Hevseroka HDP’ê ya Gimgimê hat binçavkirin

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê vê sibê di serdegirtinên malan de Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Halîde Aktay û 2 welatî hatin binçavkirin.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê vê sibê di serdegirtinên malan de Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Halîde Aktay û 2 welatî hatin binçavkirin.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, timên tevgera taybet vê sibê ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Halîde Aktay, Dogan Aktay û Mûrat Guler hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinê nehate zelalkirin. Bi şkandina deriyan 3 kesên ku hatin binçavkirin, şandin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ya Gimgimê.