KURDISTAN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Biryara reşkirina Ozgur Gun TV hate rawestandin
Piştî ku weşana Şîrketa Peyka Dîgîmedyayê ji aliyê RTUK'ê ve hate hate rawestandin di nav de Ozgun Gun TV jî heye weşanên gelek kanalan hatibû rawestandin, 12'emîn Dadgeha Îdare ya Enqereyê biryar da rawestandin.
-
-
-
-
YPG'ê ji bo Xelîl Kalo peyama sersaxiyê weşand
YPG'ê ji bo nivîskarê Kurd Xelîl Kalo peyama sersaxiyê weşand û got, "Em hêvîdar in wê hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurd, ji bo pêşeroja azad û bi rûmet a Kurdan li ser şopa Mamoste Kalo bimeşin."
-
-
-
-
-
'Heta mêtîngerî biqede wê berxwedan mezin bibe'
Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Ciwanên Kurd ên ji neslê Şêx Seîd û Seyîd Rizayan hatine, mîna demên bihurî wê îro jî li ber xwe bidin. Heta ku dagirker li Kurdistanê têk biçin û mêtîngerî biqede, wê berxwedanê mezin bikin."
-
Cizîr guh nade dorpêçandinê
Cizîriyan gotin, "Ji niha û pê ve jî, li hemberî kesên bi çavê mirovan li me nenihêre, em ê li ber xwe bidin. Dewlet wê êdî nikaribe bikeve nava taxên me û em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin."
-
Polîsan Taxa Xaçort dorpêç kirin û kesek birîndar kirin
Polîsan Taxa Xaçortê ya girêdayî navçeya navend a Îpekyolû ya Wanê dorpêç kirin û tîmên tevgera taybet derdor rasterast gulebaran kirin. Di encama gulebarana polîsan de bavê zarokekî Mahsûn Îlkaş (20) bi giranî birîndar bû.
-
-
-
-
Gerîlayê HPG’ê Alturk, li Qilabanê hat oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Hacî Alturk (Serdem Pîran) ku li gundê Heştanê di operasyona artêşa Tirk a Şirnexê bi êrîşa helîkopterên Kobrayê de jiyana xwe ji dest dabû, li Qilabanê ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin.
-
Polîsan li Wanê rojnamevan Dûrsûn derb kirin
Îro li Wanê meşek ji bo azadiya Ocalan û protestokirina komkujiya Cizîrê pêk hat. Piştî meşê polîsan hewl dan ku kesekî îxtiyar ê xwest posterê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji erdê rake lînç bikin.
-
-
Demîrtaş Elbak ziyaret kir
Demîrtaş piştî navçeya Colemêrg Geverê derbasî navçeya Elbak a Wanê bû. Demîrtaş ê li vir axaftinek kir got: "Êdî siyaseta demokratîk wê li pêş be. Wexte ku em hemû pirsgirêkên xwe bi siyaseta demokratîk çareser bikin.”
-
-
-