Gelê Geverê raneza, li ber xwe da!

Tîmên tevgera taybet, tevahiya şevê êrîş kirin lê nekarîn berxwedana li Geverê bişikînin. Tîmên tevgera taybet ên top û hawan avêtin, çekên giran bi kar anîn, ji wesayîtên zirxî sixêf dikin, li pêşberî berxwedanê neçar man xwe vekişînin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ji danê êvarê û pê ve Fermandariya Tumenê û Tabûra Efeler, top û hawan avêtin taxên Îpek, Yeşîldere, Orman û Dîze. Tîmên taybet jî hem ev tax hem jî taxên Cumhuriyet û Kişlayê dorpêç kirin. Top û hawanên ku hatin avêtin li gelek malan ketin û zaroka bi navê Rojîn Ozatli birîndar bû. 

Li dijî êrîşa polîsan li hemû taxan gel daketin kolanan û bi tilîlî, dirûşm û çalakiyên dengderxistinê ve terora dewletê şermezar kirin. Ji ber topebaran û guleberana polîs û leşkeran gule li dîwarên gelek malan ketin. Bombeyên tîmên taybet avêtin teqiyan û gel bi dirûşmên "Bijî berxwedana Geverê" "Bijî berxwedana Cizîrê" ve bersiv dan. 

Derengiya şevê jî ji ber ku tîmên taybet nekarîn berxwedana gel bişikînin neçar man ji taxên ku dorpêç kirine vekişin. Piştî ku tîmên taybet ji taxan vekişiyan jî nobeta xwe bi dorê berdewam kir. Tîmên taybet li taxan di hundirê wesayîtên zirxî de heqeret li gel kirin lê li gel heqeretan jî gel ji berxwedana xwe tawîz neda. Serê sibehê jî karkerên paqijiyê yên Şaredariya Geverê li taxên ku gel parastina xwe ya cewherî pêk anîn li dora bendan paqijî kir. 

TOPÊN HAWANÊ AVÊTIN MALAN

Li aliyê din topên hawanê yên hatine avêtin li gundê Sekranê li dîwarê malekî ket. Di dîwarên malê de xisar çêbû û bi tesadufî tiştek bu kesekî nehat. Ji topên hawanê yên hatine avêtin 5 ji wan li taxa Îpekê li mala Abdulkerîm Uyan ket. Uyan anî ziman ku top ji Fermandariya Tumenê ya nevçeyê hatine avêtin û wiha got: "Ev hemû dewleta TC avêt me. min ev kom kirin lê yên li ser ban mane jî hene. Piştî ku ev avêtin panzeran malên me gulebaran kirin. êdî bes e, li taxan sivîl tijî e. Jibilî me kesek tuneye. Êdî vê yekê bibihîzin û bibînin."