FEDA: Êrîşa li dijî pîrozmendiyên me, sedema îsyanê ye!

FEDA, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li hemberî şehîdgehan da û hişyariya "Ev yek ji bo me sedema îsyanê ye" da.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê da û ji bo 1'ê Mijdarê banga piştevaniyê kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihand, ku faşîzma AKP'ê timî êrîşî gelên li Kurdistanê dike û destnîşan kir ku Kurdên Elewî-Sersor bi taybetî hedef tên girtin.

'RÊBAZÊN HÎTLER Û MÛSSOLÎNÎ'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, ku zîhniyeta li Kerbela, Dêrsim û Şengalê komkujî kir îro careke din êrîşî Kurdan û Elewiyan dike û êrîşa li hemberî şehîdgeha li Gimgimê şiband rêbazên Mûssolînî û Hîtler.

FEDA'yê diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, bi qasî ku êrîşî pîrozmendiya bike rêbazên barbarî xistiye dewrê, qirkirina çandî dike û got, "AKP û Erdogan berpirsyarên sereke yên komkujiyên dawî yên li Kurdistanê ne."

'DEM DEMA TEVGERA BI HEV RE YE'

Di daxuyaniyê de hişyariya "Bila baş were zanîn, ku êrîşa li hemberî pîrozmendiyên me, êrîşa li hemberî şehîdên me, ji bo me sedam îsyanê ye" û ev bang hat kirin:

"Em li hewldanên dawî yên zalimên komkujî û zilmê dikin, temaşe dikin. Rêya sekinandina vê zilmê, berxwedan e. Divê li dijî zilmê em bibin yek deng, yek dil û bi hev re tevbigerin.

Weke civata baweriya ji Elewî-Sersor em dibêjin ku dem ew dem e em bi hev re tevbigerin. Li dijî zilma AKP û Qesrê em bang dikin ku bi ruhê Kobanê, Şengal, Gimgim û Cizîrê berxwedan were nîşandan.

Roj ew roj e ku bi gelê Kurd re têkoşîneke hevpar were meşandin. Rojên hilweşîna qelehên zilmê yek bi yek, nêz in. Di 1'ê Mijdarê de em dikarin faşîzmê bisekinînin."