hêzên gerîlayan rêya navçeya Çelê kiriye konrola xwe. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku hêzên gerîla nasname kontrol kirine û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine. HPG’ê got: “Li vir wesayîteke ku komir ji PTT’ê re dibir hatiye rawestandin, komira têde hatiye valakirin û paşde hatiye şandin. Her wiha di çalakiya rêgirtinê de gerîlayên me bi çekên giran li du helîkopterên Skorsky ên li ser herêmê digeriyan dane. Helîkopter paşde vekişiyane.

Operasyona artêşa TC a li qadên Bedkar û Seraro yên girêdayî Şemzînan a Colemêrgê da destpêkirin êvara 8’ê Îlonê vekişiyaye.

8’ê Îlonê saet 20.30 yekeyeke me ya gerîlayan dema li qada Şapatan a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê diçû wezîfeyê, di navbera gerîlayên me û artêşa TC de pevçûneke demkurt rû daye. Piştî pevçûnê artêşa TC saet 23.30 ji qadê vekişiyaye.

Ji 3’yê Îlonê ve rêyên di navbera Arûş, Serbesta û Elemûn ên di navbera Çelê ya Colemêrgê û Şirnexê de di kontrola gerîlayên me de ne.

Salih Bayram (Sercerdevan), cerdevanên bi navê Remzî Goldag, Kadîr Bayram, AŞaban Bayram tevî hişyariyên gerîlayên me jî bi artêşa TC re hevkariyê dikin û tevlî operasyonan dibin.

LI ŞAXÊ LI HEMBER ÎSTASYONA BAZÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

8’ê Îlonê piştî danê nîvro saet 22.00’an li hember îstasyonek bazê ya Tûrkcell, Vodafone û Avea ya li gundê Kortîz a girêdayî navçeya Şax a bajarê Wanê hêzên gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anîn û ev îstasyon bi temamî îmhakirin.

8’ê Îlonê saet 13.45’an li hember 2 bolukên yekîneya leşkeran ku derketibûn eraziya girê Meşkan a girêdayî Colemergê, hêzên gerîlayên me ji du baskan bi çekên giran û ferdî çalakî pêk anîn û 2 leşker kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Peyanîs, girê Meşkan, Geliyê Marînos û Kato Kavalê bi obus û hewanan bomberdûman kir.

LI ELBAKÊ 4 POLÎSÊN TEVGERA TAYBET HATIN KUŞTIN

7’ê Îlonê saet 21.15’an li hemberî wesayîtek zirxî ya polîsên tevgera taybet têde bûn dema li navenda navçeya Elbak a bajarê Wanê diçû Midûriyeta Emniyetê, hêzên gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anîn. Bi teqînek mezin wesayîta zirxî bi temamî îmha bû û 4 polîsên tevgera taybet ên di hundir de jî mirin.

7’ê Îlonê saet 00.00’an hêzên gerîlayên me bi çalakiyek sabotajê îstasyonek bazê ya li gundê Kûnde yê girêdayî navçeya Berwarî ya bajarê Sêrtê îmha kirin.

LI ÊLIHÊ DEMA WESAYÎTA ZIRXÎ DERBAS DIBÛ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

7’ê Îlonê saet 12.30’an li nêzî gundê Hespkî yê navbera rêya Qubîn û Hezoyê ya girêdayî bajarê Êlihê, hêzên gerîlayên me li hemberî 2 wesayîtên zirxî yên tîpa Akrep çalakiya sabotajê pêk anîn û di encam de wesayît bi temamî îmha kirin. Hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

LI BEDLÎSÊ LI HEMBER NÎZAMIYA QEREQOLA KENAKTAR ÇALAKÎ

7’ê Îlonê saet 18.00’an tîmên Şehîd Serkan û Şehîd Dêrsim li hember 5 leşkerên li derdora nîzamiyeya qereqola Kenaktarê ya Bedlîsê digeriyan çalakî pêk anîn. Çalakiya ku bi çekên ferdî û roketan pêk hat de bi zelalî 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê derdora qereqolê bi çekên A-4 gulebaran kirin.

