Gel bi xweparastinê re nehişt polîs bikevin nava taxê
Li Şirnexê, gel bi xweparastinê nehişt re tîmên tevgera taybet ên Tirk bikevin taxa wan.
Li Şirnexê, gel bi xweparastinê nehişt re tîmên tevgera taybet ên Tirk bikevin taxa wan.
Tîmên tevgera taybet ên ji bo rakirina bendên xweparastinê yên li Taxa Yenî ya navenda Şirnexê ketin nava taxê, di encama berxwedana gel de neçar man xwe vekişînin. Tîmên tevgera taybet bi gelek wesayîtên zirxî yên Kobra û Akrep berê xwe dan taxê, fîşekên rastî û bombeyên gazê bikaranîn û nekarîn berxwedana gel bişikînin.
GULE LI DERDORÊ REŞANDIN
Polîsan bi îdîaya 'dibe ku bombe lê hebe' bendên hatin danîn bi bombeyan teqandin û ji ber tesîra van teqînan pace û deriyên gelek malên li derdorê şikestin. Tîmên tevgera taybet li taxê gule li derdorê reşandin.