Gelo artêşa Tirk li Şaxê 'bombeya mîsketan' bi kar anî?

Di dema bomberdûmana bejahiya Ferxinusê de şewateke mezin derket. Gundiyan dan xuyakirin ku helîkopterên şer ên artêşa Tirk bombeya mîsketan avêtine herêmê.

Di dema bomberdûmana bejahiya Ferxinusê de şewateke mezin derket. Şewat ji aliyê şêniyên herêmê ve bi zorê hat vemirandin. Tevî astengiya leşkeran jî, gundiyan û nûnerên HDP, DBP û Rêxistinên Civakî yên Sivîl çûn herêmê û şewata ku dikarîbû rê li ber karesateke mezintir vekira, vemirandin.

Tevî ku şewat hat vemirandin jî, qadeke ji sed hektarî şewitî. Eger şewat nehatibûya vemirand, rîsk hebû ku qadeke ji hezaran hektarî bişewitiya û bi isedan heywan telef bibûna.

Bejahiya Ferxinus ji aliyê Walîtiya Wanê ve weke "herêma qedexe" hatiye ragihandin. Gundiyên herêmê ji ber dewamkirina operasyonan bi fikar in. Gundiyan diyar kirin ku dewletê di salên 1990'î de jî dest nedida daristanên li vê herêmê û dan zanîn ku niha hem qada daristanî hem jî jiyana wan bi gefê re rû bi rû ne. Hin ji gundiyan diyar kirin ku helîkopterên şer bombeya mîsketan li herêmê barandine.

'BOMBEYA MÎSKETAN HAT BIKARANÎN'

Ji gundiyan Hasan Şîpal diyar kir ku leşker, cerdevan, tîmên taybet û leşkerên bi pere dixebitin, bi rojane herêm dorpêç kirine. Şîpal anî ziman ku danê sibehê helîkopterên leşkerî bombe li qada daristanî barandine û got, "Ev herêma daristanî, herêmeke em lê dijîn e. Mirovên li vê herêmê heywanên xwe ji bo çêrandinê dibin vê herêmê. Ev yek, hewldaneke komkujiyê ye. Me xwest şewatê vemirînin, lê belê leşkeran nehiştin. Wesayîtên VASKÎ hatin, lê destûr nedan wan jî. Bi dîtina min, bombeya mîsketan avêtine vê herêmê. Pêwîste ev bê lêkolînkirin. Eger bayekî xurt îro hebûya, li vê derê daristan nedima."

'BOMBEYÊN DI ŞERÊN MEZIN DE TÊN BIKARANÎN, AVÊTIN'

Ji gundiyan Abdulbarî Tîmûçîn jî îdîa kir ku leşkeran bombeya mîsketan bi kar anîne. Tîmûçîn anî ziman ku bombeyên hatine bikaranîn, dibe ku ew bombeyên di şerên mezin de tên bikaranîn e û got, "Tevahiya rojê ev herêma em lê dijîn, bombe kirin. Li wir sivîl hene, heywanên me hene. Helîkopterên şer ji nişka ve hatin û bombe li herêmê barandin. Ev der herêma qedexe ye û êdî jiyana me di xeteriyê de ye."

KEWÊ: HÊRS Û KÎNA AKP'Ê HAT DÎTIN

Hevşaredara Şaxê Evîn Kewê da xuyakirin ku dewletê di salên 90'î de jî bombe li van daristanan nebarandiye û destnîşan kir ku bi bomberdûmana hatiye kirin re derketiye holê, bê AKP bi kîjan hêrs û kînê tevdigere.

OZYAŞAR: MIROV BI XETERIYEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ NE

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Selamî Ozyaşar ê tevlî xebatên vemirandina şewata li herêmê bû diyar kir ku dewletê di nava rojê de, tevî ku gef li jiyana mirovan dixwar jî herêm bombe kiriye. Ozyaşar diyar kir ku ev yek nayê qebûlkirin û got, "Em ê mijarê bixin rojeva Meclîsê. Mirovên me bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne."