Demîrtaş Elbak ziyaret kir
Demîrtaş piştî navçeya Colemêrg Geverê derbasî navçeya Elbak a Wanê bû. Demîrtaş ê li vir axaftinek kir got: "Êdî siyaseta demokratîk wê li pêş be. Wexte ku em hemû pirsgirêkên xwe bi siyaseta demokratîk çareser bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta HDP’ê ya pêre, piştî bernameya xwe ya li Geverê bi dawî kirin ku hatin Elbakê li devera Kerîzan a li ser rêya Wan-Colemêrgê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtan hatin pêşwazîkirin. Heyeta HDP’ê ya ket navçeyê ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Heyet cara duyemîn ji aliyê hezaran welatiyê di destê wan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û pankartan hatin ber Nexweşxaneya Dewletê ve hat pêşwazîkirin. Girse bi otobusa HDP’ê re heta avahiya DBP’ê bi dirûşman meşiya. Demîrtaş, Parlamentera Agirê Leyla Zana, Parlamenterê Amedê Altan Tan, Parlamenterê Riha Dîlek Ocalan û Osman Baydemîr, Parlamenterê Dîlokê Celal Dogan gel silav kirin.
Demîrtaş ê ji bo Elbak li Tirkiyeyê yekemîn navçeya ku herî zêde deng daye partiyeke siyasî ye spas kir û got: "Em wek karwanê aştiyê îro li Elbakê ne. Helbet pir cihên hêja yên Tirkiyeyê hene. Di nav 960 navçeyên Tirkiyeyê de hûn navçeya yekemîn a dengên herî zêde dane partiyeke siyasî. Lewma em bi we serbilind in. Hûn wek gel dema wext hat we nanê parve kir. Dema wext hat we gundê xwe, bizina xwe, dema wext hat we canê xwe da. Dema wext hat we ji sedî sed dengên xwe dan. We îşkence û zilm dî. Yanî ji tişta dikeve ser milê we, we zêdetir kir. Xwişk û birayên min ên hêja îro êdî ev wezîfeya me ye. Eger fedakarî be, pêşengî be, berdêl be dor a me ye. Wek 80 parlamenterî bi soza em bibin xizmetkarê gelê xwe me piştgirî wergirt. Êdî siyaseta demokratîk wê li pêş be. Wextê em hemû pirsgirêkên xwe bi siyaseta demokratîk çareser bikin.”
Heyeta HDP’ê paşê ber bi Wanê ve ket rê.