Li Wanê bi hezaran kes ji bo Cizîr û Azadiya Ocalan derketin kolanan
Êrîşa dewleta Tirk a li hember Cizîrê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wanê bi tevlîbûna hezaran kesan bi meş û daxuyaniya çapemeniyê hat protestokirin.

Li Wanê bi hezaran kes ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li Cizîrê û Kurdistan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên faşîzan ên lîncê yên li bajarên Tirkiyeyê li hember gelê Kurd protesto bikin li Parka Feqiyê Teyran kom bûn.
Girseya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankart û dowîz hilgirtin barîkata polîsan derbas kirin û ber bi Terqarê ya Îkî Nîsanê ve meşiya. Di dema meşê de dirûşmên, “Gelê Cizîrê ne bi tenê ye”, “PKK’e gel e, gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin. Hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Munîr Aras, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Veysî Dîlekçî, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Yûrdûsev Ozsokmenler, Adem Geverî, Tugba Hezer, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl tevlî meşê bûn.
Meş heta Terqarê ya Îkî Nîsanê berdewam kir. Li vir Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Munîr Aras wiha axivî: “Konsepta şer a AKP’ê ku 6 meh berê xist meriyetê, gihiştiye asteke pir cuda. Gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê jixwe serî li ber AKP’ê ya ku li hember wan şerekî topyekûn destpê kir, natewînin. Gelê Kurd li hember zilmê wê berxwedana xwe ya jiyanî ya demokratîk deyne holê.”
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer jî got: “ Li Davosê Erdogan ji Serokkomarê Îsraîlê gotibû ‘Hûn kuştina zarokan baş dizanin’ û îro bi xwe li Cizîrê zarokan qetil dike.”
Piştî axaftinan ku wê girse belav biba, polîsan mudaxeleyî girseyê kirin. Li hember van êrîşan, girseyê xwe parast. Di pevçûnên derket de heta niha 3 kes hatin binçavkirin. Li Wanê pevçûn didomin.