Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yilmaz li Colemêrgê spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Emrah Yilmaz (Avareş Colemêrg) tevî astengiya polîsan jî bi tevlîbûna bi hezaran bi dirûşma, “Şehîd Namirin” spartin axê.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Emrah Yilmaz (Avareş Colemêrg) tevî astengiya polîsan jî bi tevlîbûna bi hezaran bi dirûşma, “Şehîd Namirin” spartin axê.
Gerîlayê HPG’ê Emrah Yilmaz (Avareş Colemêrg) ê di encama bomberdûmana ku artêşa Tirk li bejahiya gundê Heştan ê li qûntarên Çiyayê Cûdî pêk anî jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna bi hezaran bi dirûşma, “Şehîd Namirin” li Colemêrgê spartin axê.
Gerîlayê HPG’ê Emrah Yilmaz (Avareş Colemêrg) ê bi 5 hevalên xwe re li bejahiya gundê Heştan ê girêdayî Şirnexê di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li bi tevlîbûna hezaran kesan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Cenazeyê Yilmaz di ketina bajaroka Silehî de bi konvoyeke ji sedan wesayîtan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Girseyê bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" li ber avahiya nexweşxaneyê cenaze pêşwazî kir. Girse dema cenaze hat bi dirûşma, “Şehîd Namirin” dema li ber nexweşxaneyê dest bi meşê kir, polîsên tîmên taybet welatî derb kirin û çekên rastî berdan hewayî. Welatiyan paşê cenaze hilgirtin û ber bi Goristana Serê Solan ve meşiyan. Di tevahiya rê de bi sedan kes bi çepik û tilîliyan tevlî merasîmê bûn.
Girseya li cihekî li nêzî goristanê sekinî, sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend û derbasî goristanê bû. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yilmaz bi dirûşman spartin axê. Parlamenterê HDP’ê Nîhat Akdogan ê axaftineke kurt kir li hember hovîtiya polîsan nerazîbûn nîşan da û got: “Em ji ber cenazeyên polîs û leşkeran hesas nêz dibûn. Lê hurmeta wan ji bo cenazeyê me nîne.” Girse piştî axaftinan bi çepikan ji goristanê veqetiya.