KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Leşkeran welatiyên dixwestin biçin şehîdgeha Gimgimê gulebaran kirin
Li Gimgimê hêzên dewleta Tirk ku “Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî” xera kirin û ev du roj in qadê bombe dikin, welatiyên ber bi şehîdgehê ve diçûn gulebaran kirin. -
Hevseroka HDP’ê ya Gimgimê hat binçavkirin
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê vê sibê di serdegirtinên malan de Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Halîde Aktay û 2 welatî hatin binçavkirin. -
Ji bo Vedat Balik ê bi guleya polîsan hat qetilkirin li Wanê bîranîn
Vedat Balik ê 15’ê Îlonê li Wanê bi guleya polîsan hat qetilkirin, li cihê jiyana xwe ji dest da ku hat bîranîn û şûnde meşek hat lidarxistin. -
Balafirên şer herêma Pirbila ya Heftanînê bomberdûman dikin
Balafirên şer ên Tirk herêma Pirbila ya Heftanînê bomberdûman dikin. Di bomberdûmanê de rez û bexçeyên gundiyan zerar dîtin. -
Artêşa Tirk bomberdûman û keşfan didomîne
Hêzên Parastina Gel, ragihand ku artêşa Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya bomberdûman û keşfan didome. -
Gerîlayên HPG'ê li gelek navendên Bakurê Kurdistanê çalakî lidar xistin
Gerîlayên Hêzên Parastina Gel li Colemêrg, Şirnex, Amed, Çewlik, Mûş û Bedlîsê li dijî polîs û hêzên artêşa Tirk çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de dewleta Tirk windahiyên giran da. -
Li Zap, Metîna û Garê tevgera balafirên şer
Li ser herêmên Zap, Metîna û Garê yên Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer rû dide. -
Sariyildiz: Cizîr serbilind e û li ser piyan e!
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz destnîşan kir, ku hesabên gemarî û bi xwîn ên AKP'ê, li Cizîrê têk çûne. -
HPG’ê nasnameya gerîlayekî jiyana xwe ji dest da aşkera kir
HPG’ê diyar kir ku li qada Gabarê ya Şirnexê gerîla Talhat Çelîk (Reşîd Serdar), di dema kemîna artêşa Tirk de ji koma xwe qut bû û birîndar bû, ji bo dîl nekeve dawî li jiyana xwe aniye. -
Binçavkirin û girtinên AKP’ê didomin
Li Kop, Silopiya û Bêrecûkê 4 kes hatin binçavkirin kesek hat girtin. Hat diyarkirin kesên li Rihayê hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine kirin. -
Baroya Şirnexê têkildarî komkujiyên sivîl ên li Cizîrê gilî kir
Baroya Şirnexê têkildarî bûyerên li Cizîrê rû dan, der heqê Walî, Qeymeqam û hêzên dewletê de gilî kir. -
Anli: Divê firsenda xwerêveberiyê ji dest neçe
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, li çalakiya bi dirûşma "Bi hev re ber bi xwerêveberiyê ve" axivî û got, "Hîn bêhtir xwerêveberî, hîn kêmtir dewlet." -
Li Azingê terora AKP’ê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Azingê dijîn êrîşên terora dewleta Tirk ên li Cizîrê û gelemperiya Bakurê Kurdistanê bi çalakiyekê ve protesto kirin. -
Destana berxwedana sedsala 21'an: Kobanê - 2
Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî YPG/YPJ'ê di bihara 2014'an de derbên giran xwarin û li her qadê êrîşên wan rastî berxwedaneke mezin hatin, fêm kirin ku êrîşa li hemberî Kobanê wê ne hêsan be. -
Erzîncan: Civaka azad bi çapemeniya azad re dikare dengê xwe bide bihîstin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku AKP dixwaze bi sansur, girtin û qedexekirina çapemeniya azad re rûyê xwe yê qirêj veşêre û got, "Civaka azad bi çapemeniya azad re dikare dengê xwe bide bihîstin." -
Esnafê Cizîrê: Kevir be, wê biderize
Li Cizîrê hedefeke din a tîmên taybet, esnaf in. Tevî gelek malan, dewletê zerar da gelek dikanan. Yek ji van dikanan jî ya Mesût Yeren e. Yeren ê li Taxa Nûrê malzemeyên elektrîkê difiroşe, bi rojane hewl dide dikana xwe sererast bike. -
Gel bi xweparastinê re nehişt polîs bikevin nava taxê
Li Şirnexê, gel bi xweparastinê nehişt re tîmên tevgera taybet ên Tirk bikevin taxa wan. -
Gelo artêşa Tirk li Şaxê 'bombeya mîsketan' bi kar anî?
Di dema bomberdûmana bejahiya Ferxinusê de şewateke mezin derket. Gundiyan dan xuyakirin ku helîkopterên şer ên artêşa Tirk bombeya mîsketan avêtine herêmê. -
Çalakiya kon a li Kolnê bi biryadarî didome
Çalakiya kon a li Kolnê di roja 5. de bi biryardariyeke mezin didome. -
Nûnerên saziyên Kurdan, Omer ziyaret kirin
Nûnerên saziyên Kurdan, ciwanê Kurd Mazlûm Omer ê roja Şemiyê li bajarê Hannoverê, ji ber êrîşa faşîstan bi giranî birîndar bû, ziyaret kirin. -
"Em nikarin ji Ocalan agahiyan werbigirin"
Parêzer Mahmût Şakar da xuyakirin ku tecrîda li Îmraliyê hatiye şidandin û got, "Ji 5'ê Nîsanê û vir ve em nikarin agahiyê jî ji muwekîlê xwe bigirin. Em nizanin rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye." -
Çapemeniya azad hînê dinivîsîne! - 2
Biryara girtina malperên ANF, DÎHA, Ozgur Gundem, JINHA, Etha û bi sedan ajans û rojnameyan, di 24'ê Tîrmehê roja bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê hat dayîn. -
Ozgur Gun TV dest bi weşanê kir
Piştî ku weşana Şîrketa Peyka Dîgîmedyayê ji aliyê RTUK'ê ve hate hate rawestandin di nav de Ozgur Gun TV jî heye weşanên gelek kanalan hatibû rawestandin, dadgehê ku biryar da rawestandin, piştî biryarê Ozgur Gun TV dest bi weşanê kir. -
Di bomberdûmana artêşa de Tirk 100 hektar erazî şewitî
Di bomberdûmana artêşa Tirk a bi helîkopterên Kobrayê li bejahiya Ferxînûs a girêdayî navçeya Şax a Wanê e 100 hektar erazî şewitî. -
Hevserokê HDP'ê yê Artemêtanê hate binçavkirin
Li navçeya Artemêtanê Hevserokê HDP'ê yê Artemêtanê Recep Gultepe hate binçavkirin.