'Em ji tecrîdê re bêjin na û Rêberê xwe azad bikin'
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn dan xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kirin, ku dakevin qadan.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn dan xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kirin, ku dakevin qadan.
Bi pêşengiya Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî û Navendên Civaka Demokratîk ên li Ewropayê re, li gelek bajarên Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin. Kurdistanî banga beşdariyeke xurt ji bo van çalakiyan dikin.
MERCAN: TECRÎD DERBA HERÎ GIRAN A LI DIJÎ GELÊ KURD E
Ji xebatkarên Jinên Ciwanên Azad Neslîhan Mercan a li bajarê Fransa Colmarê dijî da xuyakirin ku di vê pêvajoyê de pêwîstiyeke mezin bi azadiya Ocalan heye û destnîşan kir ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan dibe.
Mercan bang li ciwanên Kurd kir û got, "Weke ciwanên kurd ên li Ewropayê divê em ji bîr nekine m kî ne û ji ku hatine. Weke ciwanên Kurd pêwîste em xwedî li Rêberê xwe derkevin û dakevin qadan. Her roja tecrîd li ser Rêberê me heye, derbek li hemberî gelê Kurd e. Divê gelê Kurd vê qebûl neke, bi taybetî jî em ciwan divê bi berpirsyariya xwe rabin."
KORKMAZ: JI BO AZADIYÊ DIVÊ EM DAKEVIN QADAN
Cevdet Korkmaz ê li bajarê Fransa Mulhoûse dijî diyar kir, ku şerê ji nû ve li Kurdistanê destpê kir, pêwendiya xwe yekser bi tecrîda li ser Ocalan re heye û destnîşan kir, ku ji bo pêkhatina aştiyê li welêt divê Ocalan azad bibe. Korkmaz anî ziman ku li dijî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk, ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyê li Kurdistanê hatine ragihandin û pêkanîna azadiya Ocalan, pêwîste Kurdistanî dakevin qadan.
BOZKIRAÇ: OCALAN GARANTIYA AŞTIYÊ YE
Fatê Bozkiraç a li bajarê Elmanya Karlsrûhe dijî da xuyakirin, ku divê tecrîda li ser Ocalan tavilê were rakirin û got, "Ocalan garantiya aştiya li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Eger tê xwestin ku şer bê sekinandin û xwîna tê rijandin bê rawestandin, divê Ocalan serbest bê berdan û pê re hevdîtin dewam bikin." Bozkiraç ragihand ku bi şerê ji aliyê AKP û Erdogan ve hat destpêkirin re li Kurdistanê aslên 90'î vegeriyane û ev yek destnîşan kir: "Weke Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn, divê em nehêlin Erdogan ji bo desthilatdariya xwe welêt veguherîne gola xwînê. Ji bo azadiya Ocalan ku hem sedema şer hem jî garantiya aştiyê ye, em hemû bi hev re têbikoş in."
YALÇIN: LI DIJÎ ZÎHNIYETÊ YEKPARÊZ Ê 90 SALAN DIVÊ EM AZADIYÊ BIPARÊZIN
Hevberdevkê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Elmanya Kehlê Ganî Yalçin jî diyar kir ku hêzên navneteweyî baş dizanin demokrasî wê Ocalan re bê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê û destnîşan kir, ku ji bo xerakirina vê bêdengiyê û tevgerkirina hêzên navneteweyî ji bo azadiya Ocalan, divê têkoşîn were xurtkirin. Yalçin da zanîn ku hevdîtinên aştiyê yên ji aliyê Ocalan ve hatin destpêkirin, ji aliyê Serokkomar Erdogan ve bi şer re hatine bi dawîkirin û got, "Dewleta Tirk bi tinekirina pêvajoya aştiyê re nîşan da ku ew ê bi hêsanî dest ji zîhniyeta yekparêz a 90 salan bernede. Zîhniyetê yekparêz ê 90 salan, îro li Kurdistanê zarok-mezinan qetil dike. Li hemberî van hemûyan weke Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, divê em dakevin qadan û hem ji bo destekkirina têkoşîna gelê xwe hem jî ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoş in."
OZÇELÎK: EM GELEKÎ GIRIYAN, ÊDÎ BES E
Xebatkara Komîsyona Jinan a Bajarê Elmanya Kehlê Xanê Ozçelîk jî destnÎşan kir ku dem hatiye dîlgirtina ev 16 sal in di nava mercên tecrîdê de dewam dike, bi azadiyê bi encam bibe û bang li gelê Kurd kir ku li her cihî ji bo azadiya Rêberê xwe dakeve qadan. Ozçelîk got, "Weke dayikekê ez li dijî her mirinê me. Êdî bes e, em dayik gelekî giriyan." Ozçelîk bang li her kesî kir ku li dijî şer dakevin qadan, xwedî li azadiya Ocalan û aştiyê derkevin.
ÇEKEN: AŞTIYA RASTEQÎN BI AZADIYA OCALAN DIBE
Îsmet Çeken ê li bajarê Elmanya Freîbûrgê dijî da zanîn ku divê Kurdên li Ewropayê heta azadiya Ocalan her li qadan bin û bal kişand ser rola Ocalan a di pêkhatina aştiya navbera Kurd û Tirkan de. Çeken got, "Her çend Erdogan ji bo desthilatdariya xwe welat kiriye qada şer jî, li her devera cîhanê weke gelê Kurd em ê daxwazên xwe yên ji bo aştî û azadiyê bînin ziman. Şerxwaz wê winda bikin, aştîxwaz wê bi ser bikevin. Aştî jî wê bi azadiya Ocalan bibe, ji bo vê divê em têbikoş in."