"Em nikarin ji Ocalan agahiyan werbigirin"

Parêzer Mahmût Şakar da xuyakirin ku tecrîda li Îmraliyê hatiye şidandin û got, "Ji 5'ê Nîsanê û vir ve em nikarin agahiyê jî ji muwekîlê xwe bigirin. Em nizanin rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye."

Parêzer Mahmût Şakar da xuyakirin ku tecrîda li Îmraliyê hatiye şidandin û got, "Ji 5'ê Nîsanê û vir ve em nikarin agahiyê jî ji muwekîlê xwe bigirin. Em nizanin rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye. Di vî warî de ti agahî ji me re nehatiye dayîn. Ev rewş ne tenê parêzeran, gelê Kurd jî dixe nava tirs û fikaran."

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar destnîşan kir ku tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, polîtîkayeke dewletê ye. Şakar anî ziman ku Ocalan ji sala 1999'an û vir ve di statuyeke gelekî taybet de tê ragirtin û got, "Em ji vê re dibêjin 'Sîstema Îmraliyê'. Tecrîd, parçe û encameke bingehîn a vê sîstemê ye. Îmrali, girtîgeheke giravê ye ku bi temamî ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan hatiye avakirin. Astengkirina hevdîtinên Birêz Ocalan bi malbat û parêzeran re, qutkirina têkiliya wî bi cîhana derve re, bi tenê parçeyek ji tecrîdê ye."

PARÊZER JÎ, GEL JÎ DI NAVA TIRS Û FIKARAN DE NE

Şakar diyar kir ku tecrîd dema gelekî tê şidandin tê bîra mirovan û destnîşan kir ku ev yek kêmasiyeke. Şakar rewşa dema dawî bi vî rengî kurteber kir: "Tecrîda li Îmraliyê, di 21'ê Tîrmeha 2011'an de bi qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re, giran bû. Li gorî hiqûqa heyî ya Tirkiyeyê, bi şertê wekaletê, parêzer kengî bixwazin dikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û ev maf, bi dayîna destûrê ve negirêdayî ye. Ev yek parçeyekî bingehîn ê mafê parastinê ye. Lê belê tevî vê yekê jî ji sala 2011'an û vir ve Birêz Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev saleke nikare bi malbata xwe re, ji 5'ê Nîsanê û vir ve jî nikare Heyeta HDP'ê bibîne. Ji 5'ê Nîsanê û vir ve em nikarin ji muwekîlê xwe agahiyan werbigirin û nizanin bê rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye. Di vî warî de ti agahî ji me re nehatiye dayîn. Ev rewş ne tenê parêzeran, gelê Kurd jî dixe nava tirs û fikaran."

ELEQEYA TECRÎDÊ BI ŞER RE HEYE

Şakar da xuyakirin ku ji nû ve şidandina tecrîdê, pêwendiya xwe bi helwesta Rêberê Gelê Kurd a ku lîstikên AKP'ê xera kir, heye û got, "Her dema ku em ji Birêz Ocalan agahiyan wernagirin, ew dem e ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hemberî civaka Kurd û hêzên demokrasiyê mezin dike. Di navbera tecrîd û şer/şîdetê de bi vî rengî têkiliyeke hundirîn heye."

BI TENÊ TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ TÊRÊ NAKE

Şakar anî ziman ku doza wan a nû ya li hemberî tecrîdê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê vekirine didome û bi Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê re di nava têkiliyê de ne. Şakar diyar kir ku ev yek têrê nake, pirsgirêk bi tenê bi têkoşîna hiqûqî re çareser nabe û destnîşan kir ku pirsgirêk siyasî ye. Şakar da zanîn ku kampanyayên îmzeyê yên weke "Ji Ocalan re Azadî", "Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye" û  çalakiya kon a li ber Konseya Ewropayê encamên girîng bi xwe re anîne û got, "Çalakiyên bi vî rengî hemû hêja ne û hewldanên tevkariyê dikin e. Bi dîtina min, ev çalakî zextê li Tirkiyke û Ewropayê dikin. Bila gelê me vê baş bizanibe: Dibe ku encamên çalakiyan di demeke kurt de neyên dîtin, lê belê bandora wan mezin e. Bi taybetî berhevkirina zêdeyî 10 mîlyon îmzeyan ji bo azadiya Ocalan, gaveke dîrokî ye."