7’ê Îlonê saet di navbera 19.00-19.30’an de hêzên gerîlayên me li ser rêya Îpekê ya navbera Bedlîs û Xana Hewêl nasnameyên 200 wesayîtî kontrol kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin. Li vê derê 6 TIR’ên ku aîdî şîrketên Aras û Ulker in hatin şewitandin. Tebencayek hat desteserkirin, di heman demê de li hemberî îstasyonek bazê ya Turkcellê jî çalakiyek sabotajê pêk hat û bi temamî hat îmhakirin.

QEMYONA KU JI ÎNŞAETA QEREQOLÊ RE MALZEME DIBIR HAT ŞEWITANDIN

8’ê Îlonê saet 15.00’an tîmek gerîlayên me yên li nêzî qereqola Xamarît a girêdayî Çêrme ya bajarê Çewligê kontrola rê dikirin, qemyonek barkirî ya ji leşkeriyê re dixebitî şewitandin û bi temamî îmhakirin. Dîsa li gundê Derîndere saet 16.30’an wesayîteke kesê ku ji leşkeriyê re dixebitî hat şewitandin û bi temamî hat îmhakirin.

8’ê Îlonê artêşa TC ji Gimgim û Kop a Mûşê re sewqîyata leşkerî kirin.

8’ê Îlonê saet di navbera 18.00 û 23.00’an de ji 150 wesayîtên ku li ser rêya Kanîreş û Gimgimê nasnameyên wan hatibû kontrolkirin re der barê pêvajoyê agahî hat dayîn.

LI NAVBERA TEKMAN-XINISÊ LI HEMBER PANZERÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

8’ê Îlonê li rêya Tekman-Xinûsê yên Erziromê hêzên gerîlayên me li hember panzerekê çalakiya sabotajê pêk anîn û wesayîta zirxî bi temamî îmha kirin. Bi zelalî 3 leşker hatin kuştin lê dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir be jî.

8’ê Îlonê danê êvarî tîmek gerîlayên me îstasyona bazê ya Turkcellê ya navçeya Tekmanê ya Erziromê şewitandin û  îmha kirin.

8’ê Îlonê êvarî 5 îstasyonên bazê yên Turkcell ên li navçeya Gimgima Mûşê gerîlayên me bi çalakiyên hemwext  îmha kirin.”

PÊNGAVA ŞEHÎD ROJHAT BATMAN DIDOME

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Rojhat Batman çalakiyên gerîlayên HPG’ê didomin.

7’ê Îlonê saet 19.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Kirmizi Kopru ya girêdayî navçeya Pîlemûrî ya Dêrsimê çalakiyek sûîqestê pêk anîn. HPG’ê diyar kir ku di encam de leşkerek birîndar bû û wiha berdewam kir: “7’ê Îlonê saet 21.05’an hêzên gerîlayên me îstasyonek bazê ya li ser gundê Kortan a girêdayî navenda Dêrsimê şewitandin û îmha kirin.

7’ê Îlonê ji saet 06.00’an heta nîvro saet 11.00’an artêşa TC bi 4 wesayîtên zirxî û gelek leşkeran ve ji navenda Dêrsimê ber bi gundê Taxalî ve çûn. Di heman demê de bi konvoya 17 wesayîtên zirxî ve hem li qereqolan teqwiye kirin hem jî li ser rê operasyon meşandin.

8’ê Îlonê saet 11.15’an hêzên gerîlayên me di kontrola rê de wesayîtek nesekiniyê bi gulebaranê hişyar kirin. Tevî vê jî ajokarê wesayîtê nesekiniye û ji gerîlayan re bûye hedef. Wesayîta ku bi ji rê derket di encama kontrola wesayîtê de navê ajokarê wê serkomîser Kadîr Ozkan derket. Gerîlayên me cenazeyê komîser û keça wî ya bi sivikî birîndar bû bi wesayîteke din şandin navenda Dêrsimê û 3 kompîter, 3 Tebence û nasnameya aîdî midûriyeta emniyetê yên aîdî komîser desteser kirin.

8’ê Îlonê saet 18.00’an Tîma Sûîqestê ya Şehîd Firat li hemberî qereqola Yolçati ya girêdayî navçeya Nazmiye ya Dêrsimê 2 çalakî pêk anîn. Leşkerekî ku di kulubeyê de hat kuştin, yek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê qereqolê derdora xwe rasterast gulebaran kir. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên li Dêrsimê şehîd ketin Heval Rêzan û Brûsk pêk hat.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêya Dêrsim û Erzînganê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.”