BI DÎMEN

Duran Kalkan: Mifteya aştiyê Îmraliyê ye, divê rêya siyasetê were vekirin

Kalkan e ji rojnamevan Ruşen Çakir re axivî, diyar kir ku di navenda Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rêber Apo heye û got, “Me têkoşîna çekdarî dawî kir, em nebin hêza ku dijî Tirkiye çalakiya çekdarî bike. Rêya aştiya rast ji Îmraliyê derbas dibe."

Rojnamevan Ruşen Çakir li Qendîlê bi Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdulllah Ocalan Duran Kalkan re, derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hevpeyvînekî berfireh kir.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de got, “Beriya ku destpê bikim, dixwazim tîştek bêjim. Qey hûn hinek şaş hatin. Hûn destpêkê çûban Îmraliyê. Bi vî rengî, hûnê çûban navnîşanekî rasttir” û destnîşan kir ku di navenda pêvajoyê de Rêber Apo heye.

Kalkan diyar kir ku serdemekî cuda ji pêvajoya çareseriya ya di 2013’an de tê jiyîn û anî ziman ku şerê li Xezeyê, geşedanên li Sûriyeyê û dînamîkên li Tirkiyeyê zemînekî siyasî ya nû çêdike. Kalkan bilêv kir ku şer pêwsîtiya çareseriyê zêde dike û wiha got, “Her tişt bi şer çareser nabe, şer eşkere dike û siyaset çareser dike. Ji ber vê yekê hem dema çareserî hem jî ya siyasetê hat.”

Kalkan diyar kir ku ew banga Rêber Apo a di 27’ê Sibatê de esas digrin û bi biryar in ku li ser vê bingehê pêvajoyên nû pêş bixin. Kalkan îşaret bi guhertinên li Rojhilata Navîn kir û anî ziman ku divê gelên herêmê pirsgirêkên xwe bi îradeyên xwe çareser bikin.

Kalkan anî ziman ku piştî banga Rêber Apo hem li civakê hem jî di derdora wan de matmayîn çêbû û got ku tevî vê jî ew di aliyê zihnî de ji bo bangê amade bûn. Kalkan diyar kir ku PKK’ê bangê bi lez nirxand û di 1’ê Adarê de agirbestê ragihand.

‘EM DIXWAZIN PÊŞIYA SIYASETÊ WERE VEKIRIN’

Kalkan bersiv da rexneyên ku di banga Rêber Apo de daxwaza statuyê tune bû û parast ku tevkariyên Rêber Apo ji bo gelê Kurd nabe were înkarkirin.

Kalkan anî ziman ku ew di mayîndekirina pêvajoyê de bi biryar in û axivî, “Wê êdî wekî berê şer nebe. Heta ku şert û merc neyê guhertin û biryarekî nû yê kongreyê neyê girtin, em ê nebin hêza ku li dijî Tirkiyeyê çalakiya bi çek bikin, me vê rawestand. Lê ger êrîş li ser me çêbibin, helbet em ê xwe biparêzin. Em dixwazin pêşiya siyasetê were vekirin.”

Kalkan ku bi bîr xist ku ew bi eslê xwe Tirkmen e, bal kişand ser bêbaweriya ku di raya giştî ya Tirkiyeyê de tê jiyankirin û anî ziman ku pêvajo nêzî 2 sal in dewam dike. Kalkan diyar kir ku divê bangên ku Devlet Bahçelî kirine ji bo beşên mezintir were vegotin û bang li derdorên çep û demokratîk kir ku ji bo derbaskirina nêzîkatiya netewperest a di raya giştî de zêdetir berpirsyariyê bigrin.

‘YÊN KU DAWÎ LI ŞER BÎNIN, KESÊN ŞER DIKIN IN’

Kalkan rexneyên ku dibêjin pêvajo “lîstika Erdogan” e nirxand û anî ziman ku di siyasetê de her tim hesabên cuda cuda hebin, lê ya girîng vekirina rêya siyaseta demokratîk e.

Kalkan got, “Ger ji sedî yek erênîbûn hebe, em ji wê derê destpê dikin û derfetê mezin dikin” û derketina ewil a Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmeha 2024’an de li Meclîsê nirxand.

Kalkan diyar kir ku ew destpêkê mat mane, lê piştre vê derketinê bi erênî dîtine û ev tişt got, “Yên ku şer dikin, dikarin aştiyê bînin. Yên ku şer dikin, rawestandina şer dikin rojevê û îradeyê raber dikin. Ji ber vê tîştekî normal e ku derketinekî bi vî rengî ji aliyê Devlet Bahçelî ve were kirin. Yên ku dawî li şer bînin, kesên şer dikin in.”

Kalkan anî ziman ku destkeftiya herî girîng a pêvajoya ku fiîlî bi derketina Devlet Bahçelî û bi fermî bi banga Rêber Apo destpê kir, di civakê de vekirina zemîna nîqaşê û bi qismî kêmkirina rageşiyê ye.

‘MIFTE LI ÎMRALIYÊ YE’

Kalkan bilêv kir ku çareseriya mayînde, tenê bi rasterast tevlîbûna Rêber Apo ji bo pêvajoyê pêkan dibe û derbarê fesixa rêxistinê û pêşeroja kadroyan nirxandinan kir: “Me dawî li têkoşîna çekdarî anî. Me biryara fesixê girt, lê ev nayê wateya ku wê mirov bibin hilm. Ji bo pêkanîna biryara fesixê, divê rêxistin guhertin û veguhertinê jiyan bike û ji bo vê jî zemîna siyasî û hiqûqî ya guncav şert e. Ger aştiyeek rast tê xwestin, rêya wê ji Îmraliyê derbas dibe.” Kalkan diyar kir ku ev ji ber derengketinên verastkirinên qanûnî jî ne rehet in.

Kalkan diyar kir ku ew li ser nirxandinên ku ji Îmraliyê were tevger bikin û anî ziman ku ji bo pêkanîna biryara fesixê divê zemîna hiqûqî û siyasî were avakirin.

‘EV PÊVAJO, PÊVAJOYA KU SIYASETA KURD A TIRKIYEYÊ BI BINGEHA DEMOKRATÎK BIDE RÛNIŞTANDIN’

Kalkan bal kişand ser Şoreşa Rojava û diyar kir ku divê tifaqên taktîtkî û têkiliyên stratejîk neyên tevlîhevkirin. Kalkan anî ziman ku di pêvajoya Helebê de îdiayên ku di navbera Îmralî û Qendîlê de nêrînên cuda heye, ji ber kêmbûna agahiyan derketine holê.

Kalkan bal kişand ser têkoşîna hegemonyayê ya li Rojhilata navîn û bandora Îsraîlê ya li herêmê. Kalkan diyar kir ku divê Kurd di serdema nû de bigihêjin statuyek demokratîk.  

Kalan got, “Misogeriya hebûn û azadiya Kurdan, ji demokrasiya Tirkiye û herêmê derbas dibe. Hewldanên Îsraîl û Îranê a ji bo têkilî danîna bi dînamîkên Kurd re heye. Ev pêvajoya ku siyaseta Kurd a Tirkiyeyê li ser bingehekî demokratîk bide rûniştandin e.”

BANGA JI BO MUXALEFET Û CIVAKÊ

Kalkan di serî de CHP’ê rexneya “partîbûna teng” li muxalefetê kir û anî ziman ku divê Tirkiye bala xwe bi de pirsgirêkên bingehîn ên wekî demokrasî û meseleya Kurd.

Kalkan bang li derdorên çep, demokratîk û sosyalîst kir ku xurttir piştgirî bidin pêvajoyê û banga tifaqê ji bo raya giştî ya demokratîk kir. Kalkan diyar kir ku ger aliyên kedkar pêvajoyê rast fêm bikin wê li dijî dernekevin û rexneya, “berjwendiya teng û meşandina siyaseta tirsê” li desthilatdariyê kir û wiha got, “Divê pergala tirsê were şikandin.”

BIRYARÊN DMME’YÊ HATE BIBÎRXISTIN

Kalkan anî ziman ku divê Selahatttîn Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî werin berdan û bi bîr xist ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê nehatiye pêkanîn û wiha got, “Ne tenê Demîrtaş, divê hemû girtiyên siyasî werin berdan. Li girtîgehê jî bin, rola her kesî heye. Divê her kes rola xwe baş bizane. Helbet ger Selahattîn Demîrtaş li derve be, wê rolekî baş bilîze. Me jî nas kir, kesekî pir tecrubelî ye, girîng dibînin.” Kalkan diyar kir ku siyasetmedarên berê yên li Ewropayê jî dikarin tevkarî ji bo pêvajoyê bikin.

Kalkan di dawiya hevpeyvînê de dubare kir ku guhertina stratejîk mayînde ye û parast ku wê vekirina rêya siyaseta demokratîk demokrasiya Tirkiyeyê xurt bike û wê li Rojhilata navîn tevkarî ji bo aştiyê bike.

Kalkan Civîna NATO’yê ya ku di demekê nêz de li Enqereyê hat kirin jî nirxand û wiha got, “Ji xeynî biçekbûnê tiştek din hizir nake. Ji xeynî şer tiştek din hizir nake. Tîştekî din nade tirkiyeyê.” Kalkan destnîşan kir ku li şûna dînamîkên derve, pêvajoya aştiyê wê ji bo Tirkiyeyê destkeftiyên zêdetir bide.