Pîra Helîme ya Cizîrî, mala xwe ya veguheriya xirbeyekê terk nake

Yek ji hedefa terora dewleta ya 9 rojan li Cizîrê dewam kir, mala Pîra Helîme ya 80 salî bû. Mala Pîra Helîme bi roketa ku ji qereqola jendermeyan hat avêtin hilweşiya. Lê ew di nav xirbeyan de çaya xwe dem dike!

Yek ji hedefa terora dewleta ya 9 rojan li Cizîrê dewam kir, mala Pîra Helîme ya 80 salî bû. Mala Pîra Helîme bi roketa ku ji qereqola jendermeyan hat avêtin hilweşiya. Lê ew di nav xirbeyan de çaya xwe dem dike!

Di rewşa awarte ya 9 rojan dewam kir, gelê Cizîrê yê li hember terora dewletê berxwedaneke mezin nîşan da, piştî 16 ewladên xwe yên hatin qetilkirin veşart, Walîtiya Şirnexê careke din derketina kolanan qedexe kir. Gel li hember îlana rewşa awarte tevahiya şevê kolan terk nekirin, piştî qedexe rabû dest bi avakirina xaniyên xwe yên veguherîne xirbeyan kirin.

PÎRA HELÎME

Li Taxa Nûrê ya ku terora dewletê herî zêde li wir meşiya, ji nû ve avakirina wê zehmet dixuye. 9 rojan tîmên tevgera taybet li ser malan gule reşandin, male gulebaran kirin anîn halekî ku neyên bikaranîn. Yeka ku mala wê hatiye xerakirin jî Pîra Helîme (80) ya li Kolana Ozgurê bi tenê serê xwe dijî.

Pirgirêkên derûnî yên Pîra Helîme hene û bi tena serê xwe li mala xwe dijiya, leşkeran ji qereqolê bi roketan ev mala wê serûbin kirin.

Pîra Helîme ku mala wê bûye xirbe, derî nemane û pêşiya xanî bi temamî mirov nema dikare bi kar bîne, têkoşîna jiyanê di vir de dide û bi destê xwe kuleya çavderî ya leşkeran nîşan dide û dibêje, “Wan ev anîn serê min!” Pîra Helîme 9 rojan bê av ma, lê tevî her tiştî hê jî li ser piyan e û ti nêta wê tineye ku dest ji mala xwe berde. Jiyana xwe didomîne û di nav van xirbeyan de rûdinê, çaya xwe dem dike.

'ME XWE DI DEQEYA DAWIYÊ DE RIZGAR KIR; XANÎ KIRIN MÎNA XWELIYÊ'

Li Taxa Nûrê xaniyekî din ê hat hedef girtin jî yê malbatên Dogan û Aydogan e. Ev mala du qatî ya ku çar malbat têde dijîn, tevgerên taybet gule lê reşandin û bi roketan jî anîn asta ku careke din neyê bikaranîn. Mûazzez Dogan a ku hê jî travmaya wê şevê ji ser xwe navêtiye û dayika 4 zarokan e, wiha dibêje: “Em li malê rûniştibûn. Axirê em şiyar bûn. Ji careke ve em di bin barana guleyan de man. Destpêkê me xwe avêt erdê, ji bo em xwe biparêzin. Lê piştî ku bombeyên gazê û yên deng hatin avêtin, me mirin jî da ber çav û me zav û zêç komkirin ku bê çawa em ji wir reviyan me jî fêm nekir. Baş bû em derketin, ji ber ku piştre roket avêtin male û mala me kirin mîna xweliyê.”

'ME XANIYÊ XWE BI KEDEKE MEZIN AVA KIRIBÛ'

Dogan diyar kir ku xaniyên xwe bi kedeke mezin, berî niha bi salan ava kiribûn, hemû tiştê wan tenê ev mala wan û bi xerabûna wê jî niha ti tiştekî wan nemaye. Dogan tevî malbata xwe li cem cîranên xwe dimîne, “9 rojan em bê av û bê xwarin perîşan bûn.” anî ziman û wiha axivî:

'EM Ê TI CARAN SERÎ NATEWÎNIN'

“Em niha bê mal man. Hê jî bê şerm dibêjin qedexeya kolanan ji bo ewlehiya we ye. Ti gel qetil dikî yan diparêzî? Bê ku şerm bikin derdikevin û dibêjin em pêdiviyên wan çareser dikin. Bila me rehet berdin, em ji wan ti tiştekî din naxwazin. Me çi kiribû we malên me şewitandin, li ser me gule reşandin? Me çi kiribû? We ne li zarok ne jî li pîran guhdar kirin, qetil kirin. Xwedê bela xwe bide Erdogan û Davûtoglû! Xwedê vê êşê bi zarokên wan jî bide. Ne dîn ne jî îmana wan heye. Êşa me kişand bila li wan jî vegere.”

Dogan destnîşan kir ku wê li hember zilma AKP’ê ti carî serî netewînin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Dogan herî dawî ev gotin: “Ji vê saetê û şûn ve Erdogan çi dike bila bike, em ê li ber xwe bidin. Em Cizîra xwe ti carî naterikînin.”

ROKETEK LI MALA MALBATA ASTENGDAR KET

Kesên ku xwe bi zorê ji malê xelas kirin di navbera wan de birayê Muazzez Dogan Faysal Aydogan ê astengdar jî hebû. Aydogan ê berî çend salan lingê xwe yê çepê winda kir û tenê dikare bi protezê bimeşe,  got ku di salên 90’an de jî wan hovîtîyeke wiha nejiyane. Aydogan da xuyakirin ku kurê wî jî astengdar e, dema ku roket li mala wî ket derfet nedît protezê xwe ji bixe lingê xwe. Aydogan wiha dewam kir. “Min nedikarî bimeşim. Dema ku min gavek diavêt ez diketim, ji her alî ve gule dibarîn.  Tenê me karîbû canê xwe rizgar bikin.” 

‘WEKE ÊRΪΠ WELATEKÎ DIJMIN BIKIN’

Aydogan diyar kir ku piştî gulebaran rawestiya ji kolana ku xwe têde parastibûn derketin û bi alîkariya cîranên xwe hewl dan mudaxeleyî mala ku dişewitî bikin. Aydogan da xuyakirin şeveke mîna kabûsê jiyane û got: “Me bi salan zilma dewletê dît le wekî vê me nejiya. Mîna li hember wan dewleteke dijmin hebe êrîş kirin. Lê di destê me de ne çek ne jî tiştek din hebû. Ji bo dengan negotin zar û zêç em hemû qetil kirin. Bila dengên wan bikevin bin erdê.  Ev zilamên çavsor in.”

...