Li Bonnê, çalakiya ji bo azadiya Ocalan a ciwanan

Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan lidar dixin. Bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan li Bonnê kon hat vedan. Çalakiya ciwanan wê 4 rojan bidome.

Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan lidar dixin. Bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan li Bonnê kon hat vedan. Çalakiya ciwanan wê 4 rojan bidome.

Ciwanên Azad Bonn, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kon veda û dest bi çalakiyê kir. Konê li Frîedensplatzê hat vedan, her roj wê saet di navbera 13:00-18:00 de vekirî be û 4 rojan bidome.

Di çalakiyê de, der barê tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê tên kirin de tên belavkirin.

Ciwanan di çalakiyê de ragihandin, ku ji ber rola Ocalan a di pêvajoyê de ji aliyê dewleta Tirk ve tê zanîn, tecrîdeke bi vî rengî li hemberî wî tê meşandin. Ciwanan destnîşan kirin ku aliyê ev pêvajo qedandiye hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk e.

Ciwanan gotin, "Weke hevrêyên Rêberê xwe, heta Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li ciwanên Kurd dikin ku beşdarî vê çalakiyê bibin."

...