Binçavkirin û girtinên AKP’ê didomin
Li Kop, Silopiya û Bêrecûkê 4 kes hatin binçavkirin kesek hat girtin. Hat diyarkirin kesên li Rihayê hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine kirin.
Li Kop, Silopiya û Bêrecûkê 4 kes hatin binçavkirin kesek hat girtin. Hat diyarkirin kesên li Rihayê hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine kirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP di çarçoveya konsepta şer de dimeşîne didomin. Di operasyonan de her roj bi dehan kes tên binçavkirin û bi awayekî zêde kes tên girtin. Xweparastina gel a li hember binçavkirinan didome.
MÛŞ
Li Taxa Şehîtlikê ya navçeya Kopê ya Mûşê ya şevê din ji aliyê polîsan ve bi wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin di serdagirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin.
Li Taxa Şehîtlîk a navçeya Kopê ya Mûşê polîsan bi wesayîtên zirxî şevê din dorpêç kir. Polîsên li kolanan geriyan û heya serê sibê li malan lêgerîn kirin. Di encama serdagirtina malan de welatiyên bi navê Maşallah Selvî, Yusuf Selvî û Yunus Selvî hatin binçavkirin. Di serdagirtina malekê de jî ji ber ti kes li malê nebû kes nehat bin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Kopê.
Ciwanên bi navê Velat Sumbul, Îbrahîm Kilinç, Arafat Gullu û Yasîn ên di seatên êvarî de li navçeyê hatin binçavkirin piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan û hat zanîn ku zarokê bi navê M.S. (16) salî jî dê îro derxin dozgeriyê.
ŞIRNEX
Li Silopiya ciwanê bi navê Abdûlkadîr Karakaplan (19) ji aliyê guleyên wesayîta zirxî a polîsan ku li ser rêya diçe Taxa Barbarosê ve bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ciwanê bi navê Abdûlkadîr Karakaplan (19) ji aliyê guleyên wesayîta zirxî a polîsan ku li ser rêya diçe Taxa Barbarosê ve bi giranî birîndar bû. Piştî welatiyên derdorê Karakaplan bi derfetên xwe birin Nexweşxaneya Dewletê a Silopiya li vir mudaxaleye ewil hate kirin û ji ber rewşa giran a Karakaplan ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnex. Hate hînbûn ku Karakaplan di emelîyatê de ye.
Ji aliyê din ve hate zanîn ku welatiyê bi navê Abdûllah Vatgi ku Karakaplan bi wesayîta xwe biribû nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Silopiya.
RIHA
Li Wêranşarê ji 23 kesên ku hatin binçavkirin ji wan kesek ji midûriyeta polîsan hate berdan 22 kes jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Parlamentera HDP'ê Leyla Guven diyar kir ku hem bi kesên hatni binçavkirin hem jî bi parêzeran re axiviye û di binçavan de îşkence li welatiyan hatiye kirin. Li navçeya Serêkaniyê jî 9 kesên hatin binçavkirin ji wan 5 kes hatni berdan, 4 kes jî derxistin dozgeriyê. Li Bêrecûkê jî ji 5 kesên hatin binçavkirin 4 kes hatin berdan û kesek hate girtin.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê beriya meşa ku li dijî şer hate organîzekirin lê ji aliyê qaymeqamiyê ve hate qedexekirin 23 kes hatin binçavkirin, ji wan welatiyê bi navê Erdî Ceylan ji midûriyeta polîsan hate berdan. di nav de zarokên bi navên D.G., H. S., M. K., Ş.Î., A.E jî hene 22 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.
Îfadeyên welatiyên bi navên Şeyhmus Çelîk, Zîlan Demîr, Suleyman Ektîren, Leman Tatli, Hasan Alan, Seydo Turgut, Bahoz Cîn, Pelda Înan, Mahmut Guneş, Mehmet Nur Çoban, Serhat Înan, Selamî Çîftçî, Ferman Mendanlioglu, Sultan Çevîren, Faruk Ceylan, Husamettîn Akyol û Bîlal Erdem û 5 zarokan li dozgeriyê dest pê kir.
GUVEN: DI BIN ÇAVAN DE ÎŞKENCE LI WELATIYAN HATE KIRIN
Di dozgeriyê de îfade berdewam dike. Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven, Dîlek Ocalan û xizmên welatiyên hatin binçavkirin li ber edliyeyê sekna xwe berdewam dikin. Guven a ku bi welatiyên ku di bin çavan de ve axiviye diyar kir ku 22 kes di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine û îşkenceya li dijî 4 kesan hatiye kirin jî derveyî mirovahiyê ye.
LI SERÊKANIYÊ 5 KES HATIN BERDAN
Li aliyê din duh li navçeya Serêkaniyê li navenda û taxan cendirmeyan bi ser malan de girtin û 9 kes binçav kiribûn. Ji welatiyan Îsmaîl Kahraman, Hasan Turgay, Osman Firat, Mehmet Alî Memîş û Casim Çîn piştî ku îfadeyên wan li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatin wergirtin, hatin berdan. Welatiyên bi navê Ahmet Dagtekîn, Ridvan Çoltu, Ozgur Emen û Abdulkadîr Coşkun jî li bendê ye derxînin dozgeriyê.
LI BÊRECÛKÊ KESEK HATE GIRTIN
Li navçeya Bêrecûkê jî cendirmeyan bi ser taxên Kakurtlu û Xulikê de girtin û di serde girtinên malan de welatiyên bi navê Şêx Mehmet Polat, Rêveberê DBP'ê yê Ramazan Polat, Ahmet Polat, Mehmet Polat û Salîh Karadag hatin binçavkirin, piştî li midûriyeta polîsan îfadeyên wan hatin girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin. 5 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê 4 kes hatin berdan û Salîh Karadag jî bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.