Çapemeniya azad hînê dinivîsîne! - 2

Biryara girtina malperên ANF, DÎHA, Ozgur Gundem, JINHA, Etha û bi sedan ajans û rojnameyan, di 24'ê Tîrmehê roja bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê hat dayîn.

Biryara girtina malperên ANF, DÎHA, Ozgur Gundem, JINHA, Etha û bi sedan ajans û rojnameyan, di 24'ê Tîrmehê roja bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê hat dayîn. Bi fermana Midûriyeta Giştî ya Karên Ewlekariyê ya Serokwezaretiyê re, Serokatiya Daîreya Telekomunîkasyonê (TÎB) roja 25'ê Tîrmehê sansura 'girtina malperan' destpê kir. Ji wê rojê ve bê navber didome.

Xebatkarên çapemeniya azad ên rastiyan di nava tarîtiyê de nahêlin û ji rastiyan tawîzê nadin, wateya pêngava AKP'ê, encamên wê û sekna li hemberî vê yekê ji ajansa me re nirxandin.

'DÎROK LI DEMÊN BERÊ VENAGERE, BER BI PÊŞ VE DIÇE'

Yên şerê qirêj tê bîra wan, van polîtîkayên AKP'ê bi dayîna mînakên salên 90'î re dinirxînin. Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Dîlan Karamanoglû li ser vê tespîtê dibêje, "Ev yek rêbaza; mirinê nîşan dide û dixwaze bi mirovan re tayê bidin qebûlkirin. Car carna, ji aliyê ziman ve em jî dikevin vê xefikê. Lê belê jiyan vê yekê nîşan dide; dîrok li demên berê venagere, ber bi pêş ve diçe. Hemû desthilatdariyan heta niha bi çapemeniya azad re pirsgirêk jiyane. Wan rojan, weke ku tê zanîn li nava kolanan dihatin qetilkirin. Di berdêla dayîna jiyana xwe de diviyabû mirov rastî binivîsanda. Rewş neguheriye. Dîsa jî mirovên rastiyê bi berdêla dayîna jiyana xwe dinivîsînin hene."

Karamanoglû destnîşan kir ku zext çi dibe bila bibe, heqîqet ji berê bêhtir bi xurtî tê bilêvkirin û anî ziman ku rastiya çapemeniya azad her tim tê guhertin û bi pêş ve diçe.

'ÊDÎ JI TÊKOŞÎNA HIQÛQÊ YA ÇAPEMENIYÊ RE FIRSEND NAYÊ DAYÎN'

Ji edîtorên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Ramazan Pekgoz da zanîn, ku zîhniyeta dewletê ya li dijî çapemeniya azad mîna xwe maye, herî zêde di rengê zextê de hin guhertin pêk hatiye.

Pekgoz got, "Di salên 90'î de şîdet, zext, qetilkirin dewam dikir. Di heman demê de me têkoşîna hiqûqê jî dimeşand. Lê niha em nema dikarin têkoşîna hiqûqî jî bimeşînin. Ji aliyê hiqûqî ve kîjan deriyê em lê didin, tê girtin. Li ser hemûyan tirs û kontrola desthilatdariyê, serdest e.

Ji îtirazên me yên li dadgehên îdarî û herêmî re ti bersiv nehat dayîn. Ajanseke ku xwedî bi sed hezaran xwendevanan e, girtina wê hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve rê li ber zerarên mezin vedike. Lewma di rewşeke bi vî rengî de girîng e dadgeh bi lez û bez biryarê bide, lê belê îtirazên me nayên nirxandin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî di rewşên bi vî rengî yên lezgîn de divê di nava mehekê de biryarê bide, lê me ji wir jî ti bersiv negirt. Em ê zextan hemûyan bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Rengê zextê guherî be jî, encamên heman zîhniyetê li holê hene. Ji 24'ê Tîrmehê û vir ve ajansa me 20 caran hat girtin. Tevî vê yekê 9 caran êrîş li me hatin girtin, 3 hevalên me hatin binçavkirin, hevalekî me hat girtin. Nûçegihanên çapemeniya azad ên li qadê jî dibin hedefa çek û bombeyên gazê. Hilbijartina 24'ê Tîrmehê manîdar e, ji ber ku ev tê wateya 'biryara şerê topyekûn'. Yanî roja ku êrîş li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hat kirin, dest li çapemeniya azad hat werdan."

'HEWL DIDIN ME BÊ BANDOR BIKIN, LÊ NIKARIN; NÛÇE DIWEŞIN'

Ji edîtorên Ozgur Gundemê Sedat Yilmaz jî got, "Cudahiya di navbera duh (salên 90'î) û îro de ew e ku em nayên kuştin, lê em tên zîndanîkirin. Weşanên me nayên girtin, lê hewl tê dayîn  werin bêbandorkirin. Lê belê di rewşeke ku înternet ewçend tê bikaranîn de, hûn nikarin weşandin û belavbûna nûçeyan asteng bikin. Xebitandina rojnamevanan li Kurdistanê deynin aliyekî, amûrên têkiliyê yên girseyî tên astengkirin. Tevî vê jî nûçe belav dibin. Mejiyê desthilatdaran vê fêm nake."

'DERBASKIRINA JI BENDAN, BÛ REWŞEKE CIVAKÎ'

Midûrê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Onder Oner anî ziman ku AKP mîna salên 90'î hewl da guleyê berde rastiyê, lê bi ser neket û ev nirxandin kir: "Di rojên ku tevahiya welat li ser Cizîrê diaxivî û komkujiya sivîlan lenet dikir de, rojnameyên Star û Sabahê yên di navenda medya hawiz de cih digirin, bi nûçeyeke reşkirinê ya ji devê Qeymeqamê Cizîrê re hewl da xwendevanên xwe bi rewşeke din bidin îqnakirin. Lê belê rewşa li pêş çavan pêwîstî bi vegotinê nahêle. Li gorî wan; mirov çiqasî detayên rastiyê kêm zanibin, ewçend jî baş e. Bi Serhildana Gezî re, rêyên alternatîf ên xwegihandina agahiyan, civakî bû. Saziyên çapemeniya azad û medya civakî yên sosyalîst-welatparêz, bûn yek ji qadên berxwedêr ên çapemeniya azad. Mînak; daxuyaniya Serokwezaretiyê ya li ser derxistina cenazeyên leşkeran li Oremarê, bi dîmenên li cihê bûyerê hatin kişandin re hat derewandin."

'JI BO RAGIHANDINA RASTIYÊ EM Ê SERÎ LI HER RÊYÊ BIDIN'

Karamanoglû da xuyakirin ku zext bandoreke gelekî neyînî li tempoya xebatê ya çapemeniya azad nakin û got, "Ji ber ku nikarin di nava ajansan de sansurê deynin ser nûçeyan, vê hewldana xwe ji derve ve dikin. Malperê me yên înternetê digirin. Girtina malperên DÎHA'yê ku di asta rekorê de ye, hînê dewam dike. Em di sala 2015'an de ne û hînê dibêjin qey bi girtina malperên înternetê re wê karibin me bêdeng bikin. Çawa ku ji bo gel mafê xwe yê wergirtina nûçeyan bikar bîne, li hemberî medya navendî û alîgir em weke çapemeniya azad tevdigerin, di vê çarçoveyê de ji bo ragihandina nûçeyan û rastiyan em ê serî li her rê û rêbazan bidin."

'EGER EM NIKARIBIN BIÇIN, BILA GEL WERE'

Yilmaz anî ziman ku çapemeniya azad, her çend di nava şert û mercên giran de dixebite jî tempoya xwe naxe, weşanên xwe didomîne û got, "Hemû xebatkarên çapemeniya Kurd di bin şîdeta dewletê de niha dixebitin. Tên birîndarkirin, girtin, binçavkirin, rastî lêdan û astengiyan tên, lê ji rêya xwe venagerin. Li cihên ku weke kedkarên çapemeniyê em nikarin xwe bigihînin, gelê me heye. Gelê me tê cem me. Em li ser navê gel nûçegihaniyê dikin, eger nahêlin ku em xwe bigihînin, gel wê demê tê cem me. Bi awayekî em astengiyan ji holê radikin. Yekane tişta ku di vir de tê sansurkirin, tê astengkirin, mafê dîtina rastiyan ê gelên Tirkiyeyê ye. Gelê Tirkiyeyê nikare ji çapemeniya xwe agahiyên rast werbigire."

'DI DEMÊN BI VÎ RENGî DE MÎSYONEKE MEZINTIR DIKEVE SER MILÊ ÇAPEMENIYA AZAD'

Pekgoz diyar kir ku di demên krîtîk de mîsyonek mezintir dikeve ser milê çapemeniya azad û ji bo vê yekê jî mînakên; teşhîrkirina şerê qirêj, rakirina cenazeyên leşkeran ji aliyê sivîlan ve û nûçeyên li ser teror-komkujiya dewletê ya li Cizîrê hat kirin, nîşan da.

Pekgoz da zanîn ku eger li hemberî binpêkirina azadiya çapemeniyê, têkoşîneke hevpar neyê meşandin û bi vî rengî bersiv neyê dayîn, wê medya navendî jî jê zerarê bibîne û bal kişand ser êrîşên li hemberî Koma Medya ya Dogan.

'XWENDEVANÊN ME DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN'

Oner, zext û girtina malperên çapemeniya azad bibîr xist û ji bo rê û rêbazên çareseriyê jî got, "Saziyên çapemeniyê, xebatkar û xwendevan, bi qebûlnekirina êrîşên zîhniyeta faşîst a li hemberî çapemeniyê, dikare dest bi hin hewldanan bikin. Hevalên me yên li saziyên çapemeniya azad dixebitin kedeke mezin didin. Girîng e li gorî vê hewldanê, rêz û hurmetê bibînin. Saziyên çapemeniya azad li bendê ye ku xwendevan li hemberî sansurê piştgiriyê bidin têkoşîna wan. Baskên cuda yên çapemeniya azad jî, pêwîste ji her demê bêhtir piştgiriya hev bikin."

'PÊWÎSTE GELÊ ME RASTIYAN QEYD BIKE'

Yilmaz pêkhatina azadiya çapemeniyê û demokratîkbûyîna welêt di heman çarçoveyê de nirxand û got, "Çareserî çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd e. Ev yek jî bi qebûlkirina xweseriya demokratîk re dibe. Lewma divê Tirkiye demokratîk bibe. Bi çareseriya vê pirsgirêkê re çapemenî dikare ji bo xwe bikeve nava lêgerîna rê û rêbazê. Li Tirkiyeyê bêdengiya saziyên ked û pîşeyî û saziyên çapemeniyê yên navneteweyî, vê pirsgirêkê mezintir û girantir dike. Beriya her tiştî divê çapemenî vê pirsgirêka xwe çareser biek. Di mijara çapemeniya Kurd de jî tişta herî lezgîn a di vê demê de divê were kirin ew e; pêwîste gelê me û çavkaniyên me yên nûçeyan li her derê xwe bigihînin me. Bûyerên diqewimin divê werin qeydkirin û ji me re bên ragihandin. bi vê rêbazê re em dikarin zextan ji holê rakin."