KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Em hevalê Mesûd bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medya gerîlayê bi navê Kamûran Îsmaîlî yê di 2012’an de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî. -
Parêzer: Em ê biçin Cizîrê û lêkolînan bikin
Heyeta ji hiqûqnasan a dixwaze ji Mîdyatê biçe Cizîrê, rastî astengiyan tê. Endamên heyetê yên bi kincê xwe yê parêzeriyê dimeşe, pêşî li wan hat girtin. -
Balafirên şer ên Tirk qadên gerîla bombe kirin
Tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Hin herêmên ser bi Xakurkê, Garê û Metîna ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin. -
Heyeta ESP’ê gihişt Hezexê
Heyeta ESP’ê ya Seroka Giştî Sûltan Ûlûsoy jî di nav de gihişt Hezexê. -
Dewletê li Cizîrê careke din êrîş kir
Li Cizîrê ku zêdeyî hefteyeke derketina derve qedexe ye, hêzên dewleta Tirk careke din bi tundî êrîşî Taxa Nûrê kirin. -
Wesayîta cebilxane ji çeteyan re dibir hat îmhakirin
Li Şengalê, qemyoneta cebilxane ji çeteyên DAIŞ'ê re dibir ji aliyê hêzên YBŞ'ê ve hat îmhakirin. -
Heyeta ESP’ê cara 3. ber bi Hezexê ve diçe
Heyeta ESP’ê ya ji bo Cizîrê ket rê, li Midyadê hat rawestandin, ji bo bigihêje Hezexê cara sêyemîn ket rê. -
Li Balûkê civîna meclîsê ya ji gel re vekirî pêk hat
Şaredariya Sûrê ya Amedê ku her meh civînên xwe yên meclîsê ji gel re vekirî ango bi tevlîbûna gel pêk tîne vê mehê jî li Palûkê civîna bi tevlîbûna gel pêk anî û der barê xebatên xwe de agahî bi gel re par ve kir. -
Heyeta Êzidî ya ji aliyê PDK'ê ve hat astengkirin, vegeriya Rûsyayê
Heyeta Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê, ku PDK'ê nehişt biçe Şengalê, vegeriya Rûsyayê. -
Parêzer: Berdêl çi dibe bila bibe em ê biçin
Parêzerên ku bi bendên di navbera Mîdyat û Hezexê de hatin sekinandin destnîşan kirin, ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê bi teqezî biçin Cizîrê. -
Dayikên Aştiyê yên Wanê: Terorîstê rastî hûn in!
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê dan xuyakirin ku Erdogan û Davûtoglû li Cizîrê terorê dimeşînin û got, "Em bang li dayikên polîs û leşkeran dikin; werin em dest bidin hev û şer bisekinînin." -
Li Kerkûkê 6 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin
Îro danê sibehê, li navçeya Kerkûk Daqûqê, di operasyona hêzên pêşmergeyan a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de gelek gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. -
Parêzer ketin ser rêya Cizîrê
Bi sedan parêzerên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Mêrdînê, ji bo şikandina dorpêçiya li Cizîrê, ketin ser rê. -
KONGRA GEL: Ji bo gelê Cizîrê, em li her derê rabin ser piyan
KONGRA GEL got, "Çawa ku Kobanê bû cihê DAIŞ lê têk çû, Cizîr jî wê bibe heman cihê polîtîkayên şerê qirêj ê AKP'ê lê têk biçe." KONGRA GEL ji tevahiya gelên Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê xwest rabin ser piyan. -
Însiyatîfa Gel a Cizîrê: Gelê Cizîrê ji 7 heta 70 salî bi yek dilî li ber xwe dide
Însiyatîfa Gel a Cizîrê: Gelê leheng ê Cizîrê ji 7 heta 70 salî bi yek dilî, bi şev û roj li ber malên xwe, li kolan û hemû qadên xwerêveberiyê xwe diparêze û li ber xwe dide. -
PAJK: Rojeva bi tenê mezinkirina berxwedanê ye
Koordînasyona PAJK'ê: Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, wê li dijî êrîşên komkujiyê yên dewleta Tirk a faşîst ku îro li Cizîrê dike, sibe wê li bajarekî din bike, rabe ser piyan. Rojeva bi tenê mezinkirina berxwedanê û xwedîderketin e. -
CRA: Em êrîşên polîsan ên li dijî rojnamevanan şermezar dikin
Civata Rojnamevanên Azad (CRA) diyar kir ku binpêkirina mafê xebatkarên çapemeniya azad, zêde bûne. -
Geverê qedexeya dewletê nas nekir û rakir
Li Geverê gel "qedexeya derketina derve re" nas nekir. Walîtiyê neçar ma qedexeyê danê sibehê rake. Berxwedana gel a li navçeye tevahiya şevê dewam kir. -
Gelê Wanê ket ser rêya Cizîrê
Platforma Demokrasiyê ya Wanê ket ser rêya Cizîrê. -
Balafirên şer Gare, Zap, Xakurkê û Metîna bomberdûman kirin
Balafirên şer ên Tirk, herêmên Gare, Zap, Xakurkê û Metîna bomberdûman kirin. -
MŞD' banga xwedîderketina li Cizîrê kir
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê komkujiyên dewleta Tirk ên li Cizîrê şermezar kir û bang li Êzidiyan kir ku xwedî li berxwedana Cizîrê derkevin. -
Li Elmanyayê wê çalakiyên ji bo xwedîderketina li Cizîrê bên lidarxistin
NAV-DEM bi armanca xwedîderketina li berxwedana Cizîrê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyan lidar dixe û banga beşdariya girseyî li van çalakiyan kir. -
'Divê Başûr li pêşberî şoreşa gel a li Bakur bêdeng nemîne'
Hevserokê Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Mehmet Abdullah rewşa li Bakurê Kurdistanê weke şoreşa gel pênase kir û bêdengiya hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê rexne kir. -
Wekîlên HDP'yî: Em ê guh nedin bend û astengiyan
Parlamenterên HDP'ê yên ji bo pêşîgirtina li komkujiyên li Cizîrê bi biryar in biçin bajêr, destnîşan kirin ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê biçin Cizîrê û pêşî li komkujiyên li wir bigirin. -
Polîs li Farqînê ji wesayîtên zirxî bombeyên gazê diavêjin kolanan
Li navçeya Farqîn a Amedê ku sewqiyata leşkerî hat kirin, operatorên GSM’yan hatine qutkirin û şûnde li ser Cadeya Amedê polîsên Tirk ji wesayîtên zirxî bombeyên gazê diavêjin.