Semsûr: Vîna tekane ya dikare şer bisekinîne Rêberê me ye
Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr destnîşan kir ku yekane vîna dikare şer bisekinîne û veguherîne aştiyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr destnîşan kir ku yekane vîna dikare şer bisekinîne û veguherîne aştiyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr, gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê li dijî teror û êrîşên dewletê li ber xwe dide silav kir û got, "Rewşa heyî, dewama 12'ê Îlonê ye ku bi destê AKP'ê tê meşandin. AKP'ê li Kurdistanê winda kiriye û dem dema avakirinê, dema xwerêveberiyê ye." Semsûr destnîşan kir ku tekane vîna dikare şer bisekinîne û veguherîne aştiyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Semsûr da xuyakirin ku di salvegera 35. a darbeya cûnta faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê de, rewşa herî hov a vê darbeyê di van rojên niha de tê jiyîn û got, "Qonaxa dawî ya rêxistinbûyîna 12'ê Îlonê di nava dewletê de, di şexsê hikûmeta AKP'ê de tê jiyîn."
Semsûr bal kişand ser terora bêsînor a li Kurdistanê ji aliyê hêzên AKP'ê ve tê meşandin, ku gihaştiye radeya qetilkirina pitikên di dergûşê de û diyar kir ku vê terora dewletê qat bi qat 12'ê Îlonê derbas kiriye.
Esma Semsûr di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedanên bajaran ên dîroka cîhanê û da zanîn ku di sedsalên 11. û 12. de ji bo serxwebûna bajaran di çarçoveya têkiliyeke konfederal de berxwedanên mezin hatine nîşandan. Semsûr axaftina xwe wiha dewam kir: "Wekî din berxwedanên komunên Îslamî hene. Mîna li gelemperiya cîhanê li Tirkiyeyê jî mînakên vê hene. Ordû-Fatsa yek ji van mînakan e. Berxwedanên îro yên li Cizîr, Sûr a Amedê jî dişibin van. Berxwedana tê nîşandan, qat bi qat ji yên beriya niha zêdetir in. Rastiya gelekî derketiye holê ku bi vîna xwe, xwe birêxistin kiriye û li ber xwe dide. Tevahiya gelê me li refên herî pêş, li ser bingeha parastina rewa xwe diparêze. Di vê mijarê de daxuyaniyên tevgera me hatin dayîn. Bêguman li hemberî êrîşeke ewçend a hovane û terora dewletê ya li ser gel, berxwedana çend bajar û navçeyan têrê nake. Dewletê ev êrîş ji berê ve amade kir û bi destê hêzên polîsan ên ji bajarên din aniye, pêk tîne. Bi hêzeke bi taybetî hatiye perwerdekirin, êrîş dike. Ev rewş nîşan dide ku dewleta Tirk weke dewama 12'ê Îlonê gihaştiye asteke çawa ya hovane. Li hemberî van êrîşan divê tevahiya gelê Kurd li ber xwe bide. Her çend bi êrîşên li Farqînê re di destpêkê de tirsek li nava gel rû da jî, bi bûyerên li Cizîr û Amedê re gelê me ev dîwarê tirsê hilweşandiye. Ji vê wêdetir barbariyek nîne. Ji pitika di dergûşê de heta dayika me ya heftê salî zêdeyî 20 mirovên me bi sûîqestê jiyana xwe ji dest dan. Bi van berxwedanan re demokrasiyeke xurt a herêmî destpê kir."
Semsûr got, "Walî, qeymeqamê dewletê otorîteya xwe winda kiriye, divê gelê me xwerêveberiyê ava bike" û ev xal destnîşan kir: "Li her qada jiyanê gel pêwîstî bi xwe birêxistinê dît. Ev yek jî yek ji aliyên girîng ên neteweya demokratîk e. Yek ji aliyê herî girîng ê demokrasiya herêmî jî, di her astê de afirandina têkiliyeke xurt a civakê li her qada jiyanê, piştgirîdayîna hev û çareserkirina hemû kêmasiyan e."
Semsûr da zanîn ku dewlet bi terora xwe ya tekparêzî û faşîst re wê ti carî nikaribe bikeve Kurdistanê û ti carî nikaribe hebûna xwe li Kurdistanê biparêze. Semsûr got, "Bi destê Erdogan hewl tê dayîn konsepteke nû ya rejîmê were destnîşankirin. Gelê Kurd li pêşiya vê yekê kelaya herî xurt a berxwedanê ye. Gelê Kurd wê êdî jiyana xwe bi xwe ava bike. Ji bilî barbarî û hovîtiyê, tiştek ji vê dewletê nayê. Lê belê gelek tişt hene ku dewleta Tirk dikare ji gelê Kurd werbigire. Berxwedana gelê Kurd, li dijî faşîzma dixwaze xwe li Tirkiyeyê mayînde bike, berxwedaneke xurt e. Di heman demê de berxwedanek ji bo gelên Tirkiyeyê ye."
DESTKETIYÊN GELÊ KURD DESTKETIYÊN GELÊ TIRKIYEYÊ YE
Semsûr da xuyakirin ku eger gelên Tirkiyeyê destekê nedin gelê Kurdistanê wê gelên Tirkiye winda bike û ev nirxandin kir: "Gelê Kurdistanê karaktera xwe, çareseriya xwe dîtiye. Gihaştiye rewşeke welê ku dikare bi xwe li ser piyan bimîne, xaka xwe bi kar bîne, enerjiya xwe biafirîne û bazara xwe ava bike. Hem bi avakirin hem jî bi bexwedana xwe re dikare xwe bide jiyîn. Gelê Kured bi xwerêveberî û xweparastinê re di nava berxwedanê de ye. Eger gelên Tirkiykeyê destekê nede gelê kurd wê gelên Tirkiyeyê winda bikin. Ev gelekî girîng e. Rastiya 12'ê Îlonê li holê ye. Vê rastiyê di nava gelê Tirkiyeyê de rê li ber lêkirina dîwarekî tirsê vekir. Nifşekî ku ev 35 sal in bi tirsê mezin bûye heye. Li eniya Tirkiyeyê, li dijî vê yekê blokên aştî û demokrasiyê hatin avakirin. Her çend gihaştiye perspektîfa civakîbûnê jî, ev têrker nîne."
TEKANE VÎNA KU ŞER BISEKINÎNE Û VEGUHERîNE AŞTIYÊ RÊBER APO YE
Esma Semsûr destnîşan kir ku yekane hêza rê nîşanî pêvajoyê bide, vîna gelê Kurd û Tevgera Azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Şerekî derketiye asta bilind diqewime. Gotinên, 'di pêvajoya çareseriyê de tevgera me çek li hev kom kirine û li herêman bi cih kiriye' gotinên bêbingeh in. Berevajî; dewletê bêrawestan xwe ji bo şer amade kir, qereqol, kalekol û bendav çêkir. Hemû agirbestên hatin ragihandin bi awayekî yekalî dewam kir. Dibe ku şerekî germ neqewimî, lê belê her roj cenaze çû Kurdistanê. Vîneke bi tenê heye ku dikare dawî li vê pêvajoyê bîne, şer bisekinîne û veguherîne aştiyê. Ew jî Rêberê me ye. Bêguman Rêberê me dîl hatiye girtin, rastî pêkanînên şerê taybet tê. Pêwîste beriya her tiştî Rêberê me bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê re têkiliyê deyne. Eger em nikaribin têkiliyeke yekser bi Rêberê xwe re deyne, bangek were kirin wê ti carî neyê qebûlkirin. Pêwîste derfet ji Rêberê me re bê dayîn ku karibe bi her kesên dixwaze re têkiliyê deyne. Divê li Îmraliyê sekreteryayeke wî, heyeteke şopandinê were avakirin. Pêkhatina Heyeta Şopandinê bi tenê ji miroven aqilmend jî wê kêm be. Divê hêzên din ên navneteweyî jî di nav de cih bigirin. Pêvajoyeke bi vî rengî wê bi desthilatdariya AKP'ê re nebe. AKP ji sedî sed têk çûye. Divê ev rejîm were guhertin. Girîng e veguhere rejîmeke hîn demokratîk. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku êrîşên li hemberî gelê Kurd gihaştine asta herî bliind, hilbijartin wê pêk neyê. Dibe ku li Tirkiyeyê hilbijartin pêk were, lê belê li Kurdistanê bi ti awayî pêk nayê. Gelekî ku berê tivingê li ser e, wê ti carî neçe ser sindoqê û morê li pisûlaya deng nexîne. Ji vê re boykot tê gotin an jî tiştekî din tê gotin, bila were gotin. Pêkanîna ewlekariya hilbijartinê ji aliyê leşkeran ve, nêzîkatiyeke gelekî tund e. Ev ne biryareke me ye, şert û merc destûrê nadin vê yekê. Ji bo dîtina vê yekê, pêwîstî pê nîne ku mirov akademîsyen bin. Di rewşeke ku pitikê di dergûşê de hedef tê girtin û bi sûîqestê tê kuştin de, nabe ku hilbijartin bikeve rojevê. Di rewşeke bi vî rengî de, rewatiya vê namîne. Bi zora çekê, hilbijartin nayê kirin."
Semsûr herî dawî ev nirxandin kir: "Yên ku di nava şer de dijîn, gel in. Ev yek polîtîkayeke. Koçberkirina gelê me yê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê polîtîkayeke. Bi vê polîtîkayê re dixwazin gel teslîm bigirin. Yên şer dimeşînin dixwazin encamên şer bi koçberkirinê re paqij bikin. Li dijî gel êrîşên nîjadperestî tên kirin. Ev yek ne êrîşên ji aliyê gel ve hatine kirin e. Ji aliyê derdorekê ve tê birêxistinkirin. Girîng e haya gelên Tirkiyeyê ji vê hebe. Jiyana demokratîk û azad a li Kurdistanê di heman demê de wê di nava gelên Tirkiyeyê de bersiva xwe bibîne. Berxwedana li Bakurê Kurdistanê wê bandorê li her çar parçeyên Kurdistanê bike. Bi taybetî divê bi berxwedana li Rojava re hevgirtî be. Bi berxwedana 6-7'ê Cotmehê re sînor ji holê hatiye rakirin. Girîng e wateyên nû li vê bê kirin. Yên ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bike, jin in. Bi taybetî şoreşa Rojava şoreşeke jinê bû. Lewma yên xwedî li berxwedanê derkevin jî, divê jin bin."