KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsan êrîş bir ser gelê ber bi Sûrê ve dimeşe
Girseya li Qada Derê Çiyê (Şêx Seîd) kom bû û ber bi navçeya Sûrê ya dengê çekan lê bilind dibû ve dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan hat. -
Artêşa Tirk bomberdûmana li hember herêmên gerîlayan didomîne
Bombardûmana artêşa Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya didome. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li hember herêma Zapê û qada Oremar bomberdûman pêk aniye. -
DEM-KURD: Berpirsyarê bûyeran UETD û polîsê Bernê ye
DEM-KURD der barê bûyerên di navbera di navbera Kurdistaniyan û UETD ya AKP'yî de daxuyaniyek weşand. DEM-KURD'ê diyar kir ku AKP li Ewropayê serî li provokasyonan dide û bang li hikûmeta Swîsreyê kir, ku bikeve nava tevgerê. -
Demîrtaş: Mezinbûna HDP’ê tinebûna faşîzmê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi gel re hat cem hev, got: "Li Enqere mezinbûna HDP'ê tê wateya xilasbûna faşîzmê." -
Bi hezaran kes li Deriyê Çiyê kom dibin
Bi hezaran welatiyên Amedê ji bo pêkanînên rêveberiya awarte ya li Sûrê hatiye îlankirin protesto bikin û piştgiriyê bidin berxwedana gel li Qada Derê Çiyê dest bi kombûnê kirin. -
Li Hesekê teqînên dijwar: Mirî û birîndar hene-HAT NÛKIRIN
Li xaçerêyên Xişman û Neşa Xerbî yên Hesekê, du teqînên cuda rû dan. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber bûyeran mirî û birîndar hene. -
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Aslan li Parîsê hat bîranîn
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Onder Aslan (Şervan Varto) li Parîsê hat bîranîn. -
Li Wanê polîtîkaya valakirina gundan dîsa tê meşandin
Gundên Wanê piştî 21 salan careke din bi xeteriya valakirinê re rû bi rû ne. Gel bi berxwedanê xwedî li gundê xwe derdikeve. Serokê Goç-Derê Hîndûr got, "Gundiyên me wê gundên xwe neterikînin." -
Ji bo Lokman Sûna yê li Nisêbînê hat qetilkirin merasîma bîranînê
Lokman Sûna yê di berxwedana li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Lûdwîgshfenê hat bîranîn. Malbata Sûna ya di merasîmê de axivî, banga bilindkirina têkoşînê kir. -
Li Sûr û Farqînê êrîş jî berxwedana gel jî didomin
Li Sûr û Farqînê dorpêçî û terora dewletê didomin. Li hemberî êrîşên polîsên Tirk, berxwedana gel jî bênavber dewam dike. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Dawûd hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Alan Dawûd li gundê Dawûdiyê hat veşartin. Bav Dawûd di axaftina xwe ya li merasîmê de banga parastina rojava kir. -
Gerîlayên HPG'ê Çetînkaya û Îpek li Aachenê hatin bîranîn
Gerîlayên HPG'ê Çetînkaya û Îpek ên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan, li Aachenê hatin bîranîn. -
Balikçi: Di salên 90'î de li Cizîrê rewşeke awarte ya bi vî rengî tinebû
Şahidê serhildana Cizîrê ya 21'ê Adara 1992'an rojnamevan Farûk Balikçi, aliyên dişibin hev û yên ji hev cuda yên êrîş û serhildana niha û beriya 23 salan, vegot. -
Yuksek: Bi rêxistinbûyînê re em dikarin bersivê bidin êrîşan
Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek diyar kir ku AKP'ê hînê dest ji polîtîkaya qetilkirina Kurdan bernedaye û destnîşan kir, ku divê li hemberî van êrîşan bi rêxistinbûyîneke xurt a gel re têkoşîn bê mezinkirin. -
'Gelê me wê hem xwe bi rê ve bibe, hem jî biparêze'
Gerîlayan gotin, "Xweparastin, li dijî rejîmên mêtînger û dagirker xweparastina civakê ya li her qadê ye" û xwerêveberiyên gel silav kirin. -
Pevçûnên li Wanê didomin
Îlana rewşa awarte ya navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê û navçeya Cizîrê ya Nisêbînê li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolû û li Taxa Firat a girêdayî navçeya Artemêtan ên Wanê hat protestokirin. -
Polîs li Koşûyolû êrîşî gel kir
Gel ku ji bo Sûr û Farqînê ser piyan e, çalakiyên xwe li Parka Koşûyolû ya navçeya Baglarê zêde kir. -
Li Nisêbînê xweparastin
Welatiyên li Taxa Firatê ya Nisêbînê xendek kolandin rastî êrîşa polîsan hatin û bersiv dan polîsan. Li Qoserê jî gel çalakiya dengderxistinê pêk anî. -
Dewleta Tirk li girên beramberî Farqînê tank bi cih kirin
Li navçeya Farqîn a Amedê êrîşên polîsên Tirk ên danê sibehê destpêkirin ku didomin li girên beramberî taxên ku gel di nav berxwedanê de ne tank hatin bicihkirin. -
Qedexeya derketina derve ya li Cizîrê tê protestokirin
Li Cizîrê ku saetên êvarî derketina kolanan hat qedexekirin biryar, bi girseyî tê protestokirin. -
Zeynep Erdem li Mexmûrê hat bîranîn
Gerîlaya ARGK’ê Zeynep Erdem (Jiyan) a 13’ê Îlona sala 1995’an li Kampa Penaberan a Etrûş a girêdayî Başûrê Kurdistanê di êrîşeke PDK’ê de jiyana xwe ji dest da, li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi merasîmekê hat bîranîn. -
Gelê Amedê ji bo Sûr û Farqînê li ser piyane
Gelê Amedê bi çalakiya dengderxistinê deng didin gelê Sûrê û Cizîrê. Piştî saet 20.00'an Amedî li hemû tax û navçeyan derketin eywan û caman û dest bi çalakiya dengderxistinê kirin. -
Li Baglarê polîsan zarokek birîndar kirin
Li navçeya Baglar a Amedê, polîsan bi bombeyên gazê êrîş birin ser girseya ku êrîşên li hember navçeya Sûrê protesto dikirin. -
Êrîşên li Sûrê li Ofîsê tên şermezarkirin
Piştî li Sûrê rewşa Awarte hat îlankirin, berxwedana gel û esnafan jî zêde bû. Welatî û esnafên li Ofîsê ku ji bo Sûrê çalakî pêk anîn û rastî êrîşa polîsan hatin, berxwedana xwe berdewam dikin. -
Parlamentera HDP’ê Demîrel di êrîşa polîsan de birîndar bû
Girseya ku xwest ablûkaya polîsan a li ser navçeya Sûrê tê meşandin şermezar bike rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşa polîsan de Wekila HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel, ji piyê xwe birîndar bû.