Leşkeran welatiyên dixwestin biçin şehîdgeha Gimgimê gulebaran kirin

Li Gimgimê hêzên dewleta Tirk ku “Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî” xera kirin û ev du roj in qadê bombe dikin, welatiyên ber bi şehîdgehê ve diçûn gulebaran kirin.

Qada ku “Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî” lê ye ya li nêzî gundê Qulan a navçeya Gimgim a Mûşê ku duh bi şev ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin, êrîş di roja duyemîn de jî didomin. Qada goristanê ya li bejahiya gundên Qulan, Corsan, Badan jî di nav de Girê Boga, Girê Qulan û Geliyê Qulan du roj in bi helîkopterên kobra bê navber tên bombekirin. Şewata daristanê ya di encama bomberdûmanê de rû da hê jî didome.

Bi hezaran Kurdistanî xwestin biçin şehîdgeha di êrîşa dewleta Tirk de xera bûye. Pêşiya gel ku bi wesayîtên zirxî hat qutkirin, destûr nedan kes biçe şehîdgehê. Li ser vê welatiyên ku xwestin ber bi qada daristanî ya li bejahiya gundê Qulan bimeşin ji wesayîtên zirxî hatin gulebarankirin. Polîsên tîmen taybet destûr nedan gel derbas bibe.

10 kesên ku xwestin têkevin eraziyê hatin bombekirin ji ber panzeran li ser wan gule reşandin, kom li herêma çiyayî asê ma. Hevşaredar bi leşkeran re ketin nav têkiliyê, leşkeran gotin ku ger kom dakeve jêr wê gulebaranê bi dawî bibe, lê pêş ve biçin teqez wê li wan bidin. Bidawîbûna gulebaranê, koma ji 10 kesan pêk dihat ji qadê dûr ket.

Bi hezaran kes li deşta ku “Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî” lê ye, kom bûne.

Danê sibehê, li jêra daristanê hat dîtîn ku sivîlek li nav leşkeran tazî ye, piştre jî leşkeran ev kes xistin wesayîta zirxî ya tîpa Kîrpî.

Avahiyên li qada şehîdgehê û derdorê bi temamî ji aliyê wesayîtên kar ve hatin xerakirin, mermerên ku nav li ser hatine nivîsandin ên goran bi temamî hatine şkandin, li ser gora qartonên ku bi daran ve hatine bizmarkirin hatine danîn. Ev nivîsên ku ser goran danîne jî nayên xwendin.

Li giştî herêmê tevgera leşkerî û operasyon didomin, li aliyê din jî gel li beranberî şehîdgehê hê jî rawestiyaye.