Demîrtaş û bi hezaran welatî ber bi Cizîrê ve dimeşin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi tevlîbûna hezaran bendên polîs û leşkeran yek bi yek derbas dikin û dimeşin Cizîrê.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi tevlîbûna hezaran bendên polîs û leşkeran yek bi yek derbas dikin û dimeşin Cizîrê.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi tevlîbûna hezaran bendên polîs û leşkeran yek bi yek derbas dikin û dimeşin Cizîrê. Demîrtaş li Hezexê axivî û bang li her kesî kir ku li Cizîrê bigihêjin hev. Demîrtaş xwest bi dehhezaran li Cizîrê bibin yek. Meşa gel a ber bi Cizîrê didome.
Heyeta HDP'ê ku ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û wekîlên HDP'ê pêk tê, bi boneya piştgiriyê bidin gelê Cizîrê û ambargoya tê meşandin bi dawî bibe, ji Amedê çûn Cizîrê. Lê heyeta HDP'ê li Midyadê ji aliyê polîs û leşkeran ve hat rawestandin. Polîs û leşkeran bi maşîneyên zirxî heyet rawestand. Girseyên ku ji Êlih û Sêrtê jî dihatin gihiştin heyeta HDP'ê û li dijî barîkata polîsan çalakî pêk anî. Girsê di çalakiyê dirûşmên, "Gelê Cizîrê ne bi tenê ye" û "Bijî berxwedana Cizîrê" qîr kirin. Bi hezaran kesên li dijî astengiyên polîs û leşkeran di ber xwe da, piştî demekê barîkatên polîsan rakirin û berê xwe dan Cizîrê. Meşa hezaran welatiyan ku di nav de heyeta HDP'ê jî heye gihişt Hezexa Şirnexê. Girse ji Midyadê heta Hezexê bi dirûşman meşiya. Bi hezaran li gel heyeta HDP'ê gelek caran rastî bendê polîs û leşkeran hatin, lê dîsa heta Hezexê meşiyan û meşa xwe ya ber bi Cizîrê ve berdewam dikin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, diyar kir ku Serokwezîrê ketî hewl dide rêwîtiya wan asteng bike lê agahiya wî ji cîhanê tine. Demîrtaş bang li her kesî kir û xwest her kes beşdarî vî karwanî bibin. Demîrtaş, destnîşan kir ku ew ê bimeşin û li dijî pêkanînên dewletê yên dijzagonî meşa xwe berdewam bikin. Demîrtaş xwest gel ji her derê berê xwe bidin Cizîrê û têkevin rêyan.
Demîrtaş, piştî li Hezexê axaftin kir dîsa li gel hemû bendên leşker û polîsan ber bi Cizîrê ve ketin rê.