Gel li Cizîrê dest bi pîrozbahiyan kir
Li Cizîrê welatiyên li ser navê Meclîsa Gel a Cizîrê danê êvarî kom bû, şahî li dar xist.
Li Cizîrê welatiyên li ser navê Meclîsa Gel a Cizîrê danê êvarî kom bû, şahî li dar xist.
Li Cizîrê welatiyên li ser navê Meclîsa Gel a Cizîrê danê êvarî kom bû, şahî li dar xist.
Li Cizîrê piştî îlana “Xwerêveberiyê” ya ji aliyê Meclîsa Gel ve bi hezaran tîmên taybet û bi sedan wesayîtên zirxî bajêr dorpêç kirin. Di 9 rojên qedexeya derketina derve de 21 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji aliyekî ve ku di konên taziyeyan de şîn tê girtin, şahiyên moralê jî tên lidarxistin. Bi hezaran kesên li Taxa Cûdî hatin gel hev, bi kincên herêmî dîlan girtin. Di şahiya ku piraniya wan jin û ciwan bûn, fîşekên hewayî hatin teqandin, jinan lîlandin û piştgirî dan berxwedana gel. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li vir axaftinek kir got ku ji bilî jiyana azad şansekî din ê gelê Cizîrê nemaye.