Li Bîelefeld cîwanan li hember tecrîde kon vedan - HAT NÛKIRIN

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanya, Cîwanên Azad ên Bîelefeld ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Ocalan bi şîara “Xwedî derkeve” çalakiya kon li dar dixin.

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanya, Cîwanên Azad ên Bîelefeld ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Ocalan bi şîara “Xwedî derkeve” çalakiya kon li dar dixin.

Çalakiya kon a bi şîara “Xwedî derkeve”, “Li Rêbertiya xwe xwedî derkeve” wê 5 rojan bidome.

Çalakiya ku îro li Jahnplatz seat 12.00 destpê kir. Wê heta seat 19.00’an bidome. Konê ku ciwanên Kurd vedan rastî eleqeyeke zede ya Elmanan û gele ku li Elmanyayê dijîn hat. Di kon de belavokên têkildarî tecrîda li ser Ocalan, komkujiyên li Kurdistanê û azadiya Ocalan belavok tên belavkirin. Çalakvanan peyama, “Heta azadiya Rêbertiya me pêk were, wê çalakiyên me bidomin” dan. Cîwanên Kurd banga xwedîderketin û tevlîbûna çalakiyê kirin.

...