KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsan li Wêranşar êrîşî gel û wekîlan kirin
Li Wêranşar di meşa ku wê hatiba lidarxistin polîsan êrîşî gel û wekîlan kirin. -
Rapora Cizîrê: Di êrîşa polîs û leşkeran de 22 sivîl hatin qetilkirin
Heyeta parêzvanên mafên mirovan rapora xwe ya têkildarî lêkolînên Cizîrê de aşkera kir û dan zanîn ku polîs û tîmên taybet welatî hedef girtin û di encama êrîşên polîs û tîmên taybet de 22 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. -
Demîrtaş: Li şûna rêvebiriya yek kesî, em Xweseriya Demokratîk ava bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş li navçeya Geverê li hember deh hezaran welatiyan axivî û got, "Li cihê rêvebiriya yek kesî ya Qesrê, Xweseriya Demokratîk ava bikin." -
Ji gerîlayên YJA STAR'ê çalakiya bi bandor: 12 leşker mirin
Gerîlayên YJA Starê li Geliyê Dostkî yê Geverê li dijî yekîneyên artêşa Tirk çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ji du baskan pêk hat de 12 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. -
Heyeta Ewropayî ji bo lêkolînan li Cizîrê ye
Hevseroka Koma Keskan a Parlamentoya Ewropayê Rebecca Harms û Hevserokê Partiya Keskan a Elmanyayê Cem Ozdemîr jî di nav de heyata Ewropayê ji bo lêkolînan hate Cizîrê. -
YPG’ê nasnameya gerîlayekî xwe aşkera kir
Navenda çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê navê şervanê xwe yê li Hesekê jiyana xwe ji dest daye, aşkera kir. -
Terora dewletê ya li Cizîrê, li Tambovê hat şermezarkirin
Nûnerên saziyên Kurdan û dostên gelê Kurd ên li bajarê Rûsya Tambovê hatin cem hev, êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Cizîrê şermezar kirin. -
Semsûr: Vîna tekane ya dikare şer bisekinîne Rêberê me ye
Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr destnîşan kir ku yekane vîna dikare şer bisekinîne û veguherîne aştiyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
Li Hesekê teqîna dijwar
Li rêya bingehîn a taxa Mişerfa ya Hesekê, êrîşeke xwekujî ya bi wesayîteke bombebarkirî rû da. Hat ragihandin ku ji ber êrîşê mirî û birîndar hene. -
Gelê Geverê raneza, li ber xwe da!
Tîmên tevgera taybet, tevahiya şevê êrîş kirin lê nekarîn berxwedana li Geverê bişikînin. Tîmên tevgera taybet ên top û hawan avêtin, çekên giran bi kar anîn, ji wesayîtên zirxî sixêf dikin, li pêşberî berxwedanê neçar man xwe vekişînin. -
Bunyamîn Îrcî dema av ji gel re dibir hat înfazkirin-TAYBET
Derket holê ku Bunyamîn Îrcî yê 14 salî, dema ji gel re av dibir, ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hatiye înfazkirin. -
Yîgîtalp: Jinan bi tilîliyan bersiv didan bombeyan
Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a ji her kêliya berxwedana Cizîrê re şahidî kir, da xuyakirin ku jinan bi tilîliyan bersiv didan bombe û terora dewletê ya li Cizîrê. -
'Em ji tecrîdê re bêjin na û Rêberê xwe azad bikin'
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn dan xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kirin, ku dakevin qadan. -
Di nava dorpêçiyê de jiyana rojane ya Cizîrê
Li hemberî pêkanîn û kiryarên rewşa awarte yên 10 rojan, gelê Cizîrê di berxwedanê de bi biryar e. -
Li Farqînê dengê teqîn û çekan tê
Li Farqînê danê êvarî piştî sewqiyata leşkerî dengê teqîn û çekan tê. -
Rêya Pilur-Pilemûrî 3 rojan li çûnûhatinê hat girtin
Walîtiya Dêrsimê rêya di navbera Pilur û Pilemûrî de ji saet 05.00’ê 15'ê Îlonê heta saet 05.00'ê 18'ê Îlonê li çûnûhatinê. -
Demîrtaş: Hûn ê bi vî awayî bi Kurdan re aştiyê çêbikin?
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bal kişand ser polîtîkayên zextê yên AKP’ê û got: “Hûn ê bi vî awayî bi Kurdan re aştiyê çêbikin?” -
Li Geverê sivîl tên bombekirin
Li Geverê li derdora Fermandariya Tumena Navçeyê û Tabûra Efeler ku dengê çek û topan hat û şûnde taxên Yeşîldere û Dize hatin topbarankirin. -
Cûdî û Nûr di dorpêçê de ne
Taxen Cûdî û Nûr ên Cizîrê ku dewletê di 8 rojan de 24 mirov qetil kirin, ji aliyê wesayîtên zirxî ve di nava dorpêçê de tên girtin. -
Ozgur Gun TV hate reşkirin
RTUK'ê weşana hemû kanalên ku li ser platforla Dîgî Medya 1 û 2, Guç Medya 1 û 2 da rawestandin. RTUK'ê ji bo girtinan sedem wekî "platform li gorî mafên weşanê tenegeriyane" nîşan da. -
Qedexeya derketina kolanan li Farqîn û Sûrê rabû
Li navçeyên Sûr û Farqînê qedexeya derketina kolanan saet di 17.00'an de hate rakirin. -
Li Kopê kesek hat girtin
Li navçeya Kopê ciwanê bi navê Şenol Yagier ê ku di encama serdegirtina taxê de hatibû binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hate girtin. -
Ji gerîlayan li Şirnexê çalakiya bi bandor: 33 polîs hatin kuştin
HPG’ê ji bo bîranîna sivîlên li Kurdistanê hatine qetilkirin û endamê Komalên Ciwan GelhatGever li Şirnexê çalakiyeke berfireh pêk anî. Di çalakiyê de zêdetirî 33 polîs hatin kuştin û 3 helîkopter hatin derbkirin. -
Li Elbakê çalakiya mertalên zindî didome
Li navçeya Elbakê 10 roj berê li hemberî qedexekirina herêma Serelbakê welatiyan dest bi çalakiya mertalên zindî kir û çalakî hê didome. -
Pîra Helîme ya Cizîrî, mala xwe ya veguheriya xirbeyekê terk nake
Yek ji hedefa terora dewleta ya 9 rojan li Cizîrê dewam kir, mala Pîra Helîme ya 80 salî bû. Mala Pîra Helîme bi roketa ku ji qereqola jendermeyan hat avêtin hilweşiya. Lê ew di nav xirbeyan de çaya xwe dem dike!