Destana berxwedana sedsala 21'an: Kobanê - 2
Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî YPG/YPJ'ê di bihara 2014'an de derbên giran xwarin û li her qadê êrîşên wan rastî berxwedaneke mezin hatin, fêm kirin ku êrîşa li hemberî Kobanê wê ne hêsan be.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî YPG/YPJ'ê di bihara 2014'an de derbên giran xwarin û li her qadê êrîşên wan rastî berxwedaneke mezin hatin, fêm kirin ku êrîşa li hemberî Kobanê wê ne hêsan be.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî YPG/YPJ'ê di bihara 2014'an de derbên giran xwarin û li her qadê êrîşên wan rastî berxwedaneke mezin hatin, fêm kirin ku êrîşa li hemberî Kobanê wê ne hêsan be. Çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ên dîtin ku bi êrîşa bi koman û hin pêngavan re nikare li Kobanê encamekê werbigirin, plana êrîşeke stratejîk a ji hemû eniyan, ku mezintirîn êrîşên heta niha li hemberî Kobanê û Rojava hatibû kirin, xistin dewrê. Di tevahiya meha Hezîranê de qereqolên dewleta Tirk ên li ser sînor, ji bo DAIŞ'ê bûbûn odeyên operasyonê, sewq û rêvebirinê. Dewleta Tirk qîma xwe bi vê jî neanî û dema DAIŞ tengav dibû, koordînatên nuqteyên YPG/YPJ'ê ji çeteyên DAIŞ'ê re ragihand.
CARA YEKÊ JI SÊ ENIYAN VE ÊRÎŞÊN HEVDEMÎ HATIN KIRIN
Di şeva 2'ê Hezîranê de êrîşên Hezîranê li rojhilat ji gundê Evdiko, li başûr ji gundê Kunkeftarê û li rojava jî ji gundê Zor Mîxare destpê kirin. Çeteyên DAIŞ'ê cara yekê ji sê eniyan ve bi hevdemî êrîşî Kobanê dikriin. Çeteyên ku heta wê rojê hêzeke zêde ya çekdarî bi kar nedianîn, vê carê hemû çekên giran, tank, top, fuzeyên ji bajarê Mûsilê anîn û bi hêzeke ji hezaran çeteyan êrîşeke berfireh û stratejî dan destpêkirin. Li hemberî vê hêzê, YPG/YPJ xwedî şervanên nû û çekên gelekî sivik, dest bi berxwedanê kirin. Çeka herî giran a wê rojê di destê YPG'ê de bû, Doçkayeke bi destan hatibû çêkirin bû.
BI BANGA SEFERBERIYÊ RE SÎNOR BÊWATE BÛ
Li aliyekî, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji sê eniyan ve giran dibû û li hemberî wê berxwedaneke mezin dihat nîşandan, li aliyê din jî li xeta Bakurê Kurdistanê desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan dewam dikir. Li hemberî dewleta Tirk a ku xeta bakur li ser navê DAIŞ'ê weke eniya çaremîn bi kar dianî, vîna gelê li Bakurê Kurdistanê diket dewrê. Gelê Bakur, li ser banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gundê Ziyaretê yê li ser sînor Bakurê Kurdistanê civiya û li vir eniya berxwedanê ava kir. Bi vê berxwedana li gundê Ziyaretê re hat xwestin, ku pêşî li desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê bê anîn û ev berxwedan ji gelek aliyan ve bi ser ket.
Berxwedana li gundê Ziyaretê, hevgirtina gelê Bakur û Rojav, yekemcar di emel de sînorên li Lozanê ji aliyê mêtîngeran ve hatin xêzkirin, bêwate hişt.
CIWANÊN BAKUR DIHERIKIN NAVA REFÊN BERXWEDANÊ
Gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê, bi banga Ocalan re xeta sînor veguherand eniya berxwedanê. Ciwanên li Bakurê Kurdistanê jî sînor qetandin, xwe gihandin berxwedêrên Kobanê û di nava refên YPG/YPJ'ê de cih girtin. tevlîbûna ciwanên bakurî li nava refên YPG/YPJ'ê, moral û hêzeke mezin da gelê Kobanê ku di berxwedana Bakurê Kurdistanê û li nava refên PKK'ê de bi dehan ewladên xwe şehîd da. Berxwedana Kobanê, ruhê yekîtî û hevgirtinê ji her demê bêhtir bilind dikir.
ÇÎROKÊN LEHENGIYÊ ZÊDE DIBIN
Bi mezinbûn û giranbûna êrîşên li hemberî Kobanê re çîrokên berxwedan û lehengiyê jî zêde dibûn.
Di şeva destpêkê de, şervanên YPG'ê yên bi fermandariya Botanê Reş li gundê Evdiko li dijî çeteyan li ber xwe didan, rûpelên destpêkê yên destana berxwedana Kobanê dinivîsandin. YPG/YPJ'yiyên li gundê Evdiko du şev û du rojan li hemberî tank û topên çeteyan li ber xwe dan, di dawiya du rojan de, derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin û ew şikandin.
Berxwedana lie niya rojhilat a bi pêşengiya Botanê Reş, rê nedida çeteyên DAIŞ'ê. Li eniya rojhilat ku erdekî berî û bêparastin bû, şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî çekên giran ên çeteyên DAIŞ'ê bedena xwe kirin sîper û çete li vê eniyê têk dibirin. Çeteyên DAIŞ'ê yên neçar man li eniya rojhilat xwe ji hemû gundan vekişînin, li eniya lê herî zêde bi bandor bûn, derba herî mezin xwarin.
Fermandarê berxwedana eniya rojhilat Botanê Reş, piştre di dawiya meha Hezîranê de di çalakiyeke fedaî ya li dijî çeteyan de gihîşt şehadetê û bû yek ji sembolên şerê Hezîranê.
LI ENIYA BAŞÛR, ŞERVANÊN YPJ'Ê DESTANÊ DINIVÎSÎNIN
Di heman rojan de li eniya başûr jî şervanên YPJ'ê bi berxwedaniya xwe ya fedaî derdiketin pêş. Koma ji 7 şervanên YPJ'ê yên li gundê Kunheftarê û derdora wê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê serketineke mezin bi dest xistin, di dawiya meha Hezîranê de li girê Kunheftarê hatin dorpêçkirin. 7 şervanên jin ên bi pêşengiya fermandar Avesta, ketin mewziya binê erdê û bi berxwedaneke awarte, li vê derê rê nedan çeteyan. Di dema dorpêçandinê de Fermandara Kobanê Meryem Kobanê bi rêya bêtêl bi Avesta re diaxivî û digot, "Hevrêyên me, heta em hûnê bi saxî ji wî girî rizgar bibin. Meraqan nekin, em hemû îmha jî bibin em ê xwe bigihînin wî girî û em ê çeteyên DAIŞ'ê ji mewziyê derxînin." Weke bersivê jî dengê "tilîliyan" dihat. Avesta jî ji fermandar Meryem re digot, "Eger hûn nikaribin werin jî em ê bi rûmeta xwe li ber xwe bidin." Li hemberî demê, pêşbirka mirinê destpê kiribû. Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî şervanan windahiyên giran dan, dema dîtin ku nikarin xwe bigihînin çeperên şervanên jin, bi benzînê derdora mewziyê şewitandin û bi vî rengî xwestin bi dûxanê wan jehrî bikin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên bi hejmareke kêm a şervan û çekan li sê eniyan li ber xwe didan, wê şevê seferber bûn. Ji hemû eniyan hêzên teqwiye hat xwestin, şervanên mayî ji bo yên weke teqwiye çûn bi gotina "Em ê li şûna we şer bikin, bi tenê hûn hevalên jin ji nava dorpêçiya çeteyan derxînin" ew oxir dikirin. Û di berbanga sibehe de dema tîrêjên rojê Kobanê ronî dikir, fermandar Meyrem û şervanan rûyên hevrêyên xwe yên li mewziya binê erdê bi lehengî li ber xwe didan, ronî kirin. Heft şervanên jin, piştî berxwedaneke bi heybet ji mewziya lê bûn, hatin derxistin. Li eniya başûr li her gundî derbên giran li çeteyan dihat xistin û destûr ji pêşveçûna wan re nedihat dayîn.
ENIYA ROJAVA JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE DIHAT KOORDÎNEKIRIN
Eniya rojava, ji ber ku bi giranî ji giran pêk dihat, çeteyên DAIŞ'ê nikarîbûn xwe li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê bigirin û derbên herî giran jî li vê eniyê dixwarin. Çalakiya şervanê YPG'ê Botanê Sor a li gundê Zor Mîxare ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, ji aliyê fermandarên YPG/YPJ'ê ve weke "Kêliya ku vîna êrîşê ya DAIŞ'ê hat şikandin, dema çalakiya hevrê Botan bû" dihat nirxandin. Botanê Sor ê bi tena serê xwe ket gundê Zor Mîxare, bi bombeyên destan bi dehan çete kuşt, piştî ku birîndar bû, her çend fermandaran jê re gotin "ji cihê xwe ranebe, em ê te ji wir derxînin jî" li vê hişyariyê guhdarî nekir û bi bombeya xwe ya dawî re bi ser çeteyên DAIŞ'ê ve meşiya, bi dehan çete îmha kir û gihîşt şehadetê. Piştî vê çalakiyê çeteyên DAIŞ'ê li eniya rojava ket nava panîkeke mezin û şikest. Lê belê dewleta Tirk gihaşt hawara çeteyên DAIŞ'ê. Dewleta Tirk koordînatên nuqteyên YPG/YPJ'ê da çeteyên DAIŞ'ê. Li Girê Zagros ê li pêşberî gundê Ziyaretê, Fermandarê YPG'ê Hogir Garzan bi berxwedaneke bi tena serê xwe derbên giran li çeteyan xist. Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî vê berxwedanê bêçare man, bi koordînatên ji qereqola sînor a dewleta Tirk hat dayîn re bi tankê êrîşî vê nuqteyê kirin û fermandar Garzan şehîd xistin.
LI SÊ ENIYAN TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê
Piştî ku DAIŞ derket holê, têkçûna destpêkê li Kobanê di berxwedana Hezîranê de dît. Şikestin û vekişîna destpêkê ya çeteyên DAIŞ'ê di dema berxwedana Hezîranê de pêk hat. Di encama êrîşên mehekê de, çeteyên DAIŞ'ê windahiyên mezin dan û reviyan. Çeteyên ku li eniyên rojhilat û başûr xwe vekişandin xetên xwe yên beriya êrîşê, li eniya rojava jî neçar ma beşek ji xeta Şêxler a berê di bin kontrola wan de bû, biterikînin.
PÊNGAVA TÎRMEHÊ
Piştî çeteyên DAIŞ'ê reviyan, YPG/YPJ'ê di tevahiya meha Tîrmehê de "Pêngava Tolhildana Şehîdên kobanê" dan destpêkirin û di vê çarçoveyê derbên giran li çeteyan xistin. Li her sê eniyan jî bi dehan gundên di destê çeteyan de hatin azadkirin. Çeteyên DAIŞ'ê di awiya meha Tîrmehê de neçar ma berê xwe bide bajarên Deyr-e Zor û Tabqa yên çek û cebilxaneyên giran ên rejîmê tê de bû. Di destpêka meha Tebaxê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê destpê kirin.
Li Kobanê ku di meha Tebaxê de pevçûnên biçûk qewimîn, xebatên ji nû ve avakirinê hatin zêdekirin. Lê belê piştî ku hêzên rejîmê li Tabqa û Deyr-e Zor çekên xwe yên giran mîna ku diyarî bike ji çeteyan re hişt, hat fêmkirin ku ev bêdengî, bêdengiya beriya tofanê ye.
SIBE: Êrîşa mezin a Îlonê