KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Encamnameya 6. Kongreya PYD'ê hat aşkerakirin
Encamên 6. Kongreya PYD'ê bi daxuyaniyekê hat ragihandin. Di encamnameyê de gotin ku wê amadekariyên lidarxistin kongreyeke hêzên mûxalefeta Sûriyeyê li Rojava bikin. -
Ji bo şervanê YPG’ê Piling mewlûd hat xwendin
Ji bo şervanê YPG’ê Mazlûm Hayrî Yildirim (Mahîr Piling) yê ku li navçeya Mebrûka ya Serêkaniyê di şerê dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Qerxebazara Kanîreşa Çewlikê mewlûd hate dayîn. -
Encu: Bi delîlên nû re bêhtir xuya dibe ku Komkujiya Roboskî plankirî ye
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, der barê delîlên nû yên li ser plansaziya Komkujiya Roboskî de daxuyaniyek da û got, "Roj bi roj em bêhtir fêm dikin ku Komkujiya Roboskî komkujiyeke plankirî ye." -
Li Bonnê, çalakiya ji bo azadiya Ocalan a ciwanan
Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan lidar dixin. Bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan li Bonnê kon hat vedan. Çalakiya ciwanan wê 4 rojan bidome. -
4 zarok li Farqînê birîndar bûn
Li Taxa Tekelê ya Farqîna Amedê teqîneke ku hê jî sedema wê nehatiye zanîn pêk hat û di encamê de 4 zarok birîndar bûn. -
Li Bîelefeld cîwanan li hember tecrîde kon vedan - HAT NÛKIRIN
Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanya, Cîwanên Azad ên Bîelefeld ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Ocalan bi şîara “Xwedî derkeve” çalakiya kon li dar dixin. -
Leşkerên Tirk îşkenceya li cenazeyê gerîla kirine di tevna civakî de weşandin
Li gundê Karabaş a girêdayî navçeya Qamûşan a Qersê, leşkerên Tirk ben avêtin stûyê gerîlayê HPG'ê yê jiyana xwe ji dest da, wêneyê wî kişandine û di medyaya civakî de parve kirin. -
Dîmenên çalakiya gerîlayan a 13’ê Îlonê li Şirnexê pêk hat
Dîmenên çalakiya 13’ê Îlonê saet 05.00 gerîlayên HPG’ê li hemberî qereqola polîsan a di ketinaŞirnexê de ye pêk anîn, derketin holê. -
Wezîrên îstîfa kirin: Em ji hikûmeta şer vedikişin
Wezîrên HDP'î ku di hikûmeta demkî de cih digirtin, îstîfa kirin gotin: "Di asta ku em hatinê de em ji hikûmeta ku teşhîr bûye, rûpoşa wê ketiye, ji şer sûdê digire, goristanan bombebaran dike, mizgeft û malên cem xera dike û dişewitîne vedikişin." -
Li Ferqînê Drone hat xistin
Gelê Farqînê, Droneya ku li ser taxên Konak, Mescît û Tekel ên navçeya Farqînê ya Amedê digeriya, xist erdê -
HPG: 11 leşker hatin kuştin
Li dijî êrîşên artêşa Tirk, çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên bersivdayînê dewam dikin. Di çalakiyan de 11 leşker hatin kuştin. -
Ji Rojavaya Azad ber bi Sûriyeya Demokratîk - Çavdêrî
Bi hêsanî mirov dikare bibêje, kongreya PYD'ê ya li bajarê Rimêlanê serketina têkoşîna manûnemanê pesend kir. Hêzên Parastinê yên li dora kongreyê tedbîr girtibûn jî bi sekna xwe, bi awirên xwe yên bazî ev yek nîşan didan. -
Destana berxwedana sedsala 21'an: Kobanê -6
Di ser êrîşên di nava meha Îlonê de destpê kirin re du hefte derbas bûn; çeteyan xwe nêzî navenda bajêr kirin. Xeyala "Kobanê wê di nava hefteyekê de bikeve" li hemberî vîna ji pola ya YPG/YPJ'ê hilweşiya bû. -
Li Şengalê 6 çete hatin kuştin
Li Şengalê di çalakiya li hember çeteyan de, di nav wan de serçeteyê bi navê Ebû Seyîd jî ku heye 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. -
'Li gor rêgezên NY AKP’ê li Cizîrê sûcê şer kir!'
Komîsyona ji saziyên sivîl ên civakî pêk tê ji bo lêkolînê bikin çûn navçeya Cizîrê ku 9 rojan ji hêla tîmên taybet ve hatibû dorpêçkirin û 21 welatiyên lê hatibûn qetilkirin. -
FEDA: Êrîşa li dijî pîrozmendiyên me, sedema îsyanê ye!
FEDA, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li hemberî şehîdgehan da û hişyariya "Ev yek ji bo me sedema îsyanê ye" da. -
Rêya Çelê-Colemêrg ji 10'ê Tebaxê ve di bin kontrola gerîla de ye
Ji 10'ê Tebaxê û vir ve rêya Çelê-Colemêrgê di bin kontrola gerîlayên HPG û YJA Starê de ye. -
KNK di 25-27'ê Îlonê de Civata Giştî pêk tîne
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di 25-26-27'ê Îlonê de kombûna xwe ya salane ya Civata Giştî, li Brukselê pêk tîne. -
Li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan greva birçîbûnê destpê dike
Li Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê destpê dike. Di daxuyaniya li ser çalakiyê de hat destnîşankirin, ku divê Ocalan bi temamî azad be û karibe siyasetê bike. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Taş bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Onûr Taş (Serhad Ronî) ê di dema êrîşên li hemberî "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
KCK: Êrîşa li dijî şehîdgehan, êrîşa li dijî hebûna gelê Kurd e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî şehîdgehên gerîla de daxuyaniyek da û got, "Xwedîderketina li şehîdgehan xwedîderketina li hebûna neteweyî, jiyana azad û demokratîk e." -
Tîmên taybet li Geverê êrîşan dibin ser taxên nikarin bikevinê
Li navçeya Gever a Colemêrgê tîmên taybet ku ji wesayîtên zirxî gulebaranê dikin, gelek, xanî, dikan û wesayîtan zerar dîtin. -
Li Êlihê 26 mertalên zindî hatin girtin
Li navçeya Qabilcewzê ya Êlihê di nava wan de Hevşaredar û rêveberên DBP'yî ku hene ji 27 mertalên zindî yên xwestin biçin qada pevçûnê hatibûn binçavkirin 26 ji hêla dadgehê ve hatin girtin. -
Fermandarê BOG’ê Guler di operasyoneke li hember çeteyan, jiyana xwe ji dest da
Fermandarê Biryargeha Hêzên Azadiyê ya Yekgirtî Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş) di operasyoneke li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. -
Asya Abdullah û Salih Muslim careke din bûn Hevserokên PYD’ê
Di kongreya 6’emîn a PYD’ê de ku îro jî dewam dike, Salih Muslim û Asya Ebdullah wek hevserok careke din hatin hilbijartin.