Li Kerkûkê 6 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin
Îro danê sibehê, li navçeya Kerkûk Daqûqê, di operasyona hêzên pêşmergeyan a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de gelek gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.

Berdevkê tugaya 16 a Silêmaniyê li eniyên şer ê li sînorê gundê navçeya Daqûqê Rêkewt Mihemed der barê operasyona pêşmergeyan de ji RojNewsê re axivî û got: "Îro hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ji 3 aliyan ve li dijî gundên li sînorê Daqûqê dest bi operasyonê kirin. Me jî weke hêzên tugaya 16’an a Silêmaniyê ji sînorê Xurmatû dest bi êrîşê kir. Niha gundê Elbû Mihemed ji çeteyan hatiye rizgar kirin û em niha ber bi gundê Sebie ve diçin."
Rêkewt Mihemed di berdewama axaftinên xwe de wiha got: "Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Elbû Mihemed li ber xwe nedan. Li gor agahdariyên di destê min de di encama teqîna mayînê de pêşmergeyek şehîd bûye û 3 pêşmerge jî birîndar bûne."
Mihemed destnîşan kir ku gelek welatiyên ji bajarokê Xûrmatû û Daqûqê li gel hêzên pêşmergeyan beşdarî şer bûne.
Berdevkê tugaya 16’an a Silêmaniyê Rêkewt Mihemed di dawiya axaftinên xwe wiha got: "Li gor agahdariyên di destê me de nêzî 40-50 malbat li gundê Sebie Nîsan hene û em dixwazin wî gundî jî rizgar bikin. Hinek ji wan malbatan ber bi hêzên pêşmergeyan ve tên."
Li gor malpera fermî ya YNK'ê PUKmediayê li sînorê Daqûqê gundên Rebieya Mezin û Biçûk, Elbû Mihemed, Simûd, Gumbiz û Şêx Salih ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.
Îro hêzên pêşmergeyan bi alîkariya balafirên hevpeymanan li sînorê navçeya Daqûq a girêdayî Kerkûkê dest bi operasyonek berfireh a ji bo rizgarkirina 13 gundên di destê DAIŞ’ê de kirin. Operasyon hînê dewam dike.