Sariyildiz: Cizîr serbilind e û li ser piyan e!
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz destnîşan kir, ku hesabên gemarî û bi xwîn ên AKP'ê, li Cizîrê têk çûne.
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz destnîşan kir, ku hesabên gemarî û bi xwîn ên AKP'ê, li Cizîrê têk çûne.
Sariyildiz got, "AKP li Cizîrê bi ser neket; ev yek bû têkçûna wê" û destnîşan kir, ku gelê Kurd wê ti carî serî netewîne. Sariyildiz banga muzakereyê kir.
'AKP'Ê DI ŞEXSÊ CIZÎRÊ DE XWEST GELÊ KURD BIFETISÎNE'
Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku di 9 rojên qedexeya derketina derve de zêdeyî 20 sivîl ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, jiyan ji nû ve tê avakirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê di dema terora dewletê de li cem gelê Cizîrê bû ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku her çend bîlanço giran be jî serê gelê Kurd bilind e û li ser piyan e.
Sariyildiz anî ziman ku ji 23 kesên di dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan 15 jê bi guleyên polîsan hatin qetilkirin û da zanîn, ku berevajî îdîayên rayedarên dewletê, temamiya van 15 kesan, sivîl in. Sariyildiz got, "Di nava van sivîlan de zarokên 6 salî, 12 salî û extiyarên heta 75 salî hene. Bi dehan kes jî birîndar bûn." Sariyildiz da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê xwestiye li Cizîrê yek ji komkujiyên herî hov ên dîroka Kurdistanê pêk bîne û diyar kir, ku di şexsê Cizîrê de hewl hat dayîn daxwazên demokratîk, rewa û azadiyê yên gelê Kurd bên fetisandin. Sariyildiz destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ev armanca xwe bi ser nexistiye û got, "Ev yek ji bo dewletê bûye têkçûnek."
'GELÊ KURD WÊ SERÎ LI BER ZILMÊ NETEWÎNE'
Sariyildiz da xuyakirin, ku tevî hemû windahî û zilma hat kirin, gelê Cizîrê serbilind e û li ser piyane. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz diyar kir ku gelê Cizîrê moral û hêviya xwe ya ji bo siberojan bilind dike û hewl dide birînên xwe bipêçe. Sariyildiz ragihand ku hesabên AKP'ê yên bi xwîn û komkujiyan, ku li hemberî Cizîrê dikir, bi ser neketine, îflas kirine û anî ziman ku tevî vê yekê jî desthilatdariya heyî ders ji polîtîkayên xwe yên qirêj dernexistiye. Sariyildiz diyar kir ku AKP hînê li bendê ye ku bi xwînê careke din bibe desthilatdar û diyar kir ku ev polîtîka li Cizîrê bi ser neket, li ti cihî wê bi ser nekeve.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz destnîşan kir, ku gelê Kurd wê ti carî serê xwe li ber zilma lê tê kirin netewîne û banga muzakereyê kir.