Polîsan li Wêranşar êrîşî gel û wekîlan kirin

Li Wêranşar di meşa ku wê hatiba lidarxistin polîsan êrîşî gel û wekîlan kirin.

Li Wêranşar di meşa ku wê hatiba lidarxistin polîsan êrîşî gel û wekîlan kirin. Gel li hember polîsên ku heqaret li wekîlên HDP'ê kirin nerazîbûn nîşan dan. Guven a HDP’yî got: “Gelê Kurd diceribînin. Gelê Wêranşar serî ji vê zilmê re natewîne.”

Li navçeya Wêranşar a Riha ya operasyonên qirkirina siyasî lê didomin, ji duh ve 26 kes ku hatine binçavkirin meşa dihat xwestin bê kirin ji aliyê Qeymeqamtiyê ve hat qedexekirin. Piştî biryara qedexeyê polîsan meş asteng kir.

BI WESAYÎTÊN ZIRXÎ DORPÊÇ

Girseya di nav de Parlamenterên Riha yên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Leyla Guven, Ziya Çalikan, rêveberên HDP û DBP’ê yên navçe û bajêr jî hebûn li Parka Cumhuriyetê ku kom dibû ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û herem bi wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin.

GUVEN: POLÎS GOT KU ME WEK WEKÎL QEBÛL NAKE

Têkildarî astengkirinê parlamenterên HDP’yî bi Midûriyeta Polîsan û Qeymeqamtiya Navçeyê re hevdîtin pêk anîn, lê ti encam wernegirtin. Paşê bi hezaran kesên kom bûn ji cade û kolanan dest bi meşê kirin. Gel dirûşmên, "Gelê Cizîrê ne bi tenê ye", "Bijî Serok Apo", "Qatil Erdogan" û "PKK gel e, gel li vir e" qîr kir û li ber Avahiya Navçeyê ya DBP’ê kom bû. Parlamentera HDP’ê ya Riha Leyla Guven di daxuyaniya ku li vir da qedexe şermezar kir. Guven helwesta Cîgirê Midûriyeta Polîsan a Bajêr a li hemberî wan aşkera kir û got ku polîs ji wan re gotiye: "Em we wek wekîl qebûl nakin. Hûn ne parlamenterên me ne. Em we nas nakin û em ê qet destûr nedin meşa we.” Guven diyar kir ku heman şexsî ji Wekîlê HDP’ê Ayhan re gotiye: “Qebedayîtiyê neke. Hûn ne parlamenter qebedayî ne.”

Guven bal kişand kul i hember gelêKurd polîtîkayên îmha û înkarê tên ceribandin û got: “Em komkujiya li hember Cizîrê bi tundî şermezar dikin. Em ê her tim li cem gelê Cizîrê bin. Îro ev kiryar jî di heman şiklî de zilm e. Gelê Wêranşar jî li hember vê zilmê serî natewîne.”

LI PARLAMENTERAN HEQARET Û TEHDÎT

Guven, ji duh ve li bajêr 26 kesên bê hiqûq hatine binçavkirin bi bîr xist û wiha axivî: “Ji bo meşa aştiyê ya em ê xwestekên xwe yên aştiyê bînin ziman, asteng bikin îdîa kirin ku li parkê bombe heye û piştre jî 26 mirovên me bê ku hiqûqê bi kar bînin binçav kirin û meş asteng kirin.”

Piştî daxuyaniyê, polîsan bi hejmarek zêde wesayîtên zirxî ve avahiya DBP’ê dorpêç kirin. Polîsan bi awayekî kêfî û rasterast gule reşandin. Polîsên ku ketin avahiya navçeyê jî, bi heqaret û tehdîdan çûn ser parlamenterên HDP’ê. Dorpêça polîsan li avahiya navçeyê hê jî didome.

BINÇAV KIRIN

Her wiha di serdegirtinên duh û îro de kesên hatin binçavkirin ev in: “Hasan Alan, Zîlan Demîr, Leman Tatli, Seydo Tûrgût, Bahoz Cîn, Pelda Înan, Şeyhmûs Çelîk, Mehmet Nûr Çoban, Serhat Înan, Selamî Çîftçî ku duh polîsan dema ku dest bi binçavkirinan kiribûn, gule reşandin û ew ji lingê wî birindar kirin.” 16 kesên ku hê navên wan nayên zanîn jî têde, birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê.