Li Baglarê polîsan zarokek birîndar kirin

Li navçeya Baglar a Amedê, polîsan bi bombeyên gazê êrîş birin ser girseya ku êrîşên li hember navçeya Sûrê protesto dikirin.

Li navçeya Baglar a Amedê, polîsan bi bombeyên gazê êrîş birin ser girseya ku êrîşên li hember navçeya Sûrê protesto dikirin.

Dema polîsan êrîş dikir, Mahîr Kûrt (17) ê li şaneşîna mala xwe rûniştibû, bi guleyek gazê ya li serê wî ket birindar bû.

Polîsan li Cadeya Sento ya navçeya Baglar a Amedê bi bombeyên gazê êrîş birin ser çalakvanên ku êrîşên polîsan protesto dikirin. Di dema êrîşê de polîsan rasterast derdora xwe bombebaran kirin û guleyek gazê li serê Mahîr Kurt ê 17 salî yê li şaneşîna mala xwe rûniştibû ket û birîndar bû. Welatiyan Kurt ê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.