Kawa Şîno yê li Şengalê jiyana xwe ji dest da li Qendîlê hat veşartin
Gerîlayê HPG'ê Kawa Şîno yê li Şengalê di şerê 9'ê Îlona 2015'an ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî duh li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a Qendîlê hat veşartin.
ANF
QENDÎL
çarşem, 16 rezberê 2015, 11:02
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kawyan Salawatî (Kaw Şîno) yê li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Sine ji dayik bû, di 9'ê Îlona 2015'an de li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Kawa Şîno bi konvoyekê anîn cihekî nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê û radestî gerîlayên HPG'ê hat kirin. Girseya gel bi qîrîna dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Şehîd xwîna te li erdê namîne" radestî gerîlayan kir û ber bi Qendîlê ve oxir kir.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kawa Şîno yê di sala 2009'an de tevlî refên gerîla bûbû, ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr hat veşartin.