Li Şengalê 6 çete hatin kuştin

Li Şengalê di çalakiya li hember çeteyan de, di nav wan de serçeteyê bi navê Ebû Seyîd jî ku heye 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê têkildarî çalakiya li Şengalê pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand. YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de got: “21’ê Îlonê saet, 15.00'an 3 çeteyan xwestine êrîşî girê Şehîd Erdal bikin. Ev êrîş hatiye ferqkirin. Bi çekên ferdî ku çete hedef hatin girtin li vir çeteyek hatiye kuştin. 2 çete jî reviyane.

21’ê Îlonê saet 15.00'an li hember çeteyên li derdora Taxa Sittî  çalakiyeke sûîqestê pêk hatiye. Di çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.

21’ê Îlonê saet 22.00’an balafirên koalîsyonê li ser rêya Şengal-Telafer nuqteyeke çeteyan bomberdûman kirine. Li gor agahiyên zelal di vê bomberdûmanê de 4 çete hatine kuştin. Di nav wan çeteyên hatine kuştin de serçeteyê bi navê Ebû Seyîd jî heye.”