HPG: 11 leşker hatin kuştin

Li dijî êrîşên artêşa Tirk, çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên bersivdayînê dewam dikin. Di çalakiyan de 11 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser bomberdûman û tevgera hewayî ya artêşa Tirk, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîlayên HPG'ê ev agahî hatin dayîn:

COLEMÊRG

"Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de, di 19'ê Îlonê saet 23:50 de, li hemberî wesayîteke zirxî ya ji navçeya Colemêrg Geverê diçû nuqteyeke polîsan a li navçeya Şemzînanê, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Paralelî vê çalakiyê, hêzên me yên gerîla bi çekên B7 roketavêjan re derbên xurt li wesayîta zirxî xistin. Li ser vê yekê wesayîta zirxî şewitî û bi temamî îmha bû. Piştî çalakiyê saet di 04:30 ê ber destê sibehê de, gelek wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û enqaza wesayîtê rakirin. Hêzên me yên gerîla bi B7 roketavêjan re derbên xurt li wesayîtên zirxî yên hatin cihê bûyerê jî xistin û li vê derê wesayîteke zirxî ya bi tîpa akrep derb xwariye. Di vê çalakiyê de bi zelalî 4 leşker mirine. Lê belê hejmara mirî û birîndaran zêdetir e. Piştî çalakiyê gelek ambûlans û helîkopterê bi tîpa Skorsky mirî û birîndar ji cihê bûyerê rakirine.

Roja 19'ê Îlonê, hevalê me yê fedaî Rêbaz Tileko yê ji Colemêrgê ji bo pêkanîna çalakiya fedaî çû Silehê, ket kemîna dijmin. Hevalê me yê fedaî Rêbaz Tileko di vê kemînê de şehîd ket.

Roja 16'ê Îlonê, hevalê me Qendîl Berxwedan ê di çarçoveya amadekariyên çalakiyê yên li Geliyê Herkî yê Şemzînanê de xebatên sabotajê dimeşand, di dema vê amadekariyê de şehîd ket.

WAN

Roja 21'ê Îlonê saet di 22:30 de, hêzên me yên li hemberî konvoyeke leşkerî ya ji Wanê diçû Colemêrgê, li qadeke di navbera navçeya Elbakê û qereqola Gelegomê de çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Medyaya Tirk ji bo vê çalakiyê ragihand ku 13 birîndarên wan hene. Di vê çalakiyê de wesayîta çalakî li hember hat kirin bi temamî îmha bû; bi zelalî 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê hejmareke zede ya ambûlansan hatin cihê bûyerê û mirî û birîndar rakirin. Ev konvoy nekariye biçe Colemêrgê û vegeriya Elbakê. Ev çalakî ji bo bîranîna Baran Dêrsim û 3 hevalên me yên li Dêrsimê şehîd ketin, hatiye lidarxistin.

MÊRDÎN

Roja 21'ê Îlonê saet di 17:40 de, li sêgoşeya Midyad-Kerboran-Bendava Ilısû ya Mêrdînê, hêzên me yên gerîla li dijî girekî di destê artêşa TC de çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiya bi çekên giran û ferdî de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî bi giranî birîndar bû. Her wiha bi çeka B7 roketavêjê derbên xurt li panzerekê hat xistin û panzer di encamê de şewitî, parçe bû û îmha bû. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê Reşît Serdar ê di 15'ê Îlonê de li herêma Gabarê jiyana xwe ji dest da, hatiye kirin.

ŞIRNEX

18’ê Îlonê artêşa TC li herêma Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonê kir; bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov herêmên Girê Çolya, Nevserê Cûdî û Gundik Remo bi çekên giran gulebaran û bomberdûman kirin. Her wiha artêşa Tirk li herêma Sirtê Kûsê Keça ya girêdayî Silopiyayê ya Şirnexê leşker û tank bi cih kir. Li vir artêşa Tirk ji herêma Sedehlî û Sirtê Kasapxane heta Bespin, Sarkitli, Çilmêra girtiye. Artêşa Tirk van herêmanan bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir. Di encama bomberdûmanê de erazî şewitî. Ev şewat hê jî didome.

Her wiha artêşa TC li herêmê Şehîdgeha Şehîd Cûma kir hedef û bi çekên giran ve êrîş bir ser. Çalakvanên Mertalên Zindî yên li herêmê ji bo vê êrîşê asteng bikin, ber bi şehîdgehê ve meşiyan û nehiştin şehîdgeh bê texrîbkirin.

21’ê Îlonê danê êvarî, artêşa TC bi hejmarek mezin leşker ve ji herêmê vekişiya; di erazî de hinek yekîneyên veşartî hiştine. Cerdevanên gundên Bespin, Dêrgûlê û Gitê jî tevlî vê operasyonê bûn. Lê cerdevanên Gundikê Melê, Gundê Biryan û Gundê Kiryan tevî zextên artêşa Tirk jî tevlî vê operasyonê nebûn. Di vê operasyonê de, bi 2 gerîlayên me ve têkîliyên me qut bûne.

AMED

21’ê Îlonê danê êvarî saet 19.05’an hêzên gerîlayên me li hember nuqteyek polîsên tevgera taybet li navenda navçeya Pîranê ya Amedê çalakiyek pêk anîn. Çalakiya ku ji du baskan pêk hat de; baskê yekemîn polîsên ku kulubeya girê ewlehiyê digire, baskê duyemîn jî polîsên li avahiyê kirin hedef û bi çekên ferdî, BKC û B-7 çalakî pêk anîn. Baskê yekemîn kulube bi temamî îmha kir. Hejmara mirî û birîndarên polîsên tevgera taybet li vir nehatin zelalkirin.

BEDLÎS

21’ê Îlonê hêzên gerîlayên me rêya Bedlîs û Xîzanê xistin bin kontrola xwe. Di vê çalakiyê de nasname hatin kontrolkirin û der barê pêvajoyê de gel hat agahdarkirin. Ev rê hê jî di bin kontrola gerîlayên me de ne.

Bi destpêkirina çalakiya kontrolkirina rê, qereqola Hîbrîz a girêdayî Bedlîsê derdora xwe her daîm gulebaran dike.

ÇEWLIK

20’ê Îlonê hêzên gerîlayên me rêya Çewlik û navçeya wê Kanîreşê xistin bin kontrola xwe. Ji roja çalakiyê destpê kir û vir ve, artêşa TC li gundên Gundê Heciyan û Kevirê Gaban ên girêdayî Çewlikê, di erazî de yekîneyên veşartî dihêle û dixwaze eraziyê têxe bin kontrola xwe.

QERS

21’ê Îlonê saet di navbera 12.00-15.00’an de artêşa TC mintiqa Demîrkapi ya herêma Çemçê ya girêdayî navçeya Qaqizman a Qersê bi tank û hawanan bomberdûman kir.

DÊRSİM

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Pulur û Dêrsim-Erzîncanê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.

21’ê Îlonê danê êvarî saet 17.30’an hêzên gerîlayên me û gerîlayên TKPML/TÎKKO’yê li hember wesayîteke polîsan, li ser pira Cemolar a navçeya Xozat a Dêrsimê çalakiyek hevpar pêk anîn. Ji polîsan yek, Amirê Emniyetê ye. Di çalakiyê de polîsên di wesayîtê de tevî amîrên xwe bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC dest bi operasyonek qismî kir, pêgerên hewayî yên bê mirov di tevgerek keşfê de ne.

BOMBERDÛMANÊN ARTÊŞA TIRK DIDOMIN

HPG’ê diyar kir ku li hember herêmên gerîla artêşa Tirk êrîşên xwe yên topan didomînin û wiha berdewam kir: “21’ê Îlonê saet di navbera 08.00-09.00’an de artêşa TC hêrêma Geliyê Dostkî ya girêdayî navçeya Geverê ya Colemergê, bi obus û hawanan bomberdûman kir.

21’ê Îlonê saet di navbera 08.00-09.30’an de qereqola Bezelê ya girêdayî navçeya Şemzînanê ya Colemergê herêma Dola Kewê bi obus û hawanan bomberdûman kir.

22’ê Îlonê (îro) saet di navbera 08.00 - 08.30’î de artêşa TC  ji qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê qada Şehîd Gafûr a li ser sînorê herêma Avaşîn bi obus û hawanan bombe kir.

21’ê Îlonê saet di navbera 11.00 - 13.00’an de qereqola Tepê Yekmal a li ser sînorê herêma Heftanîn; Boxaza PKK’ê û qadên Tepê Zeytûna bi tankan bombe kirine. Di encama bomberdûmanê de li eraziyê şewat derketiye.

21’ê Îlonê saet di navbera  11.00 - 12.30’î de qereqola Erîş; girê Beçela, saet di navbera 12.30-13.00’an qereqola Bîlîcan; qada Garêya Biçûk bi obus, hawan û tankan bombe kiriye. Di encama bomberdûmanê de li eraziyê şewat derketiye.

LI GARÊ KEŞF

HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “21’ê Îlonê saet 19.45 - 20.45’an li ser herêma Garê, pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne.”

NASNAMEYA 2 GERÎLAYAN

HPG’ê agahiyên nasnameya 2 gerîlayan aşkera kir:

 

Nasnav: Rebaz Tîlako

Nav-Paşnav: Îrfan Şahabî

Cihê jidayikbûnê: Dîvandere

Navê dayik-bav: Amîne – Seyît Saît

 Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Îlona 2015/Colemêrg

***

Nasnav: Qendîl Berxwedan

Nav-Paşnav: Turgut Veysel Dayan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dayik-bav: Saadet - Şeref

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Îlona 2015/Colemêrg

...