Ji bo Vedat Balik ê bi guleya polîsan hat qetilkirin li Wanê bîranîn
Vedat Balik ê 15’ê Îlonê li Wanê bi guleya polîsan hat qetilkirin, li cihê jiyana xwe ji dest da ku hat bîranîn û şûnde meşek hat lidarxistin.
Vedat Balik ê 15’ê Îlonê li Wanê bi guleya polîsan hat qetilkirin, li cihê jiyana xwe ji dest da ku hat bîranîn û şûnde meşek hat lidarxistin.
Li Wanê ji bo Vedat Balik ê 18 salî yê li Taxa Xaçort a ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, destpêkê li ber mala xwe hat bîranîn. Hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Munîr Aras, Hevserokê HDP’â Wanê Veysî Dîlekçî, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Tugba Hezer, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe, xizmên Balik û welatî tevlî bîranînê bûn. Piraniya jinan a di taziyeyê de bal kişand.
Di dema taziyeyê de ku kêliyên hestyar rû dan, girseyê kulîlk danîn cihê Balik hat qetilkirin. Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn a li vir xîtabî gel kir, bang li AKP’ê kir ku dest ji polîtîkayên şîdetê berde û vegere maseya muzakereyê.
Piştî axaftina Şahîn girse bi dirûşma, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Hevrê Vedat nemire’ ber bi mala taziyeyê ya li Kolana Hîsar ve meşiya.
Li mala taziyeyê piştî mewlûdê, Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan got, “Em jî soz didin hevrê Vedat. Em ê têkoşîna wî mutleq bi têkoşînê tacîdar bikin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan jî diyar kir ku êdî gelê Kurd bêstatubûnê qebûl nake.
Bavê Balik, Marûf Balik jî got ku Vedat şehîdê gel e.