'Divê herkes ji bo çareseriyê gavan biavêje!'
Besiye Ozer a ku 30 sal girtîbû, rewşa dawî ya girtîgehan û pêvajoya heyî nirxand. Besiye Ozer, anî ziman ku ew di vê pêvajoya 30 salan de her tim bêriya çiya û xaka xwe kiriye.
Besiye Ozer a ku 30 sal girtîbû, rewşa dawî ya girtîgehan û pêvajoya heyî nirxand. Besiye Ozer, anî ziman ku ew di vê pêvajoya 30 salan de her tim bêriya çiya û xaka xwe kiriye.
Besiye Ozer a ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, behsa jiyana girtîgehê, pirsgirêkên tenduristiyê û pêvajoya heyî kir. Besiye Ozer, da zanîn ku ew di 20 saliya xwe de hatiye girtin û li girtîgehê bûye şahidê gelek çîrokan û wiha got, "Me gelek hevrê nas kirin, me guhdarî li gelek çîrokan kir; lê ya herî girîng me çîroka xwe bixwe dît. Ji ber vê em dikarin bêjin ku girtîgeh qadeke tije çîrok e. Tiştê ku ji bo me bûye dîrok ev çîrok bixwe ne, dîroka zindanan jî bi van çîrokan gihîştiye roja îro."
ÊRÎŞAN EM BÊTIR ZINDE KIRIN
Besiye Ozer, diyar kir ku zext û binpêkirinên mafan li girtîgehê tu carî bi dawî nebûn û wiha axivî: "Ev êrîş tu carî nebûn sedema bêmoraliya me. Berevajî vê, moral û têkoşîna me bêtir zindî hişt. Rêbaza êşkenceyê ya salên 90î qet neguhêrî."
‘MIN HERÎ ZÊDE BÊRIYA CIHÊN KU BÎRANÎNÊN MIN LÊ HENE KIR’
Besiye Ozer, anî ziman ku herî zêde ew bêriya gund, dayik û axa zarokatiya xwe kiriye û got, "Min bêriya cihên ku qet nedîtine nekir; min bêriya wan deman kir ku bîranînên min lê hene. Di xeyala min de her tim çiya û axa ku ez lê mezin bûm hebûn."
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
Besiye Ozer, destnîşan kir ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û wiha domand, "Ji bo girtiyên nexweş helbet divê guhertinên qanûnî bên kirin. Şert û mercên girtîgehê ne cihên wisa ne ku mirovên nexweş tê de bimînin."
‘DIVÊ PÊVAJO BI HER AWAYÎ WERE PIŞTGIRÎKIRIN’
Besiye Ozer, da zanîn ku wan li girtîgehê pêvajoyê ji nêz ve dişopand û got, "Beriya niha me behsa xetereyan dikir, lê me tu carî hêviya xwe winda nekir. Ji bo vê pêvajoyê û çareseriyê, divê herî zêde em piştgiriyê bidin."
‘EM HÊVIYA XWE DIPARÊZIN’
Besiye Ozer, anî ziman ku pêvajoya aştiyê ya ku beriya berdana wê dest pê kiriye hêvî çêkiriye û got ku gelek hevrêyên wê hêj di girtîgehê de ne. Besiye Ozer got, "Tevî her tiştî jî em hêviya xwe diparêzin. Di dirêjahiya dîrokê de em her tim li aliyê çareseriyê bûn."
PIŞTÎ 7 SALAN DIYA XWE HEMBÊZ KIR
Besiye Ozer, diyar kir ku piştî 7 salan cara yekem ew diya xwe hembêz kiriye û got ku divê hemû girtî bigihêjin malbatên xwe. Besiye Ozer axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Divê hemû girtî bên berdan. Mafê hembêzkirina malbatê nabe ku ji destê tu kesî were girtin. Divê herkes alîgirê çareseriyê be."