Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Ciwanên Kurd ên ji neslê Şêx Seîd û Seyîd Rizayan hatine, mîna demên bihurî wê îro jî li ber xwe bidin. Heta ku dagirker li Kurdistanê têk biçin û mêtîngerî biqede, wê berxwedanê mezin bikin."
Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku êrîşên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi binpêkirina peymanên navneteweyî û hiqûqa şer re da destpêkirin, bi tundî dewam dike.
Hat ragihandin ku rejîma Tirk a mêtînger a ku ji 15'ê Sibata 1925'an û vir ve di bin navê cuda de li Bakurê Kurdistanê rewşa awarte bi rê ve dibe, ji meha Tîrmehê û vir ve, di çarçoveya konsepteke şerê topyekûn ê ku Başûrê Kurdistanê jî hedef digire de, ji rewşê awarte û salên 1990'î dijwartir, ji bo ji nû ve avakirina mêtîngeriya xwe ya li Kurdistanê, êrîşên xwe yên li gund, bajarok û bajarên Kurdistanê zêde dike.
Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Rejîma Tirkiyeyê ya Mêtînger, bi ragirtina gelê sivîl bi rojan li nava malan û bi qetilkirina sivîlên bêguneh re niyet û armanca xwe bi awayekî vekirî nîşan daye. Tevî ku gelê Kurdistanê daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk û aştiyane bi salane di nava sîstema parlamenteriyê de bilêv dike, li hemberî gelê sivîl ê bi hesret li benda hatina aştiyê ji bo Kurdistanê ye, ev du meh in êrîşên hovane yên rûmeta mirovan binpê dike, tên kirin."
Koordînasyona Komalên Ciwan da zanîn ku parlamenterên gelê Kurd ên li gorî destûra bingehîn a Tirkiyeyê hatin hilbijartin nekarîbûn bikevin nava bajarên xwe û got, "Tevî van êrîşên li Kurdistanê rû dan, li metropol û bajarên Tirkikyeyê jî, çeteyên faşîst û hêzên şerê taybet, ji ber xweranegirtina li serketina demokratîk a 7'ê Hezîranê êrîşî kargeh, mal, wesayît û mirovên sivîl ên gelê Kurd kirine, ew lînç kirine.
Li gel van êrîşan, bi Rêber Apo re ji meha Nîsanê û vir ve ti êrîş nayên kirin, ji zîndana Îmraliyê ti agahî nayê girtin. Tevî ku mercên Îmraliyê bi peymanên navneteweyî re hatiye ewlekirin jî, Rêber Apo ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne.
Bêguman ciwanên Kurdistanê yên welatparêz û şoreşger li hemberî van êrîşan, refleksa herî xwezayî ya her zindiyî nîşan didin û li ku êrîşa mêtîngerî, li ku zilma dagirkeran a li hemberî gel hebe, di çarçoveya mafê parastina rewa de berxwedana xwe bi heybetî didomînin. Ti kes nikare li bendê be ku ciwanên Kurd helwesta xwe ya berxwedanê ya ji bo parastina hebûn û jiyana civaka Kurdistanê daye destpêkirin, biterikîne. Divê kesek nekeve nava bendewariyeke bi vî rengî. Weke ciwanên Kurdistanê me ti carî di çareseriya pirsgirêkan de şer weke rêbazeke bingehîn nedîtine û me her tim hewl da tevkariyê li çareseriya pirsgirêkan bi muzakereyê bikin. Lê belê ya ku rejîma faşîst û mêtînger her tim li ser civak û ciwanên Kurd ferz kir, teslÎmiyet û serîtewandibûn bû."
Koordînasyona Komalên Ciwan da xuyakirin ku gladyoya nû ya li Qesrê hat avakirin, dibe ku bixwaze gelê Kurdistanê teslîm bigire, lê belê dawiya vê gladyoyê jî wê husran be. Koordînasyonê got, "Ciwanên Kurd ên ji neslê Şêx Seîd û Seyîd Rizayan hatine, mîna demên bihurî wê îro jî li ber xwe bidin. Heta ku dagirker li Kurdistanê têk biçin û mêtîngerî biqede, wê berxwedanê mezin bikin. Roj li Kurdistanê roja berxwedanê, bi mezinkirina refên berxwedanê re roja parastina qadên xwerêveberiyê e. Roj, li dijî mêtîngeriya di sekeratê de ye, roja herikîna li qadên berxwedanê ye. Li ser vê bingehê divê ciwanên kurdistanê ji bo parastina hebûna xwe û bi destxistina azadiyê biherikin nava refên gerîla. Ciwaneke/î bi tenê jî divê bêparastin nemîne û di çarçoveya xweparastinê de biçin eniyên xwe.
Jiyana li Kurdistanê her tim bi berxwedanê pêkan bûye. Gelê Kurd ê mezlûm, ku li Kobanê bi berxwedanê bi ser ket, ji Cizîr, Silopiya, Gever û Sûrê destpê kir û wê li ser şopa hevrêyên me Şehîd Êrîş û Gelhat li ber xwe bide û faşîstan ji xaka xwe derxîne. Li kolanên xwîna Êrîş û Gelhatan lê rijiya, wê xwerêveberî û xweparastin bi ser bikeve. Bi Rêberê me re wê gelê Kurdistanê heta bi hetayê azad bibe."