Demîrtaş: Hûn ê bi vî awayî bi Kurdan re aştiyê çêbikin?
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bal kişand ser polîtîkayên zextê yên AKP’ê û got: “Hûn ê bi vî awayî bi Kurdan re aştiyê çêbikin?”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bal kişand ser polîtîkayên zextê yên AKP’ê û got: “Hûn ê bi vî awayî bi Kurdan re aştiyê çêbikin?”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Giyadînê xîtabî gel kir diyar kir ku yekane berpirsyarê mirinên rû didin, “AKP’ya bi hesabê 400 parlamenterî şer daye destpêkirin e” û wiha bang li AKP’ê kir: “Bi qetilkirina zarokên Kurd, şewitandina partiyên wan, bi êrîşa li hember parlamenteran û girtina hevşaredaran hûn ê aştiyê çêbikin?”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di çarçoveya gera herêmê de piştî Bazidê di mîtînga Giyadînê de bi gelê navçeyê re hat gel hev. Demîrtaş û yên pêre û di ketina navçeyê de ji aliyê hezaran kesî ve bi posterên sivîlên ku li navenda Agirî, Giyadîn û Bazidê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin hatin pêşwazîkirin. Girseya dirûşmên, “Bijî Berxwdana Cizirê” û “ Bijî Serok Apo” qîr kir, paşê li qada mîtîngê ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin pêk hat.
Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got ku AKP’ê 11’ê Nîsanê li Giyadînê dest bi provokasyonên xwe kiriye. Demîrtaş diyar kir ku meşa aştiyê li Cizîrê destpê kirine, li Giyadînê berdewam kirine û heta li welat çek bêdeng bibin, aştî û azadî were jî wê meşa aştiyê bidomînin. Demîrtaş destnîşan kir ku cihê ku provokasyonên yekemîn lê destpê kiriye Agirî ye.
Demîrtaş di axaftina xwe de diyar kir berpirsê mirinan tevahî tenê AKP’e ye, ger AKP’ê aştî biparasta ewqas mirin jî çênedibûn. Demîrtaş wiha bang li AKP’ê kir: “Ger we jî bi qasî me aştî biparasta ewqas mirin jî çênedibûn. Tenê ji bo hûn bibin desthilatdar, ji bo 400 parlamenteran, we xwest vî welatî bikin gola xwînê. We ewqas zext çêkir, ka bêjin kî ji we tirsiya? Ji derveyî Xwedê ev mirov ji kesekî din natirsin. Desthilat tiştekî tê û diçe ye. Bi tirsandinê hûn nikarin tiştekî bikin. Em her tim ji bo çek rawestin bangawaziyê dikin. Lê Enqere di şer de israr dike. Gelê Kurd rastiyek vê erdnîgariyê ye. Ger hûn dîroka Kurdan ji bîr bikin, hûn nikarin bi Kurdan re xwişk û biratiyê bikin. Heke me ev welat kiribe welatekî hevpar, wê jiyaneke wekhev çi zerarê bide kê?
Demîrtaş diyar kir ku dewletên bi gelê xwe re di nav aştiyê de ne bihêz in û got: “Eger hûn dewleteke rêzdar dixwazin rêya wê ne di kuştina Kurdan de ye. Ne ev e ku hûn dikan û navendên partiyên wan bişewitînin. Bi qetilkirina zarokên Kurd, şewitandina partiyên wan, bi êrîşa li hember parlamenteran û girtina hevşaredaran hûn ê aştiyê çêbikin?”