YPG’ê nasnameya gerîlayekî xwe aşkera kir

Navenda çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê navê şervanê xwe yê li Hesekê jiyana xwe ji dest daye, aşkera kir.

Navenda çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê navê şervanê xwe yê li Hesekê jiyana xwe ji dest daye, aşkera kir.

Di daxuyaniya navenda çapemeniya YPG’ê de wiha hat gotin: “Roj bi roj şoreşa Rojavayê Kurdistanê li tevahî cîhanê deng dide, ew jî bi saya têkoşîna ku li Rojava tê meşandin û bi saya ked û xwîna şehîdên ku gulên di bin keviran de mayî şênber dikin.

Îro li Rojavayê Kurdistanê yekîneyên me û gelê me yê welatperwer li hember hemû hewldanên dagirkeriyê disekinin. Îro bi dehan ciwan ji deverên cuda beşdarî nava refên berxwedanê dibin û sing bi sing li hember hêzên tarî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û êrîşên wan têk dibin. Yekîneyên me soza ku bi şehîdan re dane îro pêk tînin û xwîna xwe  diyarî welat û gelê xwe dikin.

Em wek YPG û YPJ’ê soza  berxwedanê heta gihiştina jiyanek bi bi rûmet û azad ji bo tevahî gelên li herêmê dijîn nû dikin. Şehîd rêberê me ne!”

Nasnameye şervanê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nasnav: Rustem Cûdî

Nav: Alan Mihemed

Navê dayikê: Sebah

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: 11.09.2015 Hesekê