KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Malpera DÎHA'yê cara 20’emîn e tê astengkirin
Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) malpera 20'emîn a DÎHA'yê asteng kir. -
Li hember RojNews êrîşên sîber
Ajansa nûçeyan Rojnews ji çend navendan rastî êrîşa sîber tê. Di encama êrîşan de tevahiya rojê bi awayekî rêkûpêk di xwegihandina malperê de pirsgirêk derket. -
Çalakiyên gerîlayan didomin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyên gerîlayan de li gor ên hatine tespîtkirin 19 leşker, yek jê komîser 3 polîs mirine polîsek jî birîndar bûye. -
Wê li Amedê aktîvîteya ‘Bi hev re ber bi xwerêveberiyê” pêk bê
Li Amedê wê bi şîara “Bi hev re ber bi xwerêveberiyê” hin rêze çalakî bên lidarxistin. -
Li Kerboranê 6 kes hatin girtin
Li navçeya Kerboranê 7 kesên bi îdîaya teqîna 4 polîsan jiyana xwe ji dest dan de hatibûn binçavkirin 6 jê hatin girtin. -
Jinên Nivîskar: Ger pêwîst bike em ê bibin mertalên zindî
Ji bo Aştiyê Koma Piştevaniyê Jinê, bi Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê re hevdîtin pêk anîn. -
Destana berxwedanê ya sedsala 21'an: Kobanê
Êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di bihara 2014'an de destpê kirin. Piştî ku Newroz li ser Girê Miştenûrê hat pîrozkirin, di 22'ê Adarê de êrîşê destpêkê yên çeteyên DAIŞ'ê destpê kirin. -
Yildirim: Perwerdeya bi Kurdî, pêwîstiya demokrasiya hemdem e
Parlamenterê HDP'ê Yildirim der barê qedexeya li ser perwerdeya bi Kurdî de civîneke çapemeniyê lidar xist. Yildirim destnîşan kir ku perwerdeya bi Kurdî pêwîstiya demokrasiya hemdem e. -
Karayilan: Erdogan ji bo 400 parlamenteran vî şerî dimeşîne
Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: Her kesên dixwazin şer bisekinînin divê vê baş zanibin: Ev şer ji aliyê Erdogan ve hat destpêkirin. Erdogan ji bo 400 parlamenteran werbigire, vî şerî dimeşîne. -
Leşker li hember “Şehîdgeha Ronahî” operasyonê li dar dixin
Hat ragihandin ku leşkerên Tirk li Şaxê li hember “Şehîdgeha Ronahî” operasyon dane destpêkirin. -
Şewata li Şaxê piştî bomberdûmanê destpê kir mezin dibe
Artêşa Tirk li Şaxê, herêma daristanî bomberdûman dike. Leşker destûrê nadin gundiyan ku şewata li herêmê derketiye vemirîne. Hevşaredara Şaxê Kewê banga hişyariyê li raya giştî kir. -
Li Berlînê, ji bo Cizîrê çalakiya nobedê
Li Berlînê, ji bo Cizîrê çalakiya nobedê ya sê rojan hat destpêkirin. -
Ji bo çareseriyê divê biryar bê dayîn-Cemîl Bayik
"Yên agirbesta dualî dixwazin dibêjin pirsgirêka kurd heye û divê were çareserkirin. Tirkiye bi çaresernekirina vê yekê demê winda dike, xwînê winda dike. Divê polîtîkayên mijûlkirin, xapandin, rizandinê û çewisandinê bên terikandin." -
'Her kes vê hovîtiyê ji bîr bike jî Xwedê efû nake'
Dayika pitikê 35 rojî Mûhammed Tahîr ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da Sosin Yaramiş diyar kir, ku ji ber tîmên tevgera taybet ên Erdogan nehiştin ambûlans bê, pitika wê jiyana xwe ji dest daye. -
Gotinên 'hêzên çekdar ên PDK'ê wê biçin Rojava' hatin derewandin
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava destnîşan kir ku îdîayên dibêjin, "Wê hêzên çekdar ên PDK'ê derbasî Rojava bibin" derew in. -
Hevşaredara Artemêtanê Çetîn ji wezîfeyê hat girtin
Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn a ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat girtin. -
Dewleta Tirk şehîdgeha li Gimgimê bombe dike
Hat ragihandin ku hêzên dewleta Tirk "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" û derdora şehîdgehê ya li herêma Kulan a Gimgimê bombe dikin. -
Saziyên Kurd ên li Fransayê li dijî provokasyonan hatin hişyarkirin
Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), bang li navendên civaka demokratîk, hemû sazî û kargehên Kurdistaniyan kir, ku li hemberî êrîş û provokasyonên gangaz hişyar û baldar bin. -
Nasnameyên 24 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameyên 24 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
YPG: Em ê li hemberî kiryarên El-Nusra bêdeng nemînin
YPG'ê diyar kir ku çeteyên El-Nusra û hevkarên wê kiryarên kirêt der heqê welatiyên Efrînê de dikin û got: “Em ê li hemberî kiryarên El-Nusra ti caran bêdeng nemînin, navên wan çi bin bila bibin em ê nehêlin ku kes şoreşa me ji me bidize.” -
Gel li Cizîrê dest bi pîrozbahiyan kir
Li Cizîrê welatiyên li ser navê Meclîsa Gel a Cizîrê danê êvarî kom bû, şahî li dar xist. -
Gerîlayê HPG’ê Tanir li Êlihê ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nevzat Tanir (Întîkam Gabar) di bombebarana Şirnexê de jiyana xwe ji dest da li Êlihê hat definkirin. -
Koma Piştevaniyê ya ji bo Aştiyê li Cizîrê lêkolîn kir
Endamên "Koma Piştevaniyê ya ji bo Aştiyê" ya ji nivîskar, akademîsyen û rojnamegeran pêk tê ji bo piştgiriya Cizîra ku bi rojan di bin terora dewletê man hat Cizîrê. -
KCK: Em ji agirbesta du alî ya tehkîmkirî re amade ne - HAT NÛKIRIN
KCK’ê diyar kir ku bangên agirbesta du alî û vegera muzakereyê ya ji gelek aliyan ve bi qîmet û watedar dibînin û got: “Em careke din destnîşan dikin ku li ser vî esasî ji agirbestekê re amade ne.” -
Vedat Balik li Wanê ji aliyê deh hezaran ve hat defnkirin
Cenazeyê ciwanê bi navê Vedat Balik (18) ê li Wanê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi tevlîbûna deh hezaran kesan hat oxirkirin.