Li Cizîrê hedefeke din a tîmên taybet, esnaf in. Tevî gelek malan, dewletê zerar da gelek dikanan. Yek ji van dikanan jî ya Mesût Yeren e. Yeren ê li Taxa Nûrê malzemeyên elektrîkê difiroşe, bi rojane hewl dide dikana xwe sererast bike.
ZEYNEP KÛRAY
ŞIRNEX
în, 18 rezberê 2015, 11:06
Li Cizîrê hedefeke din a tîmên taybet, esnaf in. Tevî gelek malan, dewletê zerar da gelek dikanan. Yek ji van dikanan jî ya Mesût Yeren e. Yeren ê li Taxa Nûrê malzemeyên elektrîkê difiroşe, bi rojane hewl dide dikana xwe sererast bike. Yeren ê ji ANF'ê re axivî anî ziman ku dewletê ne tenê elektrîk qut kiriye, yek bi yek gule li kargehên wan reşandine, bombe avêtine û bi vî rengî xistine rewşeke ku nema bên bikaranîn. Yeren destnîşan kir ku ya 9 rojan li Cizîrê hat kirin; operasyona tinekirinê bû û got, "Ji vê zexta wan a li Kurdan dikin re êdî bes e. Kevir be wê biderize."
Li Cizîrê ku ji ber gulereşandin û bomberdûmanê malek zerar nedîtine nemaye, fatûra li esnafan hat birîn. Esnafên ku ji ber xisara li wan bû, bi rojane nikarin derabeyên xwe vekin, ji bo dikanên xwe sererast bikin û çêbikin, di nava hewldanan de ne. Yek ji van esnafan jî Mesût Yeren e. Yeren li Taxa Nûrê ku bi malbata xwe re lê dimîne, malzemeyên elektrîkê difiroşe. Lê belê dikana wî ji ber guleyên hatin reşandin û bombeyên hatin avêtin, veguheriye xirbe. Yeren li hemberî vê rewşê îsyan dike û dibêje, "Dewletê êrîşî çavkaniya me ya debarê jî kir."
'NIKARÎBÛN XWE QÎRÎN Û DENGÊ ZAROKAN JÎ RABIGIRIN'
Yeren anî ziman ku ji roja destpêkirina qedexeya derketina derve û pê ve, tîmên tevgera taybet dor li wan girtine, nekarîne derkevin derve û got, "Ne elektrîka me, ne jî ava me hebû. Di şevereşkê de min çend caran hewl da biçe dikanê û malzeme bînim. Lê belê nepêkan bû. Dema min serê xwe di derî de derdixist, dest bi gulereşandinê dikirin. Nikarîbûn xwe li qîrîna zarokên ditirsiyan jî rabigirin. Ji kîjan malê dengê pitikan, dengê zarokan dihat, gule li wê malê direşandin." Yeren diyar kir ku dewletê ne tenê canê wan ji wan stend, di heman demê de bi operasyoneke tinekirinê ya topyekûn re êrîşî malên wan û çavkaniyên debara wan jî kir. Yeren da xuyakirin ku ji ber bi saxî filitiye ew ne kêfxweş e û got, "Ez ê niha çawa malbata xwe xwedî bikim."
'KEVIR BE, WÊ BIDERIZE'
Yeren got, "Ji jin heta mêr, ji esnafan heta pitikên nû ji dayikbûyî, Kurd bi temamî rastî zextê hatin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Zexta li hemberî me her tim dewam kiriye. Tevî ku em her tim dibêjin aştî, dewlet timî bi ser me de tê. Di ser re radibin senaryoyên derew ên weke 'sivîl nemirine, operasyon ji bo ewlekariya sivîlan e' diafirînin. Ez ji we dipirsim; li vê taxê dikanek, malek saxlem maye? Bi dehan mirovên ji vê taxê jiyana xwe ji dest dan. Gelo mebesta wan a di ewlekariya sivîlan de ev e? Dûre radibin pirsa 'çima Kurd serî radikin?' dikin. Em çawa serî ranekin? Bila cîhan vê zilmê bibîne. Ez ê çawa malbata xwe xwedî bikim niha? Jiyan li me herimandin, dûre rabûn berpirsyarî xistin stuyê me. Kevir be li pêşberî vê rewşê wê biterize."