Li Hesekê wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan hat bêbandorkirin

Hêzên Asayîşa li bajarê Hesekê wesayîteke ku bi 2 ton TNT hatibû barkirin, girt û ew bê bandor kir.

Hêzên Asayîşa li bajarê Hesekê wesayîteke ku bi 2 ton TNT hatibû barkirin, girt û ew bê bandor kir.

Îro saetên nîvro welatiyên Taxa Sînaa ya bajarê Hesekê agahî dan hêzên Asayîşa bajêr ku wesayîteke nayê naskirin nêzî 24 saetan li pêşiya Stadgeha futbolê ya li ser rêya Sînaa sekinî ye. Welatiyan guman kirin ku çeteyan ev wesayît bi cih kiribin da ku teqîneke din pêk bînin û ji ber vê jî agahî dan hêzên Asayîşê.

Piştî agahiyê hêzên Asayîşê tevî tîmên bêbandorkirina bombeyan çûn cihê wesayît lê sekinî ye, derdora wê dorpêç kirin û nehiştin ku welatî nêzî wê deverê bibin.

Tîmên Asayîşê îşev saet di 21:30’an de wesayîta ku bi 2 ton TNT hatibû barkirin vekir û bê bandor kir. Bi vê yekê hêzên Asayîşê welatiyên bajar ji teqîneke pir mezin parastin.

...