Cizîr guh nade dorpêçandinê
Cizîriyan gotin, "Ji niha û pê ve jî, li hemberî kesên bi çavê mirovan li me nenihêre, em ê li ber xwe bidin. Dewlet wê êdî nikaribe bikeve nava taxên me û em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin."
Cizîriyan gotin, "Ji niha û pê ve jî, li hemberî kesên bi çavê mirovan li me nenihêre, em ê li ber xwe bidin. Dewlet wê êdî nikaribe bikeve nava taxên me û em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin."
Li Cizîrê piştî qedexeya derketina derve, di encama pevçûna navbera gel û tîmên tevgera taybet de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tevî êrîşa hêzên dewletê ya bi tank û bombeyan a li hemberî taxan jî, gelê Cizîrê dibêje ku ew ê malên xwe neterikîne. Ji bajarên cuda yên Kurdistanê, Tirkiye û welatên Ewrapopayê heyetên çavdêrî û lêkolînê hatin Cizîrê. Cizîriyan ji heyetan re gotin, "Li Cizîrê ya wê komkujiyeke mezin rû bide, yan jî em ê cih û warên xwe neterikînin."
Cizîrî ji ANF'ê re axivîn û ev peyam dan: "Ji niha û pê ve jî, li hemberî kesên bi çavê mirovan li me nenihêre, em ê li ber xwe bidin."
SOSIN ÎMRAG: Di nava êrîşên dewletê yên 10 rojan de eger me piştgirî nedabûna hev, dibe ku gelek ji me ji tîna bimira. Şebekeyên avê hatibûn teqandin, depoyên avê yên li ser xaniyên me ji aliyê polîsan ve bi zanebûn hedef dihatin girtin. Her wiha ji bo mirovên xwarina wan tinebûn, ciwanan mirin didan ber çavên xwe û xwarin ji wan re dianînin. Gelek ciwan ji ber van hewldanên xwe hatin qetilkirin. Li Botanê dibe ku mirov dewlemend nînin, lê belê kesî nebihîstiye ku cîranê yekî birçî maye. Her kes alîkariyê dide hev. Van êrîşên dewletê ruhê piştgiriyê xurttir kir. Ji xwarina niha li ser êgir e, her kes sûdê werdigire. Çawa ku ji bo dewlet zarokên me qetil nekin em hemû bûn yek, di jiyanê de jî em ê yekîtiya xwe pêk bînin. Di nava deh rojan de saziyên dewletê bi tenê em bomberdûman kirin. Dewlet bi tenê ji bo girtina zarokên me tên taxên me. Em ê êdî vê qebûl nekin.
MERYEM BÛDAK: Ji ber ku polî beriya niha timî ji bo zext û girtinê dihatin malên me, ji bo dîtina çareyekê ji vê rewşê re, civîna meclîsên taxan hat lidarxisitn. Di civînê de ev biryar hat dayîn; 'Ji vê saetê û pê ve em ê nehêlin ku polîs bi awayekî bêhiqûqî ji bo girtina zarokên me bikevin nava taxên me. Ya wê me hemûyan bikujin an jî em ê destûrê nedin girtina zarokên xwe.' Me ev qebûl nekir û em ê ti carî qebûl nekin. Zarokên ku em wan di nava şert û mercên zehmet de mezin dikin, polîs rojekê diavêjin ser malan û wan digirin binçavan. 10 sal, 20 sal cezayê girtinê li wan dibirin. Em ji vê derê bang li her kesî dikin; gelo zarokên me mihên bên qurbankirin e? Em ji dewleta Tirk a ku me weke dijmin dibîne re dibêjin, bi aqil be. Li hemberî kesên bi çavê mirovan li me nenihêrin, beriya her kesî weke jin em ê li dij derkevin. Ji vê saetê û Pê ve dewlet wê nikaribe bikeve nava taxên me û em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Gelo ev qanûnên dewleta ku dijminatiyê li me dike, ayet in? Em êdî van qanûnên we qebûl nakin.
NÛRETTÎN BORAN: Piştî Iraq û Sûriyeyê, hêza li Bakurê Kurdistanê jî êrîşî gelê me dike, heman hêz û heman mejî ye. Em îdîa dikin; ev DAIŞ'î ne. Li hemberî leşker û polîsên vê dewleta guleyan li ser jin, zarok û her kesî direşîne, ji niha û pê ve jî yekane alternatîfa me berxwedan e. Xelîfeyê DAIŞ'ê ferman daye, gotiye kî derkeve pêşiya we, bikujin. Li ser navê çi? Li ser navê ol! Li Cizîrê 350 mizgeft hene, qaşo li ser navê Misilmantiyê gelê Cizîrê qetil dikin. Pêwîste dewlet vê baş bibîne; tecrûbeya me ya 40 salan heye, ji niha û pê ve jî jiyaan serî li ber we ditewîne bila li me heram be. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin.