Nûnerên saziyên Kurdan, Omer ziyaret kirin

Nûnerên saziyên Kurdan, ciwanê Kurd Mazlûm Omer ê roja Şemiyê li bajarê Hannoverê, ji ber êrîşa faşîstan bi giranî birîndar bû, ziyaret kirin.

Nûnerên saziyên Kurdan, ciwanê Kurd Mazlûm Omer ê roja Şemiyê li bajarê Hannoverê, ji ber êrîşa faşîstan bi giranî birîndar bû, ziyaret kirin.

Heyeta ji nûnerên NAV-DEM, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, PYD, FEDA û Tevgera Ciwanan, ciwanê bi giranî birîndar bû ziyaret kir û daxuyaniyek da.

Li ser navê heyetê Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç daxuyanî da û diyar kir ku AKP hewl dide komkujiya li Cizîrê kiriye êrîşên lînçkirina HDP'yiyan weke tiştekî rewa nîşan bide û bi vê yekê re dixwaze li qada navneteweyî zemîneke mafdariyê ji şerê xwe yê li Kurdistan û Tirkiyeyê, biafirîne.

Koç anî ziman ku polîs û hiqûqa Elman, bi berdana kujerekî dest bi xwîn li nava mirovan re, hem rê daye polîtîkayên lînçê yên AKP'ê li Ewropayê, hem jî bingeh ji êrîşên li hemberî Kurdan amade kiriye. Koç got, "Weke saziyên Kurd em ê hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve, dest ji vê bûyerê bernedin. Ciwanê Kurd ê li Hannoverê bi giranî birîndar bû, beriya salekê ji zilma DAIŞ'ê reviya, lê belê li Elmanyayê rastî êrîşa hevalbendê DAIŞ'ê hat."

Koç ji dewleta Elman xwest, ku toleransê nîşanî faşîzmê nede û bibîr xist, ku ev êrîş li heman cihê ku Halîm Dener ji aliyê polîsê Elman ve hat qetilkirin rû da. Koç diyar kir ku qetilkirina Halîm Dener hînê di dilê Kurdan de birîna xwîn jê tê ye û da zanîn ku ev êrîş ji aliyê Kurdan ve weke bûyera duyemîn a Halîm Dener hatiye fêmkirin.

...