Anli: Divê firsenda xwerêveberiyê ji dest neçe
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, li çalakiya bi dirûşma "Bi hev re ber bi xwerêveberiyê ve" axivî û got, "Hîn bêhtir xwerêveberî, hîn kêmtir dewlet."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, li çalakiya bi dirûşma "Bi hev re ber bi xwerêveberiyê ve" axivî û got, "Hîn bêhtir xwerêveberî, hîn kêmtir dewlet."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, li çalakiya bi dirûşma "Bi hev re ber bi xwerêveberiyê ve" axivî û got, "Hîn bêhtir xwerêveberî, hîn kêmtir dewlet." Anli destnîşan kir ku bi têkoşîna hevpar re jiyana nû were avakirin û banga muzakereyê li dewletê kir.
'DIVIYABÛ BERSIV JI DAXWAZA BIRÊZ OCALAN RE BIHATA DAYÎN'
Kombûna Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê, ku bi dirûşma "Bi hev re ber bi xwerêveberiyê ve" li Sumerpark a Amedê destpê kir, wê 2 rojan dewam bike. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê, Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, axaftina vekirinê kir.
Anli da xuyakirin ku ew ê du rojan li ser xwerêveberiyê biaxivin û anî ziman ku peyva xwerêveberiyê hatiye îlegalîzekirin û weke suc tê nîşandan. Anli da zanîn ku gel dikarin bi hev re jiyana azad înşa bikin û wiha berdewam kir: "Çi heyf e feraseta ku dixwaze erka rêveberiyê di destê xwe de bigire welat ber bi kaosê ve bibe. Eger Mutabaqata Dolmabahçeyê û daxwaza Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a 2013'an bihata bersivandin, me yê bi rojeveke nû aştî pêk bianiya. Ji ber vê yekê gelên ku li ber xwe didin ne tenê ne û em ê bi hev re jiyana azad ava bikin. Çiqas hundirê peyvên me vala bikin, çiqas pûç bikin jî em ê hemû mafên xwe yên legal bi kar bînin. Ti kes nikarin daxwazên gelan îlegal bikin."
'XWERÊVEBERÎ JI BO AŞTIYÊ FIRSENDEKE MEZIN E'
Anli da zanîn ku ew rêzê nîşanî hemû nirx û baweriyan didin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Peyva xwerêveberiyê li ser vê axê yekem car e nayê nîqaşkirin. Ev 500 sal in Kurd li ser axa ku dijîn bêyî ku bacê bidin dijîn. Ferasetên zordar û xwedî erk ev 90 sal in gelê kurd, nasnameya wan û îradeya wan a tine dihesibîne. Ji bo me xwerêveberî daxwazeke siyasî nîne, mafek e. Li kêleka me li Iraq û Sûriyeyê jiyan tê qetilkirin, em jî dizanin ku rêyekî sêyemîn heye. Mînakên Kobanê, Serêkaniyê, Hesekê li ber me ne. Dibêjin ne dîktatorî ne jî teslîmbûn."
Anli diyar kir ku li hemberî zordariya otorîteya navendî daxwaza xwerêveberiyê derketiye holê û got: "Xwerêveberî ji bo aştî pêk bê firsendeke gelekî mezin e. Divê ev firsend ji dest neçe. Guh bidin dengê gel û wê ji we re bêjin aştî. Kî aştiyê bixwaze divê guhdariya wî bê kirin. Yên zext û zordariyê pêk tînin ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve ji bilî wan rawestinin ti rêyên din tinene. Duh jê re zagon derxistin lê modela jê re zagon derxistin îro weke xebatekî dijzagonî tê dîtin. Gelek hevserokên me û endamên meclîsa me bi vê daxwazê tên darizandin. Em vê yekê qebûl nakin û em dixwazin demildest serbest bên berdan. Ti kes nikara vîna gel tine bihesîbîne û ji peywirê bigire."
'EM SOZA XWERÊVEBERIYÊ Û JIYANA NÛ DIDIN'
Anli anî ziman ku daxwazên wan însanî û aştiyane ne û bal kişand ser qedexeyên derketina kolanan ên demên dawî li Kurdistanê pêk tên. Anli da zanîn ku li şûna qedexeyan divê guhdariya kolanan bikin û wiha axivî: "Em dibêjin hîn bêhtir xwerêveberî, hîn kêmtir dewletê. Em xwerêveberiyê ji bo hemû Tirkiyeyê dixwazin. Eger ji nêzîkahiyên dijber û cudakar ên di demên dawî de pêk tên dest jê bernadin wê rewş hêj bêtir xirab bibe. Demildest dest ji vê yekê berdin. Werin dora maseya muzakereyê û vegerin ser hêviya aştiyê. Wê du rojan li vir xwerêveberî cewherî bê nîqaşkirin em rexne û pirsgirêkên xwe bi vekirî biaxivin. Em ji hemû gelên cihanê re soz aştî, xwerêveberî cewherî û jiyana nû didin."
Bername wê piştî nîvro bi "Kursiya azad" dewam bike